Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şehîd fermandarê me ne

Di dîrokê de mijara ku herî zêde li ser leystok hatine pêşxistin û hatiyê berovajîkirin Şehîd û saziyên Şehîdan e. Bi taybetî jî di pêvajoyên şoreşan de ev mijar xwe zêdetir dide pêş. Kesên ku di bîranînên wan de, di armanca wan yên şer de neguncav tevger dikin, cihê ku li ser van bingehan encam derxînin, ji bo berjewendiyên xwe weke amûrek kar tînin ne kêm in. Saziya Şehîdan, bîranînên nirxên mirovahî û ev nirxên ku di pêvajoyên girîng de derketine holê ye. Ev bîranîn xistina çîrok, heta di her salvegerên wan de bi bîranîna wan sond xwarin ne vale ye. Ev dibe sedema şer. Di vê wetayê de xwe nêzkirin û li hemberî kesên ku rastiya wan berovajî dikin re têkoşînkirin giring e. Bê gûman, çawa ku di têkoşîna çînayetî û di her aliyên şerê gelan de, li vir jî bi aweyekî berfireh li hemberî dijberîtiyê têkoşîn tê jiyankirin. Çawa ku hin kes hene vê rastiyê li gorî paşverotiyên xwe, berjewêndiyên kesî, malbatî, teng, xweperest û çînayetî digirin dest hene, di heman demê de kesên ku ji ve rastiyê encamên mezin yên ji bo mirovahiyê derxinin û vê rastiya dixin bin xizmeta dad û wekheviya mirovahiyê jî hene. Dema ku me ev saziya hêj baştir lêkolînkir rastî jî em ê bibînin ku, bîranînên ji bo armanca xwe feda kirine, xaleke ku têkoşîna wê xwe gihandiye lûtkeyê ye. Ji bo vê jî cihê ku bi şêwazê paşverû werin bîranîn pêwîste bi aweyekê şoreşgerî werin bîranîn, ev jî weke pêwîstiyeke têkoşînê derdikeve holê.

Di tevgerekê de hevgirtin, cîdiyet û bi armanc tevgerkirin, bingeha xwe ji ruhê endamên wê yên ku bi çavkorî hebûna xwe yên herî bi nirx, hêja ji bo armancên herî pîroz fedakirina wan digire. Ger em bixwazin hevgirtina tevgerekê fêm bikin; wê demê, endamên wê tevgerê, di rewşên herî zehmet yan jî rewşên ne zehmet de li pêşwazî kirina hemû zor û zehmetiya û dema ku hat xwastin ji mirinê re amede bûyîn û ne amede bûyîna wan binêrin. Bi rastî jî bi vî aweyî tê fêmkirin û di sepandina wê jî bi wî aweyî be, wê demê ew rêxistin rêxistineke pir cîdî ye. Lê belê ger bi daxwazên ketîbûn û rojên rehet bi aweyekê li ser nirxan xwe bide jiyankirin, di rojên herî zehmet de jî weke mirîşka daristanan ku ji bo goştê wê tê nêçirkirin tê sorkirin be; wê demê gotinên wan çidibe bila bibe bi xeterin. Dozeke weke doza gel, şerê pîroz, şereke ku her tiştên bawerî digire nav xwe pêwîste nexin destên wan û ev kesên wiha werin aşkerekirin ku kesê bi vî aweyî erkên ku ji wan tê xwastin bi cih nayînin. Ger ji bo dozekê mirin hebe, wê demê mezinkirina wan hêjayê û layiqî wê mezinkirinêne.

Piştî ku me ev pênase kir, wê demê em ê berê xwe bidin pewîrên wan Şehîdên ku ev nêrînên me dane îspatkirine. Gotinên me, îspatkirina girêdanbûna me ye, ev jî rastiyêke dide diyarkirin; em jî wek xwediyê van gotinan di demên herî zehmet de û di nêvengên herî bi hêz û mezintirîn de, hema bêjin cihê ku wehşet lê jiyan dibe, di zemîneke ku ji xeynî dilê mirov tu amûrek nîne ku tu pê şer bikî û xwe bisperî, yên ku rastiya vê nûnertiya mezin dikin Şehîdên me nin. Hin kes çiqas bixwazin ve rastiyê bi awayekî kêm û bi aweyekî şaş jî bibînin, di vê derbarî de her çêndî xwediyê van nêzîkatiyên çewt jî bin, rastiya ku heyî bi vî awayî ye. Ger were xwastin ku ji bo Şehîdan pênaseyek were kirin, wan di demêke wiha de – herî kêm pir serkeftinên ku pişt re hatine destxistin de- bi hebûna xwe bûyerên remza serkeftinê ne. Pêwîste ew weke kes jî werin dîtin, weke saziyek jî. Ji ber ku ew di demekî ku bi mîlyonan mirov dibûn cangoriyên jiyana xapînok û demeke ku bi her aweyî xiyanetên ku di asta herî bilind de dihatin jiyankirin de, bûne berdevkê rastiyê û dema ku hat xwastin bi tena serê xwe jî be, van rastiyan bi qîrkirînê re dane jiyankirin. Belê ew kesayetên bi vî awayîne. Pir kes nêzîkatiyên weke ku ji wan be karekî pir ji rêzeye, lê karek ne rehete. Îro pir kes bi vî aweyî fêm dikin yan jî, dikevin di nav xapandineke bi vî aweyî de.

Me pirbaş dît ku hin nêzîkatiyên ku bê weta yên li hember şehîdan hene, ev tu bixwaze di pratîkên me de, bixwaze jî di hin pratîkên din de derdikevin holê. Fêm kirina Şehîdan bi kêmek rondikên çavan û jiyana xizim-mirovên wan re hinek hêsanî kirin û tenê bi vî awayî nêzîkatî raberkirin, bi van re sînordar mayîn kêrî tiştekî nayê. Di civaka me de nêzîkatiyên bi vî awayî hene. Ji xwediyên bûyerên bi vî awayî re nirxên madî tê dayîn, yadîgarî tê pêşkeşkirin, bi wan re rondikan dibarînin. Nêzîkatiyên bi vî aweyî tenê xilaskirina rojevê ye, ji xwe nêzîkatiyên bi vî aweyî ne ji bo xilaskirina wate dayîna girêdanbûyîna Şehîdane. Di destpêkê de heya niha me tu carî li hemberî van nêzîkatiyan xweşdarî raber nekiriye. Pişt re jî me ev sekna xwe li hember hemû bûyerên Şehîdan berdewam kir. Me Şehadet, weke ji bo miriyekê/î rondikên çavan barandin, dilê mirovên- malbatên wan xweşkirin nedît û bi wî awayî jî em nêz nebûn. Ji ber ku Şehîdên me nirxên me yên jiyanîne. Her çêndî di milê bedenî de ne di nav me de jî bin ew bi giyan û hişmendiyên xwe bûne sazî.

Ji vê sedemê ye ku em dibêjin; Şehîdên me nirxên me yên herî rastin. Em têne şervanên ku di bin fermandariya wan ya pîroz de, di rewşek tevgerkirinê de ne. Ev pênase nepiroleye(abarti). Ger em jiyanê di rastiya hizrandinên şoreşgertiyê de– ev teqabûla rastiyê dike- ger vê wek ponijandineke fêm dikin, jiyaneke din cuda wê çi wetaya xwe hebe? Parastina zîndîbûna hebûna me ya fîzîkî, tevger kirina dest û lingên me, xebitîna hestên me çi wetaya xwe nîne. Ger em jiyanê di asteke ev qas jêrde fêm nakin, dibînin û nû de avakirina civakê, bi armanca afirandinê bi şêweyê şoregertiyê ketin vê rê. Ji xwe di nav van armancan de hebûna herî bi wate ku pêwîste em vê rastiyê qêbûl bikin, Şehîd û yên ku bi rastî jiyan dikin e. Mezin kirina wateya jiyanê, ya rastî pirkirina Şehîdan pêwîste em vê jî di rastiya hevalên destpêkê ku bi şêweyên xwe artêş dane avakirin de fêm bikin. Ev di heman demê de tê wetaya hilbijartina riya herî rast ya ber bi serkeftinê ve.

Bi barandina rondikan, caran ketina hewayê bîranînen sexte, nêzîkatiyên bi vî aweyî nabe bersiva bîranînên Şehîdan. Weke hêza rêxistinî, weke hêza çalakî, dema ku te hemû êrîşên dijmin valê derxistin wê dême tu girêdayîyî. Girêdanbûnekê ji derveyê vê negirêdanbûne, demogojiye her wiha qasî îxanetê hilweşînere. Têkoşîna me di wateyek din de, layîqê Şehîdan derketine.

Ger em girêdanbûyîna xwe ya bi Şehîdan re bi aweyeke; “laşe me perçe perçe bû, ne gengaze ku carek din zîndî bibe’ bigirin dest û bi vî aweyî nêzîkatî raber bikin wê demê, yek heqereta ku herî mezin pêşî dijmin em ê li wan bikin. Em dikarin bêjin ku wêrektiyek bi vî aweyî bi serê xwe bê exlaqiyeke herî mezin e. Bi rastî jî yên ku herî zêde bi Şehîdên me re jiyan dikin, di nav giraniyeke pir kûr dane û bi wan re di nav têkîliyê dene, di rastiya Şehîdan de, dîtina serkeftin û ditîna jiyanê, bi bîranîna Şehîdan re vê rastiyê bi aweyekî vekirî dadixîne holê. Em dizanin gelê me bi windakirina nirxekî herî ji rêzê jî, çiqasî berdikeve û bi keser dibe. Lê belê, tevî ku PKK’ê ev qas Şehîd dan carnan em dibin şahîdê rexneyên bi vî aweyî yên gelê me; “gelo nikarîbûn hindek din bi dîqat tevbigeriyana, ma nikarîbûn xwe berfirehtir kiribana û tevlibûnên xwe ji bo tevgerê zêdetir kiribana?” Gelê me, bi çi şêwayî jiyaneke din napejirîne. Têne ber bi çûyîna van armancên pîroz dipejirîne. Li hemberî bîranînên Şehîdên me, nêzîkatiyên gel bi vî aweyî derdikevin holê. Ev rastî îro bi aweyeke resan berbiçave û ev jî pêşketineke ku di asteke girîng de, wêrektiyê dide. Gelekî weke gel ê me, ku di bin hemû mercan de hebûnên xwe, yên hêja amedene ku her tiştên xwe bidin, di van mercên heyî de Şehadetên ku hatine jiyankirin bi xwe re rêzdariyeke pir mezin, girêdanbûn û bi feraseta fedakariyek mezin û alikarî dayîn hatiyê pêşxistin. Vê jî bi aweyekî vekirî radixe berçavan. Ev jî rastiyêke dide diyarkirin ku Şehîdên me; jiyana gelê me ya rast tîne ser ziman, zîndîkirina wan û di encam de jî ev rastî bi dengvedana gel îspat dibe.

Mesafeya ku di navbera me û Şehîdên me de kurt e. Hêja duh em bihemûyan re bûn. Kesayetê bi vî awayî em di civaka xwe de pir diafirînin. Di pêvajoya pêşiya me de bi aweyeke berfireh em ê pêşbêxin. Ez bidim diyarkirin ku me di pêvajoyên herî zehmet de, hebûnên partiya me yên herî bi nirx, dema ku ber bi Şehadetê vê dibin, em vê ji bo ku mîlyonan rakin ser piya dikin. Dema ku bi milyonan mirov rabûn ser piyan, heqîqeta ku nûnertiya wê dikin û gûhertina ku wê di şoreşê de bide avakirin pêşxist ew dem tu hêz nikare pêşiya vê astengî ava bike. Rabûna gel ya li ser piya, rastiya herî mezin e û rastiya gûhartina şoreşgertiya herî mezin e. Dema ku em îro partî ber bi gelbûyînê ve dibin, ber bi arteşbûyînê ve dibin, dema em dibêjin pêywîra me yê herî sereke ew e ku avakirina van saziyan e, dema ku em dibêjin li vir hêza herî sereke û ya ku bi rê ve dibin Şehîd in. Pêwîreke me ya girîng di asteke girîng de pêkanîna wan, me bi zelalî û vekirî daye diyarkirin. Girêdanbûyîna bîranîna Şehîdan peywîreke me ye û çi were xwestin wê were bi cih anîn. Ya ku dimeşe ev e; yên ku dimeşe Şehîdin, Şehîd fermandarê me ne.

Têkoşîna me di weteyek din de têkoşîna layiqî Şehîdan bûyîn e. Têkoşîna me di demên ku qet ne amede û li hemberî zehmetiyên heyî de bûna xwedî hêz û di vê derbarê de, li hemberî Şehîdên me yên ku di destpêkê de zehmetî kişandî re rêz nîşandayîn, neketina berovajî bîranînên wan e. Ji ber çi çûbûn – pêwîste ji armanca wan re nêzîktiyek dilsozî were raberkirin. Qasî ku serê xwe netewîne, ew qas jî bi hesanî neketin û jiyankirina bîranînên wan bingeh girtin. Şahîde tevgerekeye; yê tevgerekê, rastiya partiyekê ye.

Ya ku PKK’ê dike PKK hinek jî nêzîkatiyên ji Şehîdan yê bi vî aweyî bingehê xwe digire ye. Ev nêzîkatiyeke pir mezine. Nû zîndîkirin, gotinên ku digotin qet serkefitin çênabe wan di wir de serkeftin dane avakirin, ên ku qet bawerî tunebû, anîna asta baweriyê, bi rastî jî tiştên ku dijmin qet hesabe wê nekirî, pir serkeftinan di hemêza xwe de dane avakirin, nêzîkatiyeke Şehîdan e.

Ez çavdêriyek im. Dem dem min ev nav jî li xwe kiriye. Çavdêriyekî bîranînê Şehîdan im! Ev jî erkeke girîng e. Rêbertî, dizane di riya Şehîdan de birêve bibe, di heman demê de jî wî çavdêrî dike.

Pêwîste hûn bizanibin ku Rêbertî, di bingeh de bi girêdanbûna Şehîdan jiyankirin, wesiyeta wan siyasî, bîrdozî, daxwazên wan yên rêxistinîne, hewildan raberkirin, bi cih anîna daxwazên wan û bi zanabûna bersiv dayîna bîranînên wan, rastiyeke ku heya roja me hatiye. Rêbertî ev e.

Taca me ya xweşîkbûnê ji mêj de ji serê me girtine û li erdê xistine. Bi vî şerî re em ê carek din tacê derbasî serî bikin. Ji xwe bi aweyek din jiyan hatiye qirêjkirin, qasî ku mirov nikare nêz bibe ketiyê bin piyan hatiyê rizandin. Herî kêm piştî vê şûnde- medem em di bin fermandariya wan de ne-ji bo hûn hewil bidin bi şêwazê Rêbertiyê bibin layiqî wan, pêwîste hûn bê kêmasî hêza xwe bi pîvan, rakin û danîn, ziyana ku heya nihe we daye van telafî bikin, daxwaza min ew e ku hûn bizanibin deynê xwe bidin û bi zanabûn hildin ser xwe.

Nûçeyên Têkildar