Erdoganê ku 21 sal in bi zilma xwe li ser desthilatdariyê ye, di hilbijartina îsal de jî careke din bû serokomar. Milyonan kes li bendê bûn ku Erdogan neyê hilbijartin. Bi vî rengî berê xwe dan ser sindoqan. Hêviyeke mezin ji vê hilbijartinê hebû. Lê bi hîle û sextekariyan Erdogan careke din xwe da pêş. Eger hilbijartineke demokratîk bûya wê Erdogan nekarîba were hilbijartin. Hê jî weke kesekî hilbijartî wî nahesibînim. Divê em nebêjin Erdogan hat hilbijartin, Erdogan bi zora xwe bû serokomar. Ya rastî ji sala 2009’an û vir ve Erdogan ji hêz ketiye. Di hilbijartina xwecihî ya sala 2009’an de siyaseta kurd rêjeyeke bilind a dengan wergirt. Erdogan di wê salê de ne li bendê bû ku siyaseta kurd ewqas dengan bigire. Ji wê salê û şûnde textê Erdogan hejiya. Lewma jî ji sala 2009’an û vir ve bi awayekî sîstematîk êrişên qirkirinê dimeşîne. Heman salê dest bi operasyonên qirkirina siyasî kir û bi hezaran siyasetmadarên kurd avêt girtîgehan. Dîsa li dijî tevgera azadiyê ya Kurdistanê jî dest bi êrîşên qirkirinê kir.
Eger em li rewşa Erdogan binêrin, divê em ji sala 2009’an ve binirxînin. Siyaseta kurd jî ji wê demê ve dengên xwe zêde dike. Lê di vê hilbijartina dawî de stratejiyeke şaş hat meşandin û bû sedema wendakirina dengan. Ev nayê wê wateyê ku dengên wê ketine û girseya xwe wenda kiriye. Eger di vê hilbijartinê de stratejiyek baş meşandiba wê dengên xwe zêde kiriba. Mesela eger di tûra yekemîn de bi namzetê xwe ketiba hilbijartinê wê dengên xwe zêde kiriba û bi vî rengî wê hejmara parlementerên xwe jî zêde kiriba. Lê tevahiya stratejiya xwe li ser têkçûna Erdogan meşand. Bi vî rengî berê girseyê û motîvasyona hilbijêran da devereke din. Ya esasî divê di tûra yekemîn de bi namzetê xwe û siyaseta xwe ketiba hilbijartinê. Bi vî rengî wê hilbijartin dîsa çûba tûra duyemîn. Di tûra duyemîn de jî tenê hilbijartina serokomariyê bû û wê demê wê siyaset li ser têkçûna Erdogan bûya. Ev aliyeke meselê ye.
Li aliyê din di destnîşankirina namzetan de û hevkariya bi TÎP’ê re nebaş bû. Vê yekê hişt ku girseya te ji te dûr bikeve. Ez nabêjim ev yek mayînde ye. Çend carên din jî bi vî rengî çêbû û dengên partiyê bi vê yekê neketiye. Lê tu carî jî ewqasî siyaseta partiyê nekete nîqaşê. Tam di nîqaşa vê meseleyê de Selahattîn Demîrtaş jî got ew dev ji siyasetê berdide. Ev gava ku Demîrtaş avêt ji aliyekî ve erênî bû, lê ji aliyê din zerarê dide partiyê. Eger tu ya rastî bifikire ji xwe Demîrtaş ne di siyasetê de ye. Ew kesekî girtî ye û ji xwe nikare siyasetê bike. Lê çi dibe bila bibe nabe ku bi vî rengî daxuyaniyekê bide. Divê destûrê nede ku yek gotin were ser partiya wî. Hem dibêje ez HDP’yî me, hem jî dibe sedema ku rexne li HDP’ê werin kirin. Rexneyên ez dibêjim jî ne rexne ne ango heqaret in. Eger di vê rewşê de ew HDP’yî be, yên niha di nava HDP’ê de ne HDP’yî ne. Yanî wateyek bi vî rengî ji daxuyaniyên wî derdikevin.
Welhasil ev meseleyek navxweyî ye. Îca em li rastiya siyaseta Tirkiyê vegerin. Kiliçdaroglû û hevkarên wî jî bi siyaseta xwe bûn sedema vê wendakirinê. Eger bi rastî jî dijberê Erdogan bûna wê bi Erdogan dabûna wendakirin. Lê wan jî siyasetek şaş meşandin. Derdê wan ew bû ku tu gotin li dewleta wan nebe. Êdî Erdogan careke din serokomar e. Merasîmeke mezin pêk anî û ji cihanê re got ew serokomar e. Bi wê merasîmê serokomariya xwe rewa kir. Ji ber ku di esasê xwe de nehatibû hilbijartin û serokomariya wî ne rewa bû. Lê ji her devera cihanê serokên dewletan anî û li pêşiya wan serokomariya xwe ragihand. Bi wê merasîmê mirov fêm dike ku êdî sedsaleke qirêj li pêşiya me ye. Erdogan û yên wekî wî li ser desthilatdariyê ne û bi desthilatdariya wan re rojên reş û tarî li pêşiya me ne.