Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şehîdên Raperîna Qeladizê hatin bibîranîn

Navenda Nûçeyan |

Di sala 1974’an de rejîma faşîst a Baas şêniyên navçeya Qeladizê bombebaran kir û di encamê de gelek şehîd û birîndar çêbûn. Piştre di sala 1982’yan dema gel bi merasîmekê dixwest wê karesatê bibîr bîne, rejîmê careke din komkujî li ser şêniyên Qeladizê kir.

Îro ango 24’ê meha nîsanê welatî, malbatên şehîdan û aliyên eleqedar piştî 46 salan ku li ser vê karesatê derbas dibe, merasîmek a bîranîna şehîdan lidar xistin û li hemberî êrîşên dijminan banga yekitiyê li gelê kurd kirin.

Ebûbekir Omer ku welatiyekê Qeladizê ye û birayekî wî di wê karesatê de şehîd bûye da zanîn ku ew sê bira û sê xwîşk bûn û wiha got: “Ji me re dihate gotin ku wê balafir bê û biçin malên xwe. Birayê min di rê de bû û vedigeriya malê ku şehîd bû. Ji bo ku ruhê şehîdên me aram be, daxwaz dikin ku kurd bibin yek. Ji ber ku eger em yek dest û dil bin em ê bikarin li beramberî dijminan rawestin. Daxwaza min ji wezareta şehîdan ew e ku çavên wan li ser malbatên şehîdan be. Ji ber ku niha zêdetir xizmetî malbatên berpirsan dikin û ji hejaran napirsin.”

‘Tu hêzan nekarî vîna gelê Qeladizê bişikîne’

Serokê Şaredariya Qeladizê Aram Mihemed jî di merasîmê axivî û ev tişt anî ziman: “Rewşa erdnîgariya ku Qeladizê heye û soza şêniyên herêmê ya ku bi tevgera azadîxwaziya gelê me heyî, berê jî ji şoreşê re rolê xwe yê landik hebûye. Lewre kir ku rejîma Baas hizra wêrankirina wê herêmê bike. Sala 1974’an bajarê Qeladizê bi çekên qedexe hate bombebarankirin û piştî çend salan ku derbas bû dema welatiyan dixwest bi merasîmekê şehîdên wê karesatê bibîr bîne, dubare herêm hate bombebarankirin. Tevî zilm û zoriya li ser bajarê Qeladizê, tu hêzekî nekarî vîna welatiyan bişikîne.”

Mihemed da zanîn ku wan di çarçoveya bergiriyên şewba koronayê de îsal merasîm bi girseyî lidar nexist.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar