Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

‘Şehîd Dijwar egîdê demê û hevrêyê jinên êzidî bû’

Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico derbarê şehîd Dijwar Feqîr de axivî û got ku şehîd Dijwar bi qasî fermandarekî leşkerî bû ewqas jî pêşengê civakê bû û wiha domand: ‘’Ew egîdê demê û hevrêyê jinên Êzidî bû. Serkeftina jinên êzidî wekî serkeftina xwe didît.”

Dewleta faşîst a tirk bi bi hevkariya PDK’ê li başûrê Kursitanê li hemberî kurdan êrîşan pêk tîne. Ji van yek jê Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel (Dijwar Feqîr) bû. Dijwar Feqîr di 7’ê Kanûna 2021’an de di encama êrîşeke bêbext de şehîd bû. Piştî şehadeta wî derket holê ku Dijwar Feqîr bi planeke taybet a MÎT’ê û bi hevkariya Parastinê ya PDK’ê û çend xayînan hatiye şehîdxistin. Sîxurên bi navê Seed Casim û Selah Berces li xwe mikur hatin ku wan bi talîmata PDK’ê mayin di bin wesayîta wî de bicih kirin û dema ew û zarokên xwe di wesayîtê de bûn teqandin. Di 2’emîn salvegera şehadeta Dijwar Feqîr de Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico qala kesayet, taybetmendî û bandora wî ya li ser civaka Êzidî kir.

Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico ku bi salan pê re ji bo Şengala xweser û azad têkoşiyaye, got ku Dijwar Feqîr di nav civaka Êzidî de bi qehremanî û girêdana civak, çand û baweriya xwe ve dihate naskirin û wiha behsa hevnasîna xwe kir: ‘’Min hevalê Dijwar di 2015’an de nas kir. Di 2017’an de dema Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê kongreya xwe çêkir, meclîs û desteya rêveber hatin avakirin hevalê Dijwar wekî nûnerê YBŞ’ê tevlî karên meclîsa xweser dibû. Me li wir hev nas kir. Hevalê Dijwar di nav gel de giraniya wî hebû. Wekî rêveberekî civakê, bandora wî li ser civakê hebû.’’

‘Di nav karên rêxistinî de bi hevalên jin re dibû alîkar’

Riham Hico diyar kir ku bi salan di nav YBŞ’ê de wekî fermandareke pêşeng bi erka xwe rabû lê di heman demê de xwe di warê çand, bawerî, fikir, rêxistinî û siyasî de jî xwe bi pêş xistibû. Riham Hico bal kişand ser taybetmendiyên Dijwar Feqîr û got: ‘’Taybetmendiyek wî hebû ku ji ber li ber destê dayika xwe mezin bibû, şagirtê dayika xwe ya berxwedêr bû. Xwe gelekî nêzîkî jinan didît. Hevalê Dijwar yek ji wan hevalên xort e ku di nav karên rêxistinî de bi hevalên jin re dibû alîkar.  Serkeftina jin û dayikan ji bo xwe wekî serkeftinê didît. Her dem bi pêşketina jinên Şengalê re serbilind bû.’’

‘Şehîd Dijwar di nava gel de dihat hezkirin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Riham Hico da zanîn ku Dijwar Feqîr ne bi kesayeta xwe ya malbatî, bi kesayeta civakî xwe pênase dikir û domand: ‘’Gelek kes hene ku xwe bi eşîra xwe, malbata xwe, derdora xwe mezin dikin. Hevalê Dijwar tu carî wisa nedikir. Hevalê Dijwar bi rêxistinî bû, wekî çiya li pişta wî hebe. Ji doza xwe, gelê xwe, çanda xwe bawer bû. Cesareta wî ji vê dihat. Hemû xebatên wî ji bo civakê bû. Di nav eşîran de jî di nav meclîsê de jî hevalê Dijwar dihate hezkirin. Gel baweriya xwe bi hevalê Dijwar dianî. Hevalê Dijwar kesekî leşkerî bû lê ji serokeşîran heya ciwan û mamosteyan herkes xwe li dora wî digirt. Hevalê Dijwar tu kesî/ê bêhêvî, bêçareserî nedihişt û hemû pirsgirêkan çareser dikir.’’

‘Pirsgirêk çareser dikir’

Riham Hico anî ziman ku Dijwar Feqîr ji aliyê hemû civakê ve dihat hezkirin, lê bi taybet jinên Êzidî jî ji sekn û helwesta wî hêz digirtin û wiha pêde çû: ‘’Wekî hevalên jin me li hinek gundan zehmetî dikişandin, me wekî hevalên jin van pirsgirêkan bi hevalê Dijwar re parve dikir. Hevalê Dijwar erdnîgariya Şengalê baş nas dikir, eşîrên li Şengalê  baş nas dikir û li gorî wê rê û rêbaz pêşniyar dikirin. Di têkiliyên me yên bi dewlet û hikûmeta Iraqê re jî hevalê Dijwar wekî pirekî bû. Dema alozî û pirsgirêk derdiket hevalê Dijwar mudaxele dikir û çareser dikir.’’

‘Xwesriya me bi yekitiya me ve girêdayî ye’

Endama Kordînasyona TAJÊ Riham Hico Dijwar Feqîr wekî ‘’qehreman û egîdê demê’’ pênase kir û rastiya şer û têkoşîna wî wiha anî ziman: ‘’Tecrubê û hewldanên hevalê Dijwar tovê xwe reşand û encam jî dan. Hevalê Dijwar digot; ‘Doza me mezin e em dest ji vê dozê bernadin.’ Xeyala wî ew bû ku civaka Êzidî bibe xwedî statu, yekîtiya wan çêbe. Wî digot, ‘Xweseriya me bi yekîtiya me ve girêdayî ye.’ Ji bêtifaqiyê gelek aciz bû, ji kesên bêxîret acis dibû. Em ê wekî hevalên wî rêya wî her dem bişopînin, em ê heya dawiyê di nav têkoşînê de bin. Wê ala hevalê Dijwar li Şengalê her dem bilind be. Heya xweseriya Şengalê neyê misogerkirin, heya civaka Êzidî negihêje mafên xwe, heya yekîtiya civaka Êzidî çênebe wê têkoşîna me berdewam bike.’’

‘Em ê tu carî li hemberî xayîn û xwefiroşan bêdeng namînin’

Riham Hico di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola xiyanet û hevkariyê ya di şehadeta Dijwar Feqîr de û wiha dawî li axaftina xwe anî: ‘’Hevalê Dijwar li hemberî DAÎŞ’ê şer kir û bi ser ket. Em dizanin eger ne ji xayîn û xwefiroşan be, wê dewleta Tirk nekariba hevalê Dijwar şehîd bixista. Em di salvegera şehadeta wî de dibêjin, em ê tu carî li hemberî xayîn û xwefiroşan bêdeng namînin. Kî dibe bila bibe wê hesab ji wan were pirsîn. Di baweriya Ezdatiyê de cihê xiyanetê nîne, însanê ku xiyanetê bike ew ji nav civakê tê avêtin. Her kî xiyanetê bike em ê bêjin ew kes ne Êzidî ye, ew ji baweriya xwe derketiye û xwefiroş e. Tola wî wê were hilanîn. Bi hezaran şagirtên hevalê Dijwar hene ku doza wî bişopînin. Hevalê Dijwar wekî doza xwe mezin e.’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar