Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şehîd Azad îradeya jina azad temsîl kir

Şehîd Azadî îradeya jina azad temsîl kir û li dijî hemû êrişên qirkirin û dagirkeriyê heta kêliya dawîn di jiyana xwe de şer kir.

Di 11’ê sibatê de dewleta tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a biçek li dijî Federasyona Gaziyan a bajarê Qamişlo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşek pêk anî. Di encamê de 2 fermandarên gazî Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûn.

Azadî Dêrik (Emîne Seyid Ehmed) di sala 1982’yan de li gundê Xana Serî yê Dêrika Hemko yê kantona Cizîrê ji dayik bû. Di nav malbateke welatparêz (3 xwişk û 5 bira) de mezin bû û di salên 1980’î de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir.

Emîne keça mezin a malê ye. Dibistana seretayî li Xana Serî xwend û ji ber rewşa aborî ya xerab xwendina xwe rawestand û di firneyeke nan de li gund û di çinîna pembûyan de xebitî.

Bi Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an de, Emîne ku bi xaltîka xwe ya şervana Yekîneyên Jinên Azad STAR (YJA-STAR) Xalîde û xalê xwe yê şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) Merwan bandor bûbû û tev li şoreşê bû.

Der barê wê de, dayika şehîd Aliye Mihemed Adem got: “Şehîd Azadî xwest ji bo doza gelê kurd û parastina mafên jinan rêya xwişk û birayê min ên şehîd bişopîne.”

Fermandar Azadî di hemû çalakiyên Dêrikê û gundên wê de ji bo rêxistinkirina gel di nav şoreşê de cih digirt. Di serî de di 2012’yan de ew tev li Yekitiya Jinên Ciwan bû û li Dêrikê û gundên wê li ser belavkirina fikrên azadiyê û hişyarkirina gel li ser berxwedanê kar dikir.

Di 2014’an de ew tev li YPJ’ê bû û di pêngavên rizgarkirina Kobanê de cih girt. Li wir birîndar bû û li vê dawiyê wek fermandara gaziyan a Federasyona Gaziyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat erkdarkirin.

Aliye destnîşan kir ku keça wê xwedî moralên bilind bû û got: “Wê keç û xort ji bo ku tev li tevgera azadiya Kurdistanê bibin teşwîq dikirin da ku ji bo mafên gelê Kurd û gelên bindest tê bikoşin.”

Şehîd Azadî bi dengê xwe yê zîz dihat naskirin û stranên şehîd Serhed û hunermend Xelîl Xemgîn digotin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar