Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şehîdên Pirsûsê hatin bibîranîn

Di çalakiyên bîranînê yên 6’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de, peyama ‘Xeyalên 33 rêwiyên azadiyê li Rojava pêk hat. Erka me ew ku em van xeyalan biparêzin û wan bigihînin tevahiya cîhanê’ hat dayîn

Navenda Nûçeyan |

Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) komek ciwan dixwestin pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin û serdana Kobanê bikin. Lê beriya ciwan biçin Kobanê, li ber Navenda Çand û Hunerê ya Amara DAIŞ’ê êrîşa bombeyî pêk anî û 33 rêwiyên Kobanê qetil kir û gelek kes birîndar kir. Îro salvegera 6’emîn a Komkujiya Pirûsê ye û bi vê wesîleyê qurbanî li gelek bajaran hatin bibîranîn.

Stenbol

Bîranîn li Goristana Gazî ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê hat lidarxistin. Berî bîranînê girse li Mala Cem a Gazî kom bû û bi berzkirina dirûşmeyan heya goristanê meşiyan. Girseyê pankarta ‘Şehîdên Pirsûsê nemirin’ vekirin û bi navber dirûşmeya ‘Ciwan wê hesap ji qatilan bipirsin’  berz kirin. Parlamentera HDP’ê Dersim Dag û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê, axaftin hatin kirin

Endama Lijneya Rêveber a Navenda  SGDF’ê Hîvda Selen, di axaftina kir de wiha got: “Armanca kesên di komkujiyê de jiyana xwe  ji dest dan, ew bû ku piştevaniyê bidin gelê Kobanê û ji bo zarokan pêlîstokan bibin. Em bi hevre Kobanê parast, me got em ê bi hev re ava bikin, li wê derê me gelek şehîd dan û di rêya van şehîdan em ketin rê. Ev 6 sal in em kolan bi kolan têkoşîna edaletê didin. Em ê hesab bipirsin.”

Keça Îsmet Şeker ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Dîlek Şeker jî, da zanîn ku ew berî 6 salan ji bîr nakin û wiha axivî: “Bênavber em li edaletê digerin. Ji bo ku malbat cardin cejnan pîroz bikin, em li edaletê digerin.”

Seroka ESP’ê ya Stenbolê Ezgî Bahçecî jî da zanîn ku kujer û berpirsiyar diyar in û her tim bibin yek û hesap bipirsin.

Parlamentera HDP’ê Dersim Dag jî diyar kir ku berpirsiyarên Komkujiya Pirsûsê yên ku gotin ‘Kobanê ket dê bikeve’ nin.

Amed

Veysel Ozdemîr ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da jî li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezan a Amedê hat bibîranîn. Malbata Ozdemîr, Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye  Tosûn û Semra Guzel, rêxistinên HDP’ê yên Amed û navçeyên wê, endam û rêveberên MEBYA-DER’ê, TUHAY-DER’ê û Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de, dirûşmeya ‘Tu xeyal di nivî de namînin’ hat berzkirin.

Di heman demê de, ji bo Ozdemîr ê ku roja ji dayik bûna wî bû, paste hat birîn. Xwişka Ozdemîr Gulistan Ozdemîr, helbesta bi navê ‘33 rêyên xeyalan’ a nivîsandibû, xwend.

Endama SGDF’ê Helîn Yagmûr Ucî û parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, di bîranînê de axivîn û wiha gotin: “Dewletê bi DAIŞ’ê re ev komkujî pêk anî. Ligel ku 6 sal derbas bûn, hîn berpirsiyar nehatine darizandin. Em ê bi têkoşîn û berxwedanê edaletê pêk bînin. Xeyalên 33 rêwiyên azadiyê, li Rojava pêk hatin. Duh salvegera Şoreşa Rojava bû. Gelan bi hev re jiyaneke nû ava kirin. Erka me ew ku em van xeyalan biparêzin û wan bigihînin tevahiya cîhanê.”

Xwişka Ozdemîr Gulistan Ozdemîr da zanîn ku dê lêgerîna xwe ya edaletê dewam bikin.

Girseyê piştî bîranînê qerefîl danî ser gora Ozdemîr.

Şirnex

Ji 33 qurbaniyên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilkirin Ûgûr Ozkan ê ji Cizîra Botan li ser gora xwe ya li Goristana Asrî ya Cizîrê hat bibîranîn. Malbata Ozkan, parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endamên MEBYA-DER’ê, rêveberên HDP’ê, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.

Beriya bîranînê xwişka Ozkan, Hatîce Ozkan ku rakiribû wêneyê birayê xwe xwest biçe ser gorê lê polîsan ew asteng kirin.

Ji bo qurbaniyan rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê parlamenter Nûran Îmîr axivî û 33 qurbaniyan bi bîr anî û got îktîdar berpirsiyarê vê komkujiyê ye û wiha got: “Nehiştin ez bi wêneyê birayê xwe werim ser gorê. Tevî ku min got ez tedawiya kemoterapiye dibînim jî lê min asteng kirin. Jixwe birayê min ji min girtine, niha radibin çi dixwazin ji me. Canê me kuştin.”

Piştî axaftinan dirûşma ‘Şehîd namirin’ hat berzkirin û gulan danîn ser gora Ozkan.

Edene

Hêzên Demokrasiyê yên Edeneyê jî têkildarî salvegera komkujiyê daxuyaniyek nivîskî dan û xwestin ji bo Komkujiya Pirsûsê edalet were bicihanîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar