Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şehîd Zinar bi xeta berxwedanê ya fedaî ya gerîla re dilsoz ma

HPG'ê Zinar Amed ê li Mûşê şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got: "Hevrêyê me Zinar ku fermandar û milîtanekî pêşeng bû, bi pratîka xwe ev yek nîşan da û heta nefesa xwe ya dawî li ser xeta Zîlan bû fedaî."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê şehadeta fermandar Zinar Amed de daxuyaniyek weşand. HPG’ê diyar kir ku  hevrê Zinar di 27’ê mijdara 2018’an li Milazgîr a Mûşê di şer de bi giranî birîndar bû, ji bo nekeve destê dijmin şehîd bû û wiha domand: “Hevrêyê me Zinar zanîbû ku teslîmiyet ji xiyanetê ne cudatir e û weke milîtanekî Apoyî tu carî qebûl nekir ku xwe teslîmî artêşa tirk a dagirker bike ku dijminê mirovahiyê ye. Bi xeta berxwedanê ya fedaî ya gerîla re dilsoz ma. Hevrêyê me Zinar ku bi jiyan, têkoşîn û şerê xwe bû yek ji mînakên bêhempa yê fedaîtiyê, weke fermandarekî pêşeng ê Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt. Di serî de malbata wî ya hêja ku milîtanekî hêja yê weke hevrêyê me Zinar mezin kir û tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me kir, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Zinar Amed bi vî rengî ne:

Nasnav: Zinar Amed
Nav paşnav: Alî Akbaş
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Hasîme Sûltan – Îzzettîn
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Mijdara 2018 / Mûş

 

HPG’ê der barê jiyana şehîd Zinar de ev agahî parve kir:

“Hevrêyê me Zinar li bajarê qedîm ê Kurdistanê Amedê ku di têkoşîna me ya azadiyê de bûye sembol û keleheke berxwedanê ye, li nava malbateke welatparêz a dilsozê nirxên Kurdîtiyê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû, hevrêyê me Zinar jî bi çand û kevneşopiya Kurd mezin bû. Di salên 1990’î de tevgera me li bakurê Kurdistanê li qadeke berfireh belav bû, ji aliyê gelê me ve hate pejirandin û bi serhildanan hate tacîdarkirin. Gelê me di vê oxirê de gelek berdêlên bêhempa û şehadet da û xwedî lê derket. Artêşa dewleta tirk a mêtinger, qirker û faşîst dema ku li hemberî şerê gerîla têk çû, bi piştgiriya hêzên emperyalîst li Bakurê Kurdistanê bi konsepta şerê taybet dest bi operasyonên nû yên dagirkeriyê kir. Artêşa tirk a dagirker di van operasyonan de bi kiryarên li dijî mirovahiyê û karên kontra bi hezaran welatparêzên me qetil kir. Yên mayî jî cih û warê wan hate şewitandin û hatin koçberikrin. Hevrêyê me Zinar ku ji zarokatiyê ve tevgera me nas dikir, wê demê ji ber ku bav û kekên wî timî dihatin girtin û zext li wan dihate kirin, rastiya dewltea Tirk a dagirker zû nas kir. Ji ber van zext û zordariyan, her wiha şewitandina gund, bi hevrêyê me Zinar re li dijî dagirkeran hêrseke mezin peyda bû. Qedexekirina çand û zimanê me, metirsiya mezin a li ser hebûna me ji aliyê hevrêyê me Zinar ve hate dîtin û red kir ku li dibistanên mêtingeran bixwîne, jiyana xiyaneta li xwe qebûl nekir.

Hevrêyê me Zinar ji bo sekneke hêjayî vê nîşan bide, xwe bi pêş ve bir. Bi bandora derdora xwe ya polîtîk û welatparêz, hevrêyê me Zinar tevlî karên cuda bû. Hevrêyê me Zinar fêhm kir ku heta li dijî dagirkeriyê tênekoşe nepêkane ku hebûna xwe biparêze û azadiyê bi dest bixe, lewma jî têkoşîna xwe bi milîstiyê hîn mezin kir. Hevrêyê me Zinar bi jêhatîbûn, rêbaza xwe ya encamgir û sekna xwe ya fedakar di kar de timî serketî bû. Bi bandora ji nêzîkatî û sekna gerîlayên ku pê re kar dikir, hevrêyê me Zinar biryar da ku têkoşînê hîn mezin bike. Di sala 2007’an de demeke kurt li zindanê hate girtin, li vê derê li dijî dagirkeran di nirxên xwe de israr kir û ji rêya xwe şaş nebû. Hevrêyê me Zinar di dema zindanê de kûrbûna xwe zêde kir, zindan ji xwe re kir qadeke perwerdeyê. Hevrêyê me Zinar li zindanê têgihişt ku divê têkoşîna xwe hîn mezin bike. Piştî ku dîlgirtina wî bi dawî bû berê xwe da çiyayên asî yên Kurdistanê ku jiyaneke nû lê tê avakirin.

‘Hewl da bibe hêjayî Rêber Apo û şehîdan’

Hevrêyê me Zinar sala 2008’an li Amedê tevlî nava refên gerîla bû, piştî perwerdeya bingehîn ku bi rengekî serketî qedand, derbasî herêma Erzîromê bû. Hevrêyê me Zinar ji ber tecrûbeya xwe milîstiyê û pêvajoya zindanê, zû hînî gerîlatiyê bû. Bi sekna xwe ya dilsoz, durust, karker û amade, bawerî da hevrêyên xwe. Hevrêyê me Zinar ku kesayetiyeke wî ya kedkar hebû, her ku qîmetê ji kedê re ya li nava PKK’ê fêhm kir, hîn bêhtir ked da û nirx afirand. Hevrêyê me Zinar dixwest bibe şoreşgerê kêliyê, timî xwe bi pêş ve bir û hewl da bibe hêjayî Rêber Apo û şehîdan. Bi hevrêyên xwe re di nava ahengiyê de, bi fêhmkirina hevrêyên xwe, bi nirxên komunal û kolektîf têkoşîn ji xwe re kir esas, bû milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me Zinar bi rengekî çalak tevlî pratîka şer a li vê qadê bû, dema derb li dagirkeran dihate xwestin timî dixwest li pêş be. Hevrêyê me Zinar ku eşqa têkoşînê pê re mezin bû, bi kesayetiya xwe ya bi coş û moral bandor li her qada lê dima kir. Hevrêyê me Zinar ku ji pêvajoyeke pratîkê ya zehmet û giran derbas bû, xwe da têkoşînê û performanseke serketî nîşan da. Hevrêyê me Zinar bi gerîlatiya li Bakur xwe ispat kir û piştî pratîkeke berfireh derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Hevrêyê me Zinar baş zanîbû ku jiyan û pratîka dûrî pêşketinê tê wateya mirinê, bi îdeolojiya Rêber Apo bû xwedî hişmendî. Hevrêyê me Zinar bi têgihiştineke bilind bi fedakarî tevlî pratîka li Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û têkoşîna xwe her timî kir. Hevrêyê me Zinar ji bo karibe di îdeolojiya Rêber Apo de hîn kûr bibe û bersivê bide pêvajoyê, tevlî perwerdeyên îdeolojîk bû. Bi kûrbûna xwe hîn bêhtir xwe analîz kir. Hewl da ku îdeolojiya Rêber Apo hîn bêhtir fêhm bike û bixe meriyetê. Li pêşberî xeta jinê ya azad timî li xwe pirsî û ji xwe re kir armanc ku xwe ji mejiyê serwer ê hezaran salî qut bike. Tevî ku berê qet nexwendibû li nava refên me bi piştgiriya hverêyên xwe, xwe bi pêş ve bir. Hevrêyê me Zinar pêwîstiya kesayetiya kurd a bi perwerdeyê bi tevlîbûna xwe ya bi fedakarî fêhm kir. Hevrêyê me Zinar bi rengekî serketî ji akademiyê mezûn bû, ji bo bersivê bide pêvajoyê xwe ji pratîka herî zehmet re amade kir. Bi hişmendî û îradeya Apoyî, bi feraseteke têkoşînê ya bêeman şer kir. Li hemberî êrîşên qirkirinê yên topyekûn ên dewleta tirk a mêtinger ku sala 2015’an destpê kirin, ji bo hêjayî Rêber Apo û şehîdan bibe careke din pêşniyar kir ku derbasî bakurê Kurdistanê bibe. Hevrêyê me Zinar ku pêşniyara wî hate qebûlkirin bi tecrûbeyên xwe yên mezin weke fermandarê herêmê derbasî Erzîromê bû.

‘Fermandar û milîtanekî pêşeng bû’

Ji ber ku herêm nas dikir, ev yek ji xwe re kir avantajeke mezin û weke fermandar û gerîlayekî şareza dest bi pratîkê kir. Ji sala 2015’an heta kêliya ku şehîd bikeve bi taktîkên afirîner û daxwazeke mezin li dijî artêşa Tirk a dagirker li qadê têkoşîneke bi bandor meşand. Di amadekirina gelek çalakiyan de, di koordînekirin û bicihanîna wan de tevkariyeke bêhempa kir. Hevrêyê me Zinar ku fermandar û milîtanekî pêşeng bû, bi pratîka xwe ev yek nîşan da û heta nefesa xwe ya dawî li ser xeta Zîlan bû fedaî. Hevrêyê me Zinar ku ji bo Rêber Apo û şehîdan xwe da têkoşînê, teslîmiyet weke xiyanetê, berxwedan jî weke serketinê dît. Di kêliyeke bi tenê de jî li teslîmiyetê nefikirî û hêvî ji dagirkeran nekir. Di xeta Bêrîtanan de bû rastiya me. Weke hevrêyên wî em soz didin ku dilsozê xeta têkoşînê ya hevrêyê xwe Zinar bin û di siberojên azad de wî bi bîr bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar