PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Şehîdkirina Jîna çi be ya Nagîhan ew e

Li başûrê Kurdistanê di salekê de 6 siyasetmedar, rewşenbîr, rojnameger û çalakvanên kurd bi destê MÎT’a dewleta tirk bi sûîqestan hatin qetilkirin. Di sûîqesta dûmahiyê de Nagîhan Akarsela akademîsyen û nivîskar, aktîvîsta jin û endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê şehîd kirin.

Gotina dawî em di serî de bêjin. Ev, ne qehremaniya dewleta tirk û rêxistina wê ya sîxûrî ye. Ev, rûreşiya rêvebiriya herêma Kurdistanê ye. Tu gotinek din tune ye. Tenê rûreşî ye. Heke rêvebiriya herêma Kurdistanê, bi taybetî jî asayîşa Hewlêrê rê nede van kujeran, dewleta tirk ne mimkûn e ku li başûrê Kurdistanê yek çalakiyek pêk bîne. Dewleta tirk niha li başûrê Kurdistanê hespên xwe bi dilê xwe dibezîne. Bê perwa û bê hisab e. Vê hêza jî ji rêvebiriya başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî ji PDK’ê digre.

Nagîhan Akarsel di 4’ê cotmehê de li Silêmanî hat şehîdkirin. Heman rojê nûçeyek din ket çapemeniyê. Hakan Fîdanê berpirsyarê MÎT’a Tirk li Hewlêrê li gel hin rêvebirên rêxistinên tirkmena civînek li dar xist. Civîn li baregeha MÎT’ê hatiye pêkanîn.

Çi kes nikare vê tişta normal bibîne. Ne normal e. Rûreşî ye.

Ew Hewlêra ku niha yek kurdek ne PDK’î be ji ber zexta asayîşa Hewlêrê nikare bi hêsanî jiyana xwe bidomîne, mixabin ji çar aliyên xwe ve ji neyarên kurda re vekiriye. Ew ên ku her roj kurda qetil dikin, bi hêsanî li paytexta başûrê Kurdistanê dikarin binê kurdan bikolin. Dikarin li ser planên nû yên li dijî kurda biaxivin. Heta dikarin li paytexta başûrê Kurdistanê plana qirkirinê bikin.

Sedema civîna MÎT’a Tirk bi têkiliyên duqolî naye îzahkirin. Me dehan car nivîsand û em careke din binivîsînin. Di nav dewletan de têkîliyên siyasî û aborî çêdibin û ev normal e. Dewlet neyarê hev bin jî dikarin van têkîliyan bidomînin. Lê çi dewlet rê nade rêxistinên sîxûrî yên neyarên xwe. Heta dewlet dostê hev bin jî, rê nadin rêxîstinên sîxûrî.

Îro li başûrê Kurdistanê dewletek federal a kurda heye. Ev destketiyek mezin e. Divê ev destkeftî di xizmeta kurda de be, ne di xizmeta neyarên kurda de. Çawa kurdên beşên din parastina destketiyên başûrê Kurdistanê wekî parastina xwe dizanin, divê rayedariya başûrê Kurdistanê jî herî kêm erka xwe ya parastina başûrê Kurdistanê bi cîh bîne. Lê diyar e ev nakin. Bi ser de jî rê li ber neyarên xwe vedikin. Ew jî vê rêya bi hêsanî bi kar tînin û hemî planên xwe yên qirêj yên li dijî kurda bi kar tînin.

Divê kurd, bi taybetî piştî şehîdkirina Nagîhan Akarsel li hember vê rûreşiyê bêdeng nemînin. Ya herî zêde jî ew kurd û dostên kurda ku çalakiya Mersîn Mezîtliyê şermezar kirin, divê bi xurtî li hember şehîdkirina Nagîhan Akarsel rawestin û li dijî kiryarên qirêj a dewleta tirk bibin senger.

Di navbera şehîdkirina Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî de tu cûdahî tune ye. Berpirsyariya rejîma Îranê di şehîdkirina Jîna Emînî de çi be, ya rêvebiriya başûrê Kurdistanê jî di şehîdkirina Nagîhan Akarselê de heman tişt e. Kurd divê li hember vê rûreşiyê jî bêdeng nemînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar