Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Şehîd Bêrîtan heta nefesa dawî şer kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê şehadeta Gûrbet Kaymaz (Bêrîtan Sîser) de daxuyanî da. HPG’ê ragihand ku hevrêya fedaî Bêrîtan di şerê hemberî dewleta dagırker a tırk de şehîd bû û wiha hate gotin: “Dewleta tirk a mêtinger qirker ji meha tîrmehê û pê ve li ser Garzanê dest bi operasyonên dagirkeriyê yên berfireh kir. Li hemberî van êrîşên artêşa tirk ku bi her cûre teknîka şer dikir û timî bombardûman dikir, hevrêyên me bi rengekî fedaî li ber xwe dan û bersiveke dîrokî dan dagirkeran. Di êrîşên dijmin û şerê giran de 11’ê tebaxê hevrêya me ya fedaî Bêrîtan Sîser heta nefesa xwe ya dawî şer kir û şehîd bû.”

Agahiyên der barê nasnameya şehîd Bêrîtan de;

Nasnav: Bêrîtan Sîser
Nav paşnav: Gûrbet Kaymaz
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Qumrî-Haşem
Dem û cihê şehadetê: 11’ê Tebaxa 2023 / Garzan

 

 

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

Hevrêya me ya fedaî Bêrîtan ji kêliya ku tevlî nava refên partiyê bû û pê ve bi kesayetiya xwe ya cewherî xwe da felsefeya Rêber Apo û di kesayetiya xwe de pêşketinên girîng afirand û wiha domand: “Hevrêya me Bêrîtan ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe şareza kir, bû fermandareke YJA Starê ya pêşeng. Hevrêya me fedaîtî weke şêweyekî jiyanê nirxand, di şer de xeta fedaîtiyê bêkêmasî bi cih anî û bû yek ji mînakên bijarte yên fedaîtiya Apoyî. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Bêrîtan Sîser ku jin a leheng a Botanê bû, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Di şexsê hevrêya xwe Bêrîtan de em soza serxistina têkoşîna azadiyê ya ku dane şehîdên xwe hemûyan, dubare dikin.”

Qada Botanê di têkoşîna azadiyê ya gelê me de bi rola pêşengiyê rabû. Bajarê me Sêrt ku yek ji navendên berxwedanê yên qada Botanê ye, li dijî mêtingeriyê xwedî kevneşopiyeke xurt e ku serî natewîne. Bajarê me Sêrt ku malovanî ji Pêngava 15’ê Tebaxê re kir, bû navenda berxwedana gerîla ya bi pêşengiya PKK’ê ya li Kurdistanê, hêviya azadiyê ya gelê me her tim zindî hişt. Hevrêya me Bêrîtan jî li nava malbateke ji eşîra Didêrî ji dayik bû ku hestên welatparêziyê lê xurt e û xwedî kevneşopiya berxwedanê ye. Hevrêya me Bêrîtan di nava vê kevneşopiya serhildanê ya xurt de mezin bû. Li nava xelkê me yê koçber ku sîstema kapîtalîst li Kurdistanê kêm bandor lê kiriye, li nava jiyana çiyê mezin bû. Bû xwedî rastiya pak û durustiya koçberan.

Têkoşîna gerîla ku mîna destanekê belav bû, bala hevrêya me Bêrîtan jî kişand, dema ku cara yekemîn Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dît vê yekê bandoreke gelekî mezin li hevrêya me Bêrîtan kir. Rêber Apo ji bo hevrêya me Bêrîtan her tim bû xwedî cihekî cuda, her tim bi lêkolînê dixwest hîn bêhtir wî nas bike. Hevrêya me Bêrîtan têkiliya xwe ya destpêkê ya bi têkoşînê re bi Rêbertî û gerîla re danî, hîn di temenekî gelekî zû de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û li bendê ma ku şert û mercên vê yekê bê afirandin. Hevrêya me Bêrîtan ku rojekê Rêbertî di xewna xwe de dît, ev xewn ji bo xwe weke bangekê dît û sala 2013’an bêteredût tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Jiyana çiyê ji bo hevrêya me Bêrîtan ne xerîb bû, lewma zû hîn bû. Ji ber taybetmendiyên jiyana koçertiyê bi jiyana gerîla re zû bû yek. Hevrêya me navê Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li xwe kir û di şexsê Şehîd Bêrîtan de ala têkoşînê ya şehîdan hemûyan hilda, heta roja ku şehîd bikeve li ser xeta şehîdan dilsoz ma. Hevrêya me Bêrîtan tevî ku qet neçû dibistanên sîstemê li nava refên PKK’ê bi rengekî awarte bi pêş ket û hevrêyên xwe matmayî hişt. Hevrêya me zû hînî xwendin û nivîsandinê bû, di demeke kurt de bi xwe raporên xwe nivîsand û ji gelek aliyan ve xwe kir pispor, li qada îdeolojîk gelekî kûr bû. Ji ber daxwaza xwe ya hînbûnê gelek agahî li ser qadên cuda wergirt û tiştên hîn dibû jî dixist pratîkê, bi vî rengî bû xwedî tecrûbeyên mezin. Hevrêya me Bêrîtan bû nûnera milîtaniya xweafirandinê ya li nava refên PKK’ê, bi daxwaza xwe ya hînbûnê bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re. Mîna parçeyek ji canê xwe nêzî parêznameyên Rêbertî bû, di çente û bêrîka xwe de li her derê bi xwe re dibir. Ji ber ku li Garzanê dest bi pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê kir, bû gerîlayeke şareza. Hevrêya me li hemberî zor û zehmetiyan ti carî dest ji xwe berneda, li hemberî her pirsgirêkê bû hêz û îradeya çareseriyê, mîsyona xwe ya pêşengiyê weke gerîlayeke jin bi xurtî xiste meriyetê.

Hevrêya me piştî pratîka serketî ya li Garzanê derbasî herêma Metînayê bû û tecrûbeya gerîlatiya li Bakurê Kurdistanê hîn bêhtir kûr kir. Sala 2015’an ku dewleta Tirk a mêtinger li ser Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku îradeya azad a gelê me ye dest bi êrîşan kir, hevrêya me derbasî herêma Zapê bû, li refên herî pêş cih girt û bi rengekî fedaî şer kir. Piştî pratîkê, ji bo karibe li ser xeta azadiya jinê hîn bêhtir xwe kûr bike, bibe xwedî sekneke xurt û bersivê bide pêwîstiyên demê, di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr bike, derbasî akademiyê bû. Hevrêya me li Akademiya Şehîd Bêrîtan tevlî perwerdeyê bû, piştî ku perwerde bi rengekî serketî qedand, jinûve derbasî qada pratîkê bû. Di Nîsana 2018’an de ji bo li ser rastiya şehîdan û Rêbertî xwe kûrtir bike, ji bo xwe ji wezîfeyên rêxistinê hemûyan re bêhtir amade bike, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike û tola sûcên li dijî gelê me hatine kirin hilîne, beşdarî nava Hêzên Taybet bû, kesayetiya wê ya têkoşer û lêgerîner kir ku pêngavan biavêje. Piştî ku fermandara me ya pêşeng a Botanê Şehîd Delal Amed şehîd bû, vê yekê bandoreke giran li hevrêya me kir, bingeha kûrbûna di fedaîtiyê de ava kir û di her kêliya jiyanê de xeta fedaîtiyê ya Zîlan ji xwe re kir esas. Hevrêya me timî li ser fedaîtiyê xwe kûr dikir, bi pratîk û tevlîbûna xwe her tim hêz, moral û kelecan diafirand. Li her cihê ku lê dima bandor li hevrêyên xwe dikir, bi kesayetiya xwe ya xwezayî ku dûrî qirêjiya modernîteya kapîtalîst bû, her tim bal dikişand. Hevrêya me Bêrîtan ji dîsîplîna xwe tawîz nedida, biryardariya xwe ya ji bo çûyîna Bakur her tim xurt dikir, dest ji vê biryara xwe berneda û xwe gihand vê armanca xwe. Ji aliyekî ve dixwest biçe Bakurê Kurdistanê li aliyê din jî li her cihî bi rêbaza xwe ya xurt dixwest gerîlatiyê bike. Li her derê bi rengekî bêguman tevlî dibû, bi vî rengî dihate naskirin. Bi gotina Rêbertî, peyva ‘jibîrkirin xiyanet e’ her tim ji xwe re kir esas û ti carî xiyanet li xeyalên xwe yên zarokatiyê nekir. Weke gerîlayeke profesyonel, xurt, şerker û wêrek li ser xeta PKK û PAJK’ê bêteredût meşiya, bû fermandareke YJA Starê ya pêşeng. Bû hevrêyek ku xwe bi pêş ve bir, perwerde kir û her tim hevrêyên xwe perwerde dikir. Li her cihê ku lê dima bêyî ku ji pîvanan tawîzê bide her kêlî bi têr û tijî jiya, wate da hemû kêliyan. Kêfxweşiya ji xwezayê wergirtî dibû sedem ku tevahiya bedewiya xwezayê hembêz bike. Bi kedê bi rengekî bêdawî xwedî li jiyanê û berpirsyariyên xwe derket. Sekna xwe ya li nava jiyanê, rêbaza jiyanê û nêzîkatiya wê ya li jiyanê nîşaneya vê yekê bû. Nebûna derfetan nekarî bandorê li hevrê Bêrîtan bike. Ji ber ku bi kesayetiya xwe ya afirîner wê derfet diafirand.

Hevrêya me Bêrîtan ku li ser xeta fedaîtiyê meşiya, berê xwe her tim li Bakurê Kurdsitanê û berxwedana gerîla ya dîrokî ya li wê derê bû. Bi israr pêşniyar kir û pêşniyara wê hate qebûlkirin, lewma jî sala 2021’ê weke fermandareke fedaî ya YJA Starê derbasî herêma Garzanê bû ku lê ji dayik bû û mezin bû. Hevrêya me li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi rengekî fedaî li ber xwe da, şer kir û tevlî gelek çalakiyan bû, derbên giran li dagirkeran xist. Hevrêya me Bêrîtan bû nîşaneya sekna milîtanî ya xwedîderketina li hevrêtî û jiyana hevrêtiyê. Ev yek jî di pratîka xwe de bi xurtî nîşan da.

Hevrêya me Bêrîtan xeta jinê ya azad di şexsê xwe de şênber kir, li ser şopa Şehîd Bêrîtan û Şehîd Zîlan bi rengekî fedaî şer kir û jiya. Bîranîna têkoşînê ya hevrêya me Bêrîtan wê her tim rêya me ronî bike û ji aliyê hevrêyên wê ve bi ser bê xistin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar