Di 9’ê Mijdarê de balafireke bêrmirov a dewleta tirk a dagirker wesayîtek li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê bombebaran kir. Di encamê de kesayetiya welatparêz Yûsif Gulo û her du neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo gihiştin asta şehadetê.
Bi boneya definkirina cenazeyên endamên malbata Gulo, îro bi hezaran şêniyên kantona Qamişloyê ku ji çerxerêya Sonî ya bajarê ji bo oxirkirina şehîd Yûsif Gulo, Mihemed Gulo û Mazlûm Gulo ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan meşiyan.
Bi beşdarabûna bi hezaran şênî, endamên saziyên sivîl û leşkerî, saziyên jinan û partiyên siyasî li goristanê merasimeke bi heybet hat lidarxistin. QAMIŞLO