Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cuma - 13 Eylül 2024

Şehîdên Qamişloyê bi merasîmekê hatin bîranîn

Bi wesîleya salvegera 8’emîn a komkujiya Qamişloyê, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

8 sal berê çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya giştî kamyoneke bombebarkirî teqand û di encamê de piranî jin û zarok û kalemêr, 62 kes şehîd bûn û 177 jî birîndar bûn. Malbatên şehîdên komkujiya Qamişlo berê xwe da cihê teqînê, wêneyên zarokên xwe hildan. Li wir merasîma bîranîna şehîdan lidar xist. Li cihê merasîmê wêneyekî mezin li ser wêneyên 62 şehîdan hatiye daliqandin.

Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Emîn Îbrahîm şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û got: “Ji ber ku gelê vî bajarî bi aştî û ewlehiyê bawer dike û dijî, çeteyan ev bajar hedef girt. Armanc ji teqînê, derbeyê li mozaîka civakî bidin û vîna gel bişikînin, her wiha tirsê bixin dilên wan, da ku bajêr vala bikin.”

Îbrahîm diyar kir ku di teqînê de piranî zarok, jin û kalemêr şehîd bûn, bi wê yekê xwestin vîna vî gelî têk bibin, lê nizanin gelê kurd xwedî rêxistineke xurt û felse ye. Piştî 15 rojan ji teqînê rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê hat ragihandin. Îbrahîm di dawiyê de soza şopandina rêça şehîdan heta gihandina serkeftin û azadiyê da.

Di dawiya merasîmê de 62 mûm hatin pêxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar