KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

‘Şehîd Welat li ser xeta azadiya jinê bû milîtaneke xeta PKK-PAJK’ê

HPG'ê ragihand ku gerîla Welat Arjîn Tolhildan (Emîne Ekmez) di encama êrîşa artêşa tirk a dagirker de şehîd bû û ev tişt parve kir: “Hevrêya me bi jiyana xwe ya dilnizm û sekna xwe ya bêteredût a li ser xeta azadiya jinê, cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîla Welat Arjîn Tolhildan (Emîne Ekmez) de daxuyaniyek da û ragihand ku di 8’ê kanûnê de li herêma Metînayê, milîtana Apoyî ya hêja hevrêya me Welat Arjîn Tolhildan şehîd bû.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Hevrêya me Welat ku bi dilxwaziya azadiyê hat çiyayên Kurdistanê û bi felsefeya Apoyî bi bask bû, her tim têkoşîneke mezin nîşan da, bi dilsoziya bi nirxên azadiyê bû milîtaneke PAJK’ê ya mînak. Hevrêya me her tim mezinkirina têkoşînê ji xwe re kir armanc, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me ji xwe re kir pîvan û bi keda xwe ya pîroz veguherî milîtaneke mînak. Bi sekna xwe ya bêteredût a li ser xeta azadiya jinê, bi jiyana xwe ya dilznim cihê xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de girt, bi fedakariya xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê.

Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Welat ku jineke leheng a kurd mezin kir, bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soza ‘Rêberê Azad, Kurdistana Azad’ ya ku me dan şehîdên xwe, di şexsê hevrê Welat de careke din dubare dikin.”

Di daxuyaniyê de agahiyên li ser nasnameya Welat Arjîn Tolhildan hatin parvekirin û hate gotin:

Nasnav: Welat Arjîn Tolhldan
Nav paşnav: Emîne Ekmez
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Adalet-Mehmet Nazîf
Dem û cihê şehadetê: 8’ê Kanûna 2023 / Metîna

 

Hevrêya me Welat li Bismil a Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku malbat û derdora wê welatparêz bû, her wiha li Amedê mezin bû ku têkoşîna me lê xurt e, partiya me PKK zû nas kir. Weke her jin û ciwaneke Kurd rastiya dijmin ji kiryarên qirkeriyê yên dijmin nas kir, hîn biçûkanî kete nava nakokiyan. Weke miroveke Kurd, mecbûriyeta hînbûna zimanekî cuda û perwerdeya bi vî zimanî, nakokiyên wê hîn giran kir. Her wiha ji ber zext û komkujiyên ku dijmin li gelê me dikir, ku ji bo maf û azadiya xwe têdikoşe, hevrêya me Welat rastiya dijmin hîn baştir nas kir û têgihişt. Ji ber vê yekê jî li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin, dil û bala xwe çû ser gerîla û partiya me PKK’ê ku ji bo azadiya gelê me li ser xeta fedaîtiyê şer dikin. Weke jinekê nêrîna dewlet û civakê ya li jinê her tim bi pirsgirêk dît, çarçoveya kevneşop a ku civak li jinê ferz dike tu carî qebûl nekir, her tim lê pirsî. Ji ber vê yekê jî lêgerîn û eleqeya wê ya ji bo azadiya jinê zê destpê kir. Hevrêya me Welat piştî ku tespîtên balkêş ên Rêber Apo yên têkildarî azadiya jinê xwend, di asteke girîng de bersiv ji nakokiyên xwe re peyda kir.

‘Canê xwe ji bo azadiya gelê me kirin çeper’

Hevrêya me gihîşt wê baweriyê ku bi hêza ji nêrînên Rêber Apo wergirtî ji bo azadiyê divê têbikoşe û dema ku diçû zanîngehê tevlî nava karên ciwanan ên welatparêz bû. Di pêvajoya karên ciwanan de rastiya têkoşînê hîn bêhtir fêhm kir û her roj hîn bêhtir tevlî bû. Ji aliyekî vê têdikoşiya, li aliyê din jî di îdeolojiyê de xwe timî bi pêş ve dibir. Piştî ku demekê di nava karên ciwanan de ma, derbasî nava karên civakî û çapemeniyê bû, tempoya xwe ya têkoşînê di vê demê de hîn mezin kir. Hevrêya me fêhm kir ku azadiya gelê me tenê bi kadroyên pêşeng dibe, her tim bi vê îdîa û biryardariyê têkoşiya. Dema ku ji bo azadiya gelê me têdikoşiya, ji aliyê dijmin ve du caran hate binçavkirin. Li dijî polîtîkayên zext û tepisandinê yên dijmin her carê sekna pêwîst nîşan da û bi mezinkirina têkoşînê berseiv da. Di serî de li Sûrê Berxwedana Xwerêveberiyê ya dîrokî ya li gelek bajar û navçeyan bandoreke mezin li hevrêya me Welat kir. Hevrêya me Welat li hemberî komkujiyên dijmin ên li dijî gelê me bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêya me ji xwe re kir deynek ku hesabê komkujiyan ji dijmin bipirse û kete nava lêgerîna mezinkirina têkoşînê. Di heman demê de ji bo xwedîderketina li bîranîna şehîdên me ku canê xwe ji bo azadiya gelê me kirin çeper, gihîşt wê baweriyê ku divê têbikoşe û têkoşîna herî xurt jî li çiyayên Kurdistanê tê dayin. Lewma biryar da ku beşdarî nava refên gerîla bibe. Piştî ku zanîngeh qedand, di sala 2016’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji Amedê beşdarî nava refên gerîla bû.

Şervaneke şareza ya YJA Starê û milîtaneke PAJK’ê bû

Hevrêya me Welat piştî ku demekê li herêma Amedê gerîlatî kir, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li vê derê beşdarî nava perwerdeya şervanên nû bû. Jiyana li çiyê û gerîla bi hemû detayan hîn bû, bi coş tevlî nava jiyanê bû. Hevrêya me Welat ku tevlîbûneke bi zanebûn pêk anî, ji xwe re kir karê bingehîn ê sereke ku di felsefeya Rêber Apo de kûr bibe û xwe bigihîne kesayetiyeke Apoyî. Hevrêya me ku di nava sîstemê de diçû du zanîngehan, li nava refên gerîla bi perwerdeya wergirtî bû xwedî danheviyek qat bi qat a perwerdeya zanîngehê. Hevrêya me Welat hemû perwerde fêhm kir, têgihişt û di cih de xist pratîkê. Di demeke kurt de di kesayetiya xwe de guhertinên girîng pêk anî. Hevrêya me hewl da Îdolojiya Azadiyê ya Jinê fêhm bike, bibe jineke azad û bi vê mijarê re di nirxandin û parêznameyên Rêbertî de xwe kûr kir. Hevrêya me têgihişt ku pêşengiya jinê pêwendiya xwe bi sekna di pîvanên azadiyê de heye, di vê mijarê de tawîz neda û bêteredût meşiya. Bi perwerdeya wergirtî û kûrbûna xwe bû şervaneke şareza ya YJA Starê û milîtaneke PAJK’ê. Hevrêya me Welat demekê tevlî nava karên Komalên Ciwan bû. Di vî karî de ku berê jî cih girtibû, bi tecrûbeyên xwe di rêxistinkirina jin û ciwanên Kurd de û tevlîkirina li têkoşîna azadiyê de kedeke girîng da. Hevrêya me Welat piştre beşdarî kar û qadên cuda bû, li her qadê jî bi sekna xwe ya milîtanî, hevrêtiya xwe ya xurt û dilsoziya bi nirxên azadiyê re li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Bi saya kesayetiya xwe ya jêhatî û xurt, di her karî de di demeke kurt de bû pispor, armancên xwe her tim mezin kir. Hevrêya me diyar dikir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî neyê misogerkirin û armanca azadiyê ya gelê me neyê pêkanîn wê xwe serketî nebîne û ji bo vê armanca xwe jî pêk bîne bi ked û fedakarî têkoşiya.

Di sala 2021’an de ku êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê destpê kirin, hevrêya me xwest ku biçe qada şerê herî giran, di vê yekê de israr kir û li herêma Metînayê beşdarî nava berxwedana dîrokî bû. Hevrêya me gihîşt wê baweriyê ku tenê bi taktîkên gerîla yên dema nû li dijî êrîşên dijmin têkoşîneke xurt dikare bê meşandin û bi vê armancê her roj xwe hîn bêhtir perwerde kir û bû gerîlayeke profesyonel. Li herêma metînayê tevlî karên li gelek qadan bû, bi kedkarî û fedakariya xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Dema ku dijmin li hemberî Metînayê dest bi êrîşê kir, ji bo barê hevrêyên xwe yên li tunelên şer li ber xwe didin sivik bike, hevrêya me Welat kete nava hewldanan û beşdarî gelek çalakiyan bû, bi vî rengî ji hevrêyên xwe re bû alîkar. Hevrêya me di her kêliyê de hevrêyên xwe yên li tunelên şer li ber xwe didin hîs dikir, ji bo hêjayî têkoşîna wan be bi tempoyeke hîn bilind tevlî kar bû. Bi kesayetiya xwe ya durust, sade, kedkar û biryardariya li ser azadiya jinê, bû milîtaneke xeta PKK-PAJK’ê. Hevrêya me Welat di 8’ê kanûna 2023’yan de li herêma Metînayê di êrîşa dijmin de şehîd bû û têkoşîna xwe di asta herî bilind de qedand.

Hevrêya me Welat kêliyên gelekî hêja ji me re hişt ku neyên jibîrikrin û wezîfeyên şoreşê yên girîng ji me re hişt ku divê teqez bêne biserxistin. Em soz didin ku armancên hevrêya xwe Welat bi cih bînin.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar