Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Şehîd Mizgîn fermandar têkoşer şoreşger û hunermend bû’

Endamên Koma Şehîd Mizgîn diyar kirin ku şehîd Mizgîn di qadên çandî û leşkerî de lehengiyeke mezin nîşan da. Lew ra bûye efsane û senfoniyek, di têkoşîna azadiyê de.

11’ê Gulanê salvegera 31’emîn a şehadeta hunermend şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) e. Şehîd Mizgîn bi dengê xwe hunera kurdî ya resen parast û mîrasa hunereke şoreşgerî ya kurdî li dû xwe hişt.

Şehîd Mizgîn di sala 1962’yan de li gundê Bileyder ê bajarê Batmanê (Êlih) ê bakûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Bi dengê xwe yê xweş hat naskirin. Mizgînê di destpêka jiyana xwe de hewl da ku li hember hişmendiya baviksalar û siyasetên qirkirinê yên li ser gelê kurd serî hilde û di sala 1980`yî de tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bû.

Mizgîn piştî rêwîtiyeke dirêj a hunerî li Ewropayê, di 1990’î de vegeriya çiyayên Kurdistanê û  mîsyona fermandariya eyaleta Garzanê  girt. Mizgînê gelek çalakiyên hunerî li dar xistin û hunera şoreşgerî bi pêş xist. Dema ku li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê di 11’ê Gulana 1992’yan de mala ku lê dima ji aliyê leşkerên dewleta tirk a dagirker ve hat dorpêçkirin, şehîd Mizgîn li hember wan li ber xwe da û di dawiyê de şehîd bû.

Li ser şopa têkoşîna hunerî ya şehîd Mizgîn, gelek saziyên çand û hunerî hatin avakirin. Rêjeya jinan di nava saziyên hunerî de ji sedî 70 derbas kir. Her wiha zêdetirî 21 komên jinan ên muzîk, stran, govend û şanoyan hatin avakirin. Ji bo vekirina akademiyeke çand û hunerê ya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, amadekarî tê kirin.

Koma şehîd Mizgîn

Yek ji wan koman, Koma Şehîd Mizgîn a stranan e. Koma Şehîd Mizgîn ji bo bîranîna wê di sala 2019’an de hat damezirandin. Kom ji 8 jinan pêk tê ku temenê wan di navbera 40 heta 60 saliyê de ye. Armanca komê parastina kevneşopa hunera kurdî ya şoreşgerî ye ku şehîd Mizgîn li pey xwe hiştiye.

Koma Şehîd Mizgîn beşdarî mîhrîcan û boneyên wekî Newrozê, Roja Jinan a Cihanê û tevahî çalakiyên çandî û hunerî dibe ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tên lidarxistin.

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Şehbayê û endama Koma Şehîd Mizgîn Guney Mistefa di kesayeta şehîd Mizgîn de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku ji bo dilsoziya bi şehîd Mizgîn re ev kom ava kirine.

Gunay Mistefa wiha axivî: “Şehîd Mizgîn jina kurd a resen temsîl dike û karîbû bi hêz û îradeya xwe rastiya felsefeya şoreşa azadiyê temsîl bike.”

Guney Mistefa destnîşan kir ku ew hêz û îradeya xwe ji kesayeta şehîd Mizgîn werdigirin û hêvî dikin ku koma xwe mezintir bikin.

Guney Mistefa wiha lê zêde kir: “Em hewl didin koma govenda folklorîk jî damezirînin. Şehîd Mizgîn di qadên çandî û leşkerî de lehengiyeke mezin nîşan da.”

Endama Koma Şehîd Mizgîn Fatme Silêman jî diyar kir navê şehîd Mizgîn ku li komê kirine, gelek wate û nîşaneyan di nava xwe de digire û got: “Ji ber ku şehîd Mizgîn fermandar, têkoşer, şorşger û hunermend bû û bandoreke mezin li jinan kir, jin mîrasa wê diparêzin.”

Fatme Silêman sedema tevlêbûna xwe ya nava komê spart hezkirina xwe ji şehîd Mizgîn re û mohra ku li têkoşîna hunerî daye. Her wiha got: “Şehîd Mizgîn jina şoreşger temsîl dike ku mîna wê di cihanê de kêm in.”

Fatme Silêman di dawiya axaftina xwe de got: “Şehîd Mizgîn efsane û senfoniyek e ku mirov nikare heqê wê bide. Şehîd Mizgîn hişt ku em xwe, çanda xwe û dîroka xwe nas bikin, hişt ku em xwe îfade bikin. Şehîd Mizgîn bi dengê xwe û têkoşîna xwe ya wekî fermandar bandoreke mezin li rewşa jinên kurd kir, ji ber vê yekê cihê wê li cem me taybet e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar