Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Şehîdên Hilêliyê bi dirûşme û tiliyan hatin oxirkirin

Di merasîmê oxirkirina cenazeyên şehîdên komkujiya Hilêliyê de hat gotin ku gelê kurd bi xurtkirina têkoşînê dê tola şehîdan hilîne û hat diyarkirin ku dewleta tirk dê nikaribe gelê kurd û PKK'ê tune bike

Cenazeyên şehîdên komkujiya Hilêliyê kesayetê welatparêz Yûsif Gulo û neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo bi merasîmeke bi heybet ji aliyê hezaran kesî ve li goristana Şehîd Delîl Saroxan ve hatin veşartin. Endamên partiyên siyasî yên kurd, ereb û suryan, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Sûriyeya Demokratîk beşdarî merasîm bûn.

Karwanê oxirkirinê ji çerxerêya Sonî ber bi goristana Şehîd Delîl Saroxan ve bi rê ket. Beşdaran al û sembolên herêmê û pankartên bi nivîsên ‘Bi vîna gelan em ê êrîşa faşîzmê û sixûrên wê hilweşînin’, ‘Em komkujiya hovane ya li dijî malbata welatparêz û gelê kurd şeremzar dikin’ û ‘Em bang dikin û qada hewayî li ber êrîşên Tirkiyeyê bigrin’ hildan, her wiha diruşmeyên ‘Bijî berxwedana Qamişloyê’, ‘Bi can bi xwîn em bi te re şehîd’ û şermezarkirina Erdogan berz kirin.

Karwanê cenaze li goristanê ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin.

Li goristanê merasîmeke hat lidarixistin, ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Paşê endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif axivî û wiha got: “Apê Yûsif jiyana xwe xist xizmeta doza kurd û Kurdistanê, bavê û bapîrê şehîdan e, em îro wî oxir dikin.

Hûn nimuneyê têkoşerên kurd in, we rêyeke nû ji kurdan re xêz ki kir ku serî ji dijmin re danaxe.”

Foza Yûsif di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bi rêya hedefgirtina kesayetên welatparêz dixwaze vîna gelan bişkîne û wiha domand: “Em ji Erdogan re dibêjin, me bi şehîdan dest pê kir, şoreş bi şehîdan berdewam dike û em natirs in ku em şehîdan bidin. Tu kes nikare li hemberî hêz û lehengiya gelê me bisekine.”

Foza Yûsif banga têkoşînê û şopandina xeta şehîdan kir û wiha bi dawî kir: “Ciwanên kurd dê tola şehîdan hilînin û hesab ji sûcdaran bixwazin. Xiyanet wê têk biçe û berxwedan biser bikeve.”

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer êrîşa li ser Qamişloyê bi êrîşeke nemerd bi nav kir û ev tişt anî ziman: “Êrîşên li ser sivîlan têkçûyîna siyaseta rejîma tirk nîşan dide, her wiha îsbat dike ku ev rejîm di îqnakirina hêzên navneteweyî de ku operasyonên leşkerî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bînin têk çû.”

Dayika şehîd Mezlûm Gulo, Necah Gulo wiha got: “Ez û şehîd Yûsif Gulo me bi hev re da ser vê rêyê û me bi hev re têkoşîn kir. Rêber Ocalan dibêje, şoreş mîna trênê ye û stasyon hene, dikare siwareyan rake û zêde bike. Me ji Rêbertî re got, madem hûn Rêber in, em ê bi we re heya stasyona dawî, stasyona serkeftin û azadiya gelê me berdewam bikin.”

Yadê Necah Gulo bang li civata navneteweyî kir û ev tişt anî ziman: “Çima hûn van êrîşan nasekinînin? kesên tememmezin û ciwan têne qetilkirin, hûn bi bêdengiya xwe şirîkên Tirkiyeyê ne, lê bizanibin ku hûn nikarin gelê kurd tune bikin, serkeftin wê para gelê kurd be.”

Piştî axaftinan, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmûs nasnameya her sê şehîdan xwend û radestî malbatê kir. Malbatê diyar kir ku ew bi şehîdên xwe serbilind in.

Ji bo wefedariya bi xwîna hevalê xwe yê şehîd Mihemed Gulo, Cûdî Botan tevlêbûna xwe nava HSD’ê ragihand.

Li ser wesyeta şehîd Yûsif Gulo strana ‘Gava ez mirim’ a Mihemed Şêxo di merasîm de hat guhdarkirin.

Girse cenazeyên her sê şehîdan bi diruşme û tilîliyên dayikan veşartin. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar