Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

‘Şehîd Viyan di şert û mercên dijwar ên başûrê Kurdistanê de dest bi têkoşînê kir’

Viyan Caf şeva 1 li ser 2’yê sibata sala 2006’an li herêma Heftenînê li dijî komploya navdewletî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hewildanên tasfiyekirina PKK’ê ya di hundir de çalakiyek fedayane lidarxist.

Leyla Walî Hûseyîn bi nasnav Viyan Caf yan jî Viyan Soran di sala 1981’an de li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê. Di temenê zarokatî ve ji sîstema zilmê û civakî hesiyaye û qebûl nekiriye. Lewma timî dijî hişmendiya kevneperest a jin bê îrade kiriye ra dibe. Lewma dikeve nava lêgerînê, di encama nakokiyên xwe yên bi pergala mêr ya di nava eşîret û malbatê de biryara ketina ser rêyeke nû dide.

Şehîd Viyan weke nivîskarek bihêvî têkildarî pirsgirêk û azadiya jinên kurd û hizrî, siyasî û civakî gelek gotar û lêkolînan dinivîse. Bi pêşengiya Rêber Ocalan ku gotibû, ‘Şoreşa başûr şoreşa jinê ye’  Şehîd Viyan weke berpirsyariyek dîrokî rola rêveberiya jinan li başûr dilîze.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê yên Başûr Wehab Ehmed têkildarî kesayetiya Şehîd Viyan ji Rojnews’ê re axivî û got: “Li ser gora Şehîd Aram û heta  ya Şehîd Viyan bejna xwe li ber tevahiya şehîdên Kurdistanê ditewînim. Ew têkoşîna fikrî ya li başûr di kesayetiya Şehîd Aram de derket, di xebata Şehîd Viyan de berdewam kir. Têkoşîna ji bo azadiya gelê kurd û Kurdistanê, di kesayetiya Şehîd Aram û Şehîd Viyan de zindî bû. Bi awayê ku îro em dibînin gelê me li hemberî dagirkeran têkoşînekî nû destpê kirine.”

‘Şehîd Viyan di şert û mercên dijwar ên başûrê Kurdistanê de dest bi têkoşînê kir’

Wehab Ehmed têkildarî riya berxwedana azadiyê ya Şehîd Viyan hilbijartî jî wiha anî ziman: “Bi berfirehbûna têkoşîna fikrî ya Rêber Abdullah Ocalan û xebata PKK’ê ya li başûrê Kurditanê, kesayetiya Şehîd Viyan weke her hevalê, her ferdekî başûr, bandoriya vê şoreşê Ii ser hebû. Bi taybet ji aliyê jinan ve, ji ber ku fikrê Rêber Ocalan têkoşînekî ji bo fikrê jinan e. Ji bo rêxistinan jinan a ji bo azadiyê ye. Vê jî bandoriyek mezin li ser heval Viyan çêkir. Şehîd Viyan di şert û mercên dijwar ên başûrê Kurdistanê de dest bi têkoşînê kir û serî li riya xebata azadiyê da. Wê demê ji bo jinan zehmet bû vê riyê hilbijêrin. Lê, bifikir û bawerî û hêza xwe karî beramber hişmendiya kevneperest a başûr raweste û riya xwe ya rast bibîne.”

‘Kesayeta Şehîd Viyan agirek cuda da têkoşîna azadiya gelê kurd’

Wehab Ehmed diyar kir ku tevî ku Şehîd Viyan li dibistanê pêşkeftî bû, dest jê diberde û têkoşînek nû dihilbijêre û wiha domand: “Ew jî tevlîbûna nava refên PKK’ê bû. Piştre bi riya perwerde û têgihîştina fikrî û îdeolojî berfireh dike. Timî hewl dide fikir û riya hilbijartî bike malê tevahiya gelê Kurdistanê û gelên bindest. Bi taybet ji bo têkoşîna jin û bidestxistina azadiyê. Şehîd Viyan, bi riya perwerde û tevlîbûna Ii nava PKK’ê karî xwe pêş bixe. Vê yekê jî wiha kir ku qonax bi qonax weke pêşeng û rêberekî rol bilîze. Kesayeta Şehîd Viyan agirek cuda da têkoşîna azadiya gelê kurd.”

Wehab Ehmed diyar kir ku hesreta Viyan Caf dîtina Rêber Ocalan û ji ber komploya navneteweyî ya li ser Rêber Ocalan nekarî bigihîje hêviya xwe û wiha pêde çû: “Di çarçoveya xebat û têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo de, Şehîd Viyan kesayet bû, di 8’emîn salvegera komployê de, bi giyanê xwe zenga agahdarkirina lê da, ji bo ku kesên di xefletê de bûn, li hemberî metirsiya li ser gelê kurd hişyar bin. Niha weke pêşengekî ji bo têkoşîn û xebata azadiya girîng dinirxînin. Hewl didîn bi azadiya Rêber Apo hêviya tevahiya şehîdan pêk bînîn.”

‘Bandoriya Şehîd Viyan Caf li ser ciwanan û tevahiya xelkê Kurdistanê hebû’

Wehab Ehemd destnîşan kir ku di konferans û kongreyan de şehîd Viyanî ji nêz ve dîtiye, di hemû astan de kesayetek bû, gotin, hewldan, nêrîn û rêxistinkirina têkoşîna wê ya li başûrê Kurdistanê bandorek mezin li ser wî kiriye.  Endamê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê yên başûr Wehab Ehmed herî dawî got: “Bandoriya Şehîd Viyan Caf li ser ciwanan û tevahiya xelkê Kurdistanê hebû. Bi awayekê ku malbatan zarokên xwe bi navê Viyan nav kirin. Peyama vê yekê ji didin ku ji bo qonaxa pêş rênîşanderek bû. Heta ku bikarin encamek baş jê bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar