Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Sedsalek nû tê pêşwazîkirin’

Hevberdevka Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgun Uçar, anî ziman ku ew pêkhateya HDP’ê ne û wiha domand: “Têkoşîna jinan wê hilbijartinên 2023’yan diyar bike û bi vê re sedsalek nû tê destpêkirin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî doza girtina Dadgeha Destûra Bingehîn, Civîna Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) pêk anî û di civînê de biryar girtin ku wê bi Partiya Çep a Keskan biçin hilbijartinê. HDP ji sala 2012’an heta niha li 50 navend û 212 navçeyan xebatên xwe dimeşîne û niha xebatên ji bo hilbijartinê jî temam dike. Hevberdevka Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgun Uçar der barê mijarê de nirxandin kir.

‘Li Tirkiyeyê dewlet li dijî jinan polîtîkaya dijminatiyê dimeşîne’

Uçar destnîşan kir ku li cîhanê têkoşînek jinan ya her diçe bilind dibe heye û têkoşînek xurt a di siyasetê de derketiye holê ya jinan heye. Uçar di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Li dijî vê hêza jinan polîtîkayek zextê ya taybet li hember jinan tê meşandin. Demek nêz li Tirkiyeyê karaseta erdhêjê pêk hat. Em di 8’ê Adarê de derketina kolanan. Daxwazên qadên 8’ê Adarê ne tenê daxwazên li Tirkiyeyê bûn. Daxwazên li cîhanê bûn. Divê venasîna dewletê bê kirin. Em dikarin bêjin ku nasnameya hemû dewletan mêr e. Li Tirkiyeyê dewlet li dijî jinan polîtîkaya dijminatiyê dimeşîne. Li Afganîstanê dibistan li zarokên keç hatine qedexekirin. Li Îranê piştî Jîna Emînî hat qetilkirin li dibistanan zarokên keç hatin jehrkirin.  Ev jî nêzîkatiya dewletan a li hember jinan nîşan dide.”

‘Îro dînamîka herî xurt a civakî têkoşîna jinan e’

Uçar bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên li hember jinan û wiha dirêjî dayê: “Îro dînamîka herî xurt a civakî têkoşîna xurt a jinan e. Di 8’ê Adarê de dirûşmên ‘hikûmet îstîfa’ gelek girîng bûn. Li welatên Ewropayê di mijarên polîtîka û civakî de pêşengtiya jinan gelek binirxe. Li Tirkiyeyê 20 sal in bi destê AKP-MHP’ê li dijî jinan polîtîka dijminahiyê tê meşandin. Ji Diyanetê bigirin heta Emniyetê der barê jinan de gotina wan tu car kêm nebû. Li Tirkiyeyê her roj ji bo jinan bi berxwedan derbas dibe. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê yên dewletê kuştinên jinan tên normalkirin. Dewlet dizane ku mêr ceza bike wê xwe ceza bike. Ji ber vê jî her tim xwe şûnde digire.”

Ev pêvajo demek krîtîk e

Uçar destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên li hember jinan gotineke Partiya Çep a Keskan heye û wiha domand: “Li dijî newekheviya zayenda civakî ya her diçe giran dibe, li dijî kuştina jinên di bin parastina dewletê de, li dijî xizaniya jinan, mexdûriyeta jinan fikriyat heye û hem jî bi polîtîkayên xwe yên xweser hewl dide bi tevgera jinan û têkoşîna jinan a li Tirkiyeyê re bimeşe. Hilbijartina 2023’yan pir girîng e. Sedsalek nû tê pêşwazkirin. Gelek bi nirx e ku ev sedsal wê bi kê re bê pêşwazkirin. Têkoşîna jinan ya ku heta îro her çûye bilind bûye li Tirkiyeyê îro xwe ispat kiriye ku namzetên damezrîneriyê ne. Bakiyeyek 20 salan a AKP’ê heye. Îro bi HUDA PAR’ê re hevkariyê dike. Ev ji bo jinan demek krîtîk e.”

‘Wê têkoşîna jinan vê hilbijartinê diyar bike’

Uçar balkişand ser Peymana Stenbolê ya hat fesihkirin û wiha dawî lê anî: “Peymana Stenbolê pêşî li newekheviya zayenda civakî digirt û gelek mekanizma pêşniyar dikir. Ji rêveberiyên herêmî bigirin heta mekanîzmayên dewletê û perwerdehiyên li dibistanê gelek tişt pêşniyar dikir. Em îro di pêvajoya hilbijartinê de ne. Wê têkoşîna jinan vê hilbijartinê diyar bike. Li qadê wê xwe nîşan bide. Tevlibûna jinan a siyasetê pir bi nirx e. Em girîngiyê didin nûneriya wekhev û pergala hevserokatiyê. Hêviya me ev e ku HDP neyê girtin. Lê rewşek wisa pêk bê di dema hilbijartinê de em amade ne berpirsiyariyê bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar