Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Şehîdên Kobanê bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin

Şehîdên bombebarana dewleta tirk a dagirker a li ser Kobanê, Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa bi merasîmeke bi heybet li goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin

Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî yên herêma Firatê û şêniyên ji  tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmeke girseyî cenazeyên şehîd Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê û Rojîn Ehmed Îsa li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê spartin axê. Her wiha Welat Yelmaz ê ku  berî demekê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bûbû, hat bibîranîn.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan; Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa, Merhef Xelîl Îbrahîm û Welîd Mihemed Menle di êrîşa balafireke bêmirov a dewleta tirk a dagirker de li bajarê Kobanê şehîd bûbûn. Cenazeyên Merhef Xelîl Îbrahîm û Welîd Mihemed Menle duh êvarî li navçeya Eyn Îsayê hatin veşartin.

Endamê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Tolhildan Zerdeşt axivî û got ku dewleta tirk hedefgirtina sivîl ji xwe re kiriye kar û sedema vê yekê bêdengiya navneteweyî ye û diyar kir ku ew xwe naspêrin tu kesî, belê li dijî van êrîşan ew ê xwe bispêrin ciwanên xwe.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî ya dagikirî Sebrî Nibo axivî û ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk a dagirker hewldana qirkirina gelê herêmê dike û bi rêya qirkirina bedenî û şerê derûnî şerê qirkirinê pêk tîne. Lê gelek tiştan paşguh dike wekî ku Rêber Abdullah Ocalan dibêje, me ciwanan dest pê kir û em ê bi ciwanan bi ser bikevin.”

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşê Efendî jî ev tişt vegot: “Li hemberî van êrîşên li dijî me, em ê bêdeng nemînin. Em serî ji tu kesî re natewînin û di şoreşa xwe ya ku me dest pê kiriye û em ê biserbikevin de, em li nîvê rê ne. Em xwediyên karwanê şehîdan e ku ji me re rêya azadiyê bi ruhê xwe xêz kirine û em ê şopdarên rêya wan in.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Piştre cenazeyên şehîd Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê û Rojîn Ehmed Îsa bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar