Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şefê faşîst Erdogan çeteyên Hudaparê kiriye tetîkêşê xwe

Mele Salihê Botî diyar kir ku dewletên mîna Îran û Tirkiye dewletên kujer in û wiha aixvî: “Huda Par ji aliyê dewleta tirk ve hatiye avakirin. Huda Par rûyê tarî yê dewletê ye. Ew tetîkkêşên dijminên gelê kurd e."

Di salên 1990’î de di nava tarîtiya JÎTEM’ê de hate avakirin û ragihand ku jinûve bikaranîna vê ferasetê li dijî gelê kurd lîstikeke.Şefê faşîst Erdogan/Bahçelî ji bo desthilatadariya bi rehetî dikarin gelan bi hev bidin şerkirin. Ji bo vê jî çeteên wekî Hudapar ên bermahiyên DAÎŞ’ê ne li dora xwe kom kirine û hewl didin gelê kurd bi destê van çeteyan bidin şehîdkirin.

Endamê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Mele Salih Botî jinûve bikaranîna Hizbûllahê bi navê siyaseta sivîl nirxand. Mele Salihê Botî diyar kir ku dîroka gelê kurd digihêje heta Hz. Nûh û anî ziman ku gelê kurd gelek alimên mîna Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Şêx Seîd ji bo Îslamê afirandiye. Mele Salihê Botî destnîşan kir ku van mirovan her tim xizmet ji ol û gelê xwe re kirine.

Mele Salihê Botî diyar kir ku civaka Kurd di dîrokê de bi alimên mezin rê li ber civaka Îslamê xistiye, lê belê niha dewlet bi navê Îslamê xiyanetê li Kurdan dikin û got, “Kurd hatin înkarkirin. Dewletên mîna Îran û Tirkiye dewletên kujer in. Huda Par a ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye avakirin, gelo bi navê vê dewletê xwedî li olê derdikeve? Qaşo Huda Par xwedî li rabirdûya Îslamî ya Kurdan derdikeve. Ev yek bi navê ol, guneh e. Ti eleqeya van bi olê re nîne. Ew dijminê gel in. Wan li Êlih, Cizîr, Nisêbîn, Amedê bi hezaran mirovên me qetil kirin. Bi navê ol çawa dikarin tiştekî bi vî rengî bikin? Ol ev yek heram kiriye. Ez bang li Kurdan û Misilmanên ji dil dikim. Li ber van rabin.

Ew dijminê ol, çand û baweriya civaka kurd in. Ew şirîkê dewletê ne ku dixwaze gelê Kurd tine bike. Ew li mizgeftê nimêjê dikin, piştre jî bi bivir û kêrê mirovan serjê dikin. Ev yek di ol de heram e. Pêxember ev yek nekiriye. Ew dijminên Îslamê ne. Wan Hz. Elî qetil kirin. Hz. Huseyîn li Kerbelayê qetil kirin. Îro jî Huda Par tetîkkêşê vî mejiyê kujer e. Ew heramzede ne. Ew tetîkkêşên dijminên gelê kurd e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar