Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Sekna gel hewldanên dagirkirinê vala derxistin

Demeke dirêj e ku dewleta tirk gefan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dixwe û dixwaze êrîşeke din a bejahî li dijî rojavayê Kurdistanê pêk bîne.  Di van çend mehên dawî de û bi taybetî di van rojên dawî de dewleta tirk ji bo ku wê armanca xwe pêk bîne êrîşên gelekî dijwar li dijî hemû herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk anî.

Gund û bajarên herêmê da ber topan û bi balafirên şer û balafirên bêmirov gelek êrîşên dijwar pêk anîn. Armanca serke ya van êrîşan çavtirsandina gelê herêmê bû da ku herêm vala bibe û bikaribin tevî komên xwe yên çete bi hêsanî derbasî herêmê bibin.

Di encama van êrîşan de gelek sivîl hatin kuştin, bi hedefgirtina ofîsên genim, stasyona elektrîkê û bîrên petrolê zirareke mezin li binesaziya herêmê hate kirin.

Hema bêje gundekî herêmê nehiştin ku derdora wan bi tank û topên xwe gulebaran nekirin. Lê ew armanca wan a çavtirsandina gelê û koçkirina wan ji herêmê pêk nehat. Gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe gund û bajarên xwe terk nekirin. Gelê herêmê bi vê sekin û helwesta xwe peyameke girîng da dost û dijminan û bû mînakeke gewre ya têkoşîn û berxwedana gelan.

Di van rojên dawî di rojeva her kesî de mijara gef û êrîşên dewleta tirk hebû. Her aliyekî bi rengekî, şîrove dikir. Yê ku digot heke Amerîkayê nizanim çi bike wê pêşiya van êrîşan bê girtin. Aliyekî din digot heke Rûsyayê nizanim çi bike wê çawa bibe.

Lê helwest û sekna gelên herêmê hemû bazar û hesabên dihatin kirin tevlihev û serobino kirin. Li gorî baweriya min ji derveyî bazar û lihevkirinên bi Amerîka û Rûsyayê re û ji derveyî nerazîbûna van herdu hêzan ya li dijî êrîşeke bejahî, helwesta û sekna herî xurt û her bi bandor helwesta gelê herêmê bû.

Tevî hemû şert û mercên zehmet ên jiyanê, gelên herêmê çawa ku 11 sale li ber xwe dide vê carê jî bi biryardarî helwesta xwe û girêdana xwe ya bi axa xwe ve, helwesteke bê hempa nîşan da.

Ev sekin û helwesta gelên herêmê hişt ku her kes ji nû ve li hesabên xwe vegere û bizanibe ku bi hêsanî dê ew plan û projeya êrîşa bejahî pêk neyê.

Di vir de ji bo mirov neheqiyê li rêveberiya Hêzên Sûriya Demokratîk jî neke divê mirov sekin û helwesta wê ya têkoşer û berxwedêr jî jibîr neke.  Ew hêza ku di hemû şert û mercên herî giran de her dem li kêleka gel bû. Lewre gel jî gihaye wê baweriyê ku divê beriya her tiştî pişta xwe bidin hêza xwe bi xwe.

Gefa dagirkiriyê bidawî nebûye

Zextên Amerikayê ên dawî û daxuyaniyên rayedarên wê ji aliyekî ve ji aliyekî din ve sekn û helwesta gelê herêmê pêşiya wê êrîşê girtin. Lê mirov nikare bêje ku dewleta tirk bi temamî dest ji wê daxwza xwe ya êrîşê berdaye.

Bazarên dewleta tirk bi Rûsyayê re berdewam dikin ji aliyekî din ve bi riyên dîplomatîk dixwazin Amerîkayê jî qayil bikin.

Nûçeyên Têkildar