Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Sekna Ocalan sekna çareseriyê ye’

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê pêşengtiya aştî, çareserî û muzakereyan a gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn bi awayekî zelal datîne holê û got ku sekna Ocalan a li Îmraliyê sekna çareseriyê ye

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hevdîtinên xwe yên ku bi şîara ‘Li dijî faşîzmê em xwe bi rêxistin dikin’ di 5’ê nîsanê de li herêma Çûkûrovayê dabûn destpêkirin, di 13’ê nîsanê de bi dawî bû. Heyeta KCD û DBP’ê di nav 9 rojan de bi gel re hatin gelhev û serdana gelek malbatan kirin. Heyetê di hevdîtina de pirsgirêk û daxwazên gel guhdar kirin û bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin.

Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir ku di hevdîtinan de cih girt, têkildarî hevdîtinên ku kirin, doza Kobanê ya di 26’ê nîsanê de bê dîtin û tecrîda li ser Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û nirxandinên girîng kir.

Bayindir diyar kir ku ji bo teşhîrkirina polîtîkayên AKP-MHP’ê yên li dijî gelê kurd serdana herêma Çûkûrovayê kirine û wiha got: “Bi êrîşan tê xwestin ku civak neçar bimîne. Em jî dixwazin hêza gelê kurd a li ber xwe dide li dijî van êrîşan bi rêxistin bikin. Bi vê êrîşên ‘tifaqa faşîst’ a AKP-MHP’ê dikarin bên defandin. Rakirina tecrîda li ser Ocalan û vegotina nêrînên wî ya ji gel re girîng e. Piştî Çûkûrovayê em ê li bajarên din jî xebatên xwe bidomînin. Di hevdîtinan de me dît ku gel ji nêz ve pêvajoyê dişopî ne û rêbazên şerê derûniyê yên ku AKP-MHP’ê dimeşînin negirtine. Weke ku tê xwestin gelê me ne dûrî pêvajoya siyasî ye. Ji bo rêbazên ku di demên pêş de em li dijî êrîşan bimeşînin gel pêşniyar hatin kirin. Em ê jî di demeke nêzîk de van pêşniyaran veguherînin têkoşîn û polîtîkayê. Em ê bi vî awayî rêya xwe bidomînin.”

‘Divê Erdogan bê darizandin’

Têkildarî doza Kobanê ya li dijî HDP’ê hatiye vekirin jî Bayindir, da zanîn ku bi doza Kobanê ne HDP pêvajoya diyalogê tê darizandin û ev tişt anîn ziman: “Di şexsê HDP’ê pêvajoya çareseriyê tê darizandin. AKP dixwaze hemû aktorên pêvajoyê mehkûm bike. Ev doz doza komployê ye. Bi vê dozê henekê xwe bi bîraê gelê kurd û Tirkiyeyê dikin. Tiştekî veşarî yê wê pêvajoyê tuneye. Doza Kobanê ji bo me ne lekeyeke reş e. Hem gelê kurd hem jî gelên Tirkiyeyê dikarin bi serbilindî pêvajoyê biparêzin. Darizandina vê pêvajoyê hewldaneke vala ye. Heke HDP’ê bê darizandin divê Eredogan û qabîneya xwe jî bên darizandin. Her wiha divê Erdogan ji sûcê şer jî bê darizandin. Darizandina pêvajoya çareseriyê encama têkiliyên AKP’ê yên bi hêzên tarî re ye. Li gel hemû israran jî AKP’ê meseya çareseriyê quliband.”

Sekna Ocalan sekna çareseriyê ye

Di axaftina xwe de Bayindir destnîşan kir ku desthilat ji gihandina dengê Ocalan a civakê ditirse û sedema vê yekê jî wiha aşkera kir: “Ji bo polîtîkayên xwe belav û meşru bike AKP’ê li Îmraliyê tecrîda li ser birêz Ocalan girantir kir. Birêz Ocalan 22 sal in li Îmraliyê bi sekn, nêzîkatî û perspektîfa xwe vê polîtîkaya paragmatîst vala derdixe. Ji bo ku bi rêyên demokratîk pirsgirêka kurd çareser bibe Birêz Ocalan nexşerê û perspektîfa xwe danî holê. Birêz Ocalan li Îmraliyê pêşengtiya aştî, çareserî û muzakereyan a gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi awayekî zelal datîne holê. Di vê derbarê de sekna Birêz Ocalan a li Îmraliyê sekna aştî, muzakere û çareseriya demokratîk e.”

‘Nêrînên Ocalan jiyanî ne’

Di berdewamê de Bayindir got ku sekna Ocalan lezandineke ciddî dide lêgerîna kurdan a ji bo çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd û rastiyeke ku li Tirkiyeyê pêşî li hesta aştî, demokrasiya civakî û muxalefeta demokratîk vedike û wiha got: “Ev rewş pêşeroja desthilata AKP’ê ya her diçe otorîter û tekperest dibe dike talûkeyê û hêza wê qels dike. Ev ji hêla AKP’ê ve hat ferqkirin. Ji ber vê AKP ket nav tirsê û hin lêgerînên din. Di encama vê de jî ji bo ku nêrînên Birêz Ocalan negihîjin civakê, hiqûqa xwe bin pê kir û serî li rêbaza tecridê ya li dijî mirovahiyê da. Civak di ferqê de ye ku nêrînên Ocalan çiqas jiyanî ne. Aktorê yekane yê çareserkirina pirsgirêka kurd Birêz Ocalan e. Gel, dizanên ku nêrîna vî welatî ji karesetê rizgar bike li Îmraliye bi Birêz Ocalan re ye.”

Banga têkoşînê

Di dawiya axaftina xwe de Bayindir ji bo tekolînê ev bang kir: “Li dijî pêkanînên antîdemokratîk divê gel mil bi mil têbikoşin û rêxistinbûna xwe mezin bikin. Gelê kurd bê rawestan têkoşîna xwe didomîne. Li gel vê hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê jî heta radeyekê ji bo pirsgirêkên li welat têdikoşin. Xala esasî ew e ku divê ev têkoşîn li cihekî bigihîje hev û ji bo çûyîna desthilatê re bibêje rawest e. Biryardarî û baweriya ji bo vê heye.” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar