Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Sekeftina bakurê Kurdistanê gaveke pîroz û sekeftî ye’

Ji rêveberiya Mekteba Jin a PYD’ê Ezîza Hiso got ku divê kurd bi ruhê neteweyî tevbigerin û tifaqa xwe çêbikin. û wiha axivî: “Tevî ku gelê kurd li bakurê Kurdistanê rastî êşkence û zexteke mezin ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tê lê vê carê ne weke salên borî bûye. Gelê kurd bi yekitiya xwe serkeftinê misoger kir. Ev gaveke pîroz û serkeftî ye.”

Gelê kurd bi paradîgmaya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li her çar parçeyên Kurdistanê û seranserê cihanê xwe bi rêxistin dike. Rêxistinên kurdan bi taybetî jî jinên kurd pêşengiya azadiya gelan dikin. Ji rêveberiya Mekteba Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ezîza Hiso derbarê rêxistinî û serkeftinên kurdan de axivî û diyar kir ku bi yekitiyê serkeftin misoger dibe mînaka wê jî serkeftinên hilbijartnên li bakurê Kurdistanê ye.

Ezîza Hiso serkeftina DEM Partiyê di hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê pîroz kir û wiha axaftina xwe domand: “Serkeftina DEM partiyê rastiya yekitiya kurdan û berxwedaniya wan li bakurê Kurdistanê nîşan da. Tevî ku gelê kurd li bakurê Kurdistanê rastî êşkence û zexteke mezin ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tê lê vê carê ne weke salên borî bûye. Gelê kurd bi yekitiya xwe serkeftinê misoger kir. Ev gaveke pîroz û serkeftî ye. Em weke pêkhateyên rojavayê Kurdistanê piştgirî didin gelê Bakurê Kurdistanê û ji wan re dibêjin bijî yekitî. Bi yekitiya pêkhateyan destkeftiyên pîroz tên parastin. Dema ku yekitî tê avakirin hêz, îrade, hebûn û serkeftin misoger dibe. Em ê bi yekitiyê planên qirkirinê têk bibin û serkeftinê misoger bikin.”

Ezîza Hiso bal kişand ser felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku xwe li ser bingeha yekitiyê ava dike ûwiha domand: “Felsefeya Ocalan her dem banga yekitiyê dike bi taybetî yekitiya gelê kurd. Em jî weke pêkhateyên herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, vê felsefeyê esas dibînin û ji bo yekitiya kurdan piştgirî didin. Ji bo avakirina jiyana demokratîk û azad yekitî esas e lewma li dijî yekitiya kurdan planên qirkirinê tên meşandin. Ji bo ku ev plan negihîjin armanca xwe pêwistî bi guhertina hişmendiyê heye.”

Ezîza Hiso da zanîn ku PDK ji dîrokê ve li dijî kurdan şer dike û destên xwe dide destên dijmin û wiha axaftina xwe domand: “PDK di hewldanên dewleta tirk ên li dijî Kurdan de cihekî mezin girtiye. PDK di 40 salên dawî de di êrişên li dijî gerîlayên azadiyê de hevkariya dewleta tirk a dagirker dike. Ji sala 2021’ê ve PDK’ê helwesta tevkariyê ya bi dewleta dagirker re xurt kir û heya niha jî didomîne. Mixabin ev şermeke dîrokî ye. Çaranûsa kurdan bi yekitiyê ve girêdayî ye lewma îxanet xeteriyek mezin li ser hebûn û çarenûsa gelê kurd e.”

Ezîza Hiso diyar kir ku şerê kurdan cihê dilxweşiya dijminên kurdan e û dijmin her dem xwestine kurdan bi kurdan bidin şerkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi vî awayî dihêle kurd şerê hebûna xwe bikin, bila baş bê zanîn dijmin tu carî nabe dost.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar