Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Sekna Viyan Soran ji bo me pîvan e’

Gerîlayan qala fermandara YJA Starê Viyan Soran kir û gotin ku sekna wan ji bo wan pîvan e

Endama Komîteya Jinûve Avakirinê ya PKK’ê û ji fermandarên YJA Starê Viyan Soran di 2’yê Sibata 2006’an de li dijî dîlgirtiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kiryarên derveyî mirovahiyê yên li Îmraliyê bedena xwe da ber agir.

Gerîlayên YJA Starê bi boneya 15’emîn salvegera şehadeta Viyan Soran wê bi bîr anîn û diyar kirin ku sekana Viyan Soran ji bo wan esas e.

Gerîlaya YJA-Starê Ekîn Malazgîrt diyar kir ku Viyan Soran her tim hewl daye Ocalan fam bike û wiha got: “Wê ji bo Rêber Apo rast fêm bike, parêznameyên Rêbertî bi dehan caran, peyv bi peyv, dubare dixwend. Ango ya ku hêza xwe ji Rêber Apo digirt û li ser vê bingehê sekna jinên azad di kesayetiya xwe de ava kir û bû sembola xwedawendiyê. Çalakiya wê li dijî komploya navneteweyî bû ku li ser Rêber Apo hatiye meşandin. Wê bi jiyan û çalakiya xwe xelekek li dora Rêber Apo çê kir. Di heman demê de peyama çalakiya wê li beramberê xiyanetê bû.”

Li Heftanînê têkoşîna bi ruhê Viyanan

Gerîlaya YJA-Starê Roj Argêş da zanîn ku çalakiya Viyan Soran çalakiya jiyanê ye û ev tişt anî ziman: “Dema mirov li jiyan û çalakiya hevrê Viyan dinêre, kesayeta wê hîn baştir nas dike. Ew her tim li Rêber Apo difikirî û 24 saetan pê re dijiya. PKK bi tengaviyan ve rû bi rû dihat û tecrîda li ser Rêber Apo her diçû girantir dibû. Di demeke wisa de hevala Viyan bi çalakiya xwe tengavî ji holê rakir, êrîşên dijmin pûç kir. Hevrê Viyan ne tenê di Roja Reş de, ango 15’ê Sibatê li ser komploya navdewletî ya ku li ser Rêber Apo hatiye meşandin, difikirî. Ji bo hevrê Viyan her rojeke bêyî azadiya Rêber Apo ya fîzîkî, rojeke bi vî rengî bû. Di vir de dilsoziya wê ya bi Rêber Apo û kûrbûyîna îdeolojîk pir zelal derdikeve holê. Sekna hevala Viyan a di nava jiyanê û çalakiya xwe de dilsozî û vînê îfade dike.”

Gerîlaya YJA-Starê Roj Argêş di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Îro li Heftanînê berxwedana gerîlayan bêhempa ye. Hevrê Viyan Soran jî li Heftanînê gerîlatî kir û li heman qadê çalakiya xwe pêk anî bû. Ev yek ne tesadûfek e. Ruhê Viyanan li Heftanînê ji nû ve zindî dibe. Weke gerîlayên YJA-Starê sekna hevala Viyan ji bo me rêyek e, pîvanek e. Em ê jî vê yekê ji xwe re bikin esas û heta serketinê li ser vê esasê têbikoşin.”

‘Em ê şoreşê pêk bînin’

Gerîlaya YJA-Starê Ekîn Malazgîrt jî ev tişt anî ziman: “Li Heftanînê ruhê Viyanan tê zindîkirin. Şehîdên leheng weke Esmer, Nûcan, Doga û Rustem hêz ji xwedawend Viyan girtin û temsîliyeta ruhê wê kirin. Her ku em li hevala Viyan difikirin di ruhê me de jî nûbûn çê dibe. Bi hêza ku em ji Viyanan digirin, weke gerîlayên HPG û YJA-Star’ê em ê di sala 2021’ê de şoreşê pêk bînin. Em ê serketinê misoger bikin.” HEFTANÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar