Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şehîdên komkujiya Cizîrê hatin bibîranîn

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera salên 2015 û 2016’an de qedexeya derketina derve hate ragihandin û ev qedexe 79 rojan berdewam kir. Di 7’ê sibata 2016’an de bi dehan kes li jêrzemînên avahiyên Cizîrê hatin şewitandin û qetilkirin. Şehîdên Cizîrê di salvegera 4’emîn de hatin bibîranîn.

Bi vê armancê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê daxuyaniyek da çapemeniyê. Bîranîn li pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeyê pêk hat û parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz, parlamenterê berê yê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), HDP’a Cizîrê û gelek kes amade bûn. Hevserokê HDP’ê yê Cizîrê Uzeyîr Kilinç daxuyanî xwend.

‘Rewşa mîna qiyametê bû’

Uzeyîr bi bîr xist ku di ser komkujiya Cizîrê re 4 sal derbas bûn ku weke ‘jêrzemînên hovîtiyê’ di hişê mirovan de mane. Uzeyîr got ku di dema qedexeyê de nêzî 300 kes hatin qetilkirin. Uzeyîr wiha domand: “Ji ber bikaranîna çekên giran a di dema operasyonê de li taxên Yafes, Sûr, Cûdî û Nûrê 3 hezar xaniyan ziyan dîtin. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa li navçeyê gotina ‘Rewşeke mîna qiyametê’ bi kar anî bû. Di dema qedexeya derketina derve de mafên mirovan û mafê jiyanê hatin binpêkirin. Mafê jiyanê ku mafê bingehîn ê mirovan e hate binpêkirin. Qedexeya derketina derve ne tenê qedexeyek ji bo derketinêbû, weke ku hate dîtin qedexeya jiyanê bû.”

‘Dixwazin bi ser vê komkujiyê de bigirin’

Di dawiya daxuyaniyê de jî ev tişt hatin destnîşankirin: “Desthilatdariya AKP’ê mîna Komkujiya Roboskê, hewl dide komkujiya Cizîrê jî bide windakirin û bide jibîrkirin. Di pêvajoya hiqûqî û lêpirsîna komkujiyê de gavek nehatiye avêtin û piraniya dozên di vê mijarê de hatine vekirin nehatine şopandin. Weke ku 17 hezar kuştinên kiryarên nediyar ên salên 1990’î, nêzîkatiyeke bi heman rengî li vê mijarê jî dikin. Kiryarên komkujiyên tên parastin. Berpirsyarê vê hovîtiyê desthilatdariya AKP’ê ye. Heta ku kiryar bên cezakirin em ê li pey vê meseleyê bin. Ji yê herî jorê heta yê herî jêrê dê berpirsyar bên darizandin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar