Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Sekna Zîlan ji bo jinan xet e

KJK, PAJK û KJAR’ê têkildarî salvegera şehadeta Zîlan daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyan de hat gotin ku sekn û çalakiya Zîlan ji bo jinan xet e û bang li jinan hat kirin ku li ser şopa Zîlan ji dagirkeriyê re bibin bersiv

Koordînasyona KJK, Koordînasyona PAJK’ê û Koordînasyona Komaleyên Jinên Azad Ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) derbarê 24’ê salvegera çalakiya fedayî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di 30’ê hezîrana 1996’an de li Dêrsimê pêk anîbû, daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku pergala serweriya mêr bi înkarkirina ked û dîroka jinê, ew tune nîşan daye û wiha got: “Dîroka fermî dîroka tunehesibandina jinê ye. Tevgera jinên a azad bi pêşengiya Rêber Apo ji Sakîne Cansizan dest pê kir, bi Zîlanan domiya û hîn jî didome. Dîroka bûyîna jinê ye. Dîroka hebûnê ya jin a tunehesibandinê ye. Dîroka jinan bi fikir, ked, fedakarî û cesareteke mezin tê nivîsandin. Çalakiya ku hevrê Zîlan di sala 1996’an de pêk anî li dijî komployên li dijî Rêberê me, li dijî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên li hemberî gelê kurd û li dijî kolekirina jinê, bû bersiv. Sekna hevala Zîlan ji bo tevgera me ya jinê ya azad xetek e. Sedsala 20’an bû sedsaleke welê ku faşîzmê xwe bi modela netewe-dewletê mayînde kir û di vê çarçoveyê de tevgera jinê talan kir. Bêguman di serî de çalakiya fedayî ya hevala Zîlan ku sala 1996’an li Dêrsimê pêk anî, jinan li dijî sîstema kapîtalîst modernîst timî li ber xwe dan. Hevala Zîlan bi sekna xwe ya fedayî bû xwedî jiyaneke bi wate. Bi çalakiya xwe ya li Dêrsimê ku weke şervaneke azadiyê ya jin pêk anî, di dîroka kurdan de bû yek ji bersivên herî bi bandor ên jinan li dijî terteleya Dêrsimê ku sala 1938’an pêk hat.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê çalakiya Zîlan ku ji bo azadiya jinan pêk anî, bi xurtî bê watekirin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di nava vê çalakiyê de eşqa mezin a jinan a jiyana azad bi ruhê welatparêziyê yê mezin a li xaka xwe heye. Zîlan bûye daxwaz û navê lêgerîn û daxwaza jiyana wekhev û azad. Bi temsîlkirina xet, rastî û eşqa Zîlan li her devera jiyanê û bi avakirina azadiyê em dikarin bibin bersiv. Lewma divê her jin ji xwe re esas bibîne ku bi xeta Zîlan bi rengekî çalak û bi bandor tev li her qada jiyanê bibe. Di vê çarçoveyê de em çalakiya hevala Zîlan careke din silav dikin û di salvegera 23’yan de wê bi rêzdarî bi bîr tînin. Wezîfeya me ya bingehîn e ku em daxwazên wê bi cih bînin. Em ê berxwedan, azadî, zîhniyeta demokratîk û karê çandî bikin navenda têkoşîna xwe û şoreşa jinê pêk bînin. Em ê bi tevlibûn û jiyana bi rengê Zîlan têkoşînê mezin bikin û bi ser bixînin.”

‘Zîlan bû sembola vîna jina azad’

Koordînasyona PAJK’ê jî dai daxuyaniya xwe de diyar kir ku li gel hemû averêkirina dijmin, pergala serwer a mêr, li gel hemû demogojî û êrîşan jî xeta Rêbertî rastiya jinê ya Zîlanî ava kiriye û ev tişt parve kir: “Hevrê Zîlan, li dijî komplogeriya navnetewî ya 6’ê Gulanê ya li ser Rêbertiya me ya bi hewldana suîkastê û her wiha li dijî operasyonên leşkerî yên îmhayê yên li ser gerîla, bûye xwedî biryar û çalakiya mezin û dîrok nivîsiye. Bersiva Rêbertiya me ya li banga hevrê Zîlan ragihandina îdeolojiya rizgariya jinê bû ku weke xeta çêbûnê ya PAJK’ê û rêgezên wê sembolîze kiribû. Hevrê Zîlan ku bûye sembola qutbûna ji çanda zayendîparêz, pergala mêtinger û vîna jina azad û li Kurdistanê bû navê jiyana azad. Zîlanbûyîn, di mêjiyê mêtingeriyê, pergala zilam serwer de teqîna îdeolojîk, bi xweparastinê bûnewerî, bi xwerêxistinê, îdîa û biryara afirandina pergala civakî ya bi azadîxwaziya jinê ye. Ji ber vê, tenê bi mîna ku çalakiyeke leşkerî ya serkeftî em nikarin li rasteqîniya Zîlan bibînin. Ew rêgez e. Devjêneqerîna ji rêgezê, devjêneqerîna ji xeta şehîdan e. Hewcehiya vê jî pêkanîna şoreşê ye. Dilsoziya bi van şehîdan wê bibe gotin û pratîka me. Hevrê Zîlan ku talokeyên demê di wextê xwe de dît û bi çalakiya xwe mudahele kir, pêşengî ne tenê ji demekê re, ji dîrokê re kiriye. Desthilata AKP’ê ku ling dayî înkar, îmhaya kurdan, ling dayî komkujiya jinan û nokerî û îxaneta Barzanî ku pir zelal xwe dispêrê ser û bi kar tîne, hatiye rewşeke taloke. Ev rawesta li ser siyaseta komplogeriyê ye. Ji ber hindê, polîtîkaya Barzanîgeriyê ku hemû destkeftiyên azadiyê yên kurdan pêşkêşî dijmin dike, bi rengekî ku siyaseta dijmin a ‘Kurdê qenc kurdê mirî ye’ piştrast bike, pê li cenazeyan dike û debdebeya desthilata xwe didomîne, mehkûmî tertûbelavbûnê ye. Têkbirina her cur êrîşên dijmin û xeta komploger, îxanetê wê bibe pratîzekirina banga Zîlanî. Li ser xeta Zîlan ku dijmin şepeze kirî, şerkirin, têkoşîn, rawesta li dijî bêbextiyê, ziman û çalakiya serdemê ye. Li dijî dijmin û bêbextiyê çalakiya me çalakiya Zîlan e. Di serî de jin û ciwan em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi giyanê yekitiya neteweyî bi serhildanan serdemê pêşwazî bikin.”

‘Em ê têkoşînê bilind bikin’

Koordînasyona Komaleyên Jinên Azad Ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) jî di daxuyaniya xwe de Zîlan bi bîr anî û diyar kir ku li dijî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine meşandin, di xeta Zîlanan de bersiv hatiye dayîn û niha bi sedan Zîlan vejiya ne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çalakiya Zîlan li rojhilatê Kurdistanê jî bandoreke mezin çêkiriye û bi sedan keçen Rojhilat li ser şopa Zîlan meşiyane.

KJAR’ê bi bîr xist ku Şehîd Zîlan Pepûle jî ji yek ji van jinên berxwedêr e ku li dijî dagirkeriyê têkoşiya, di dilê dagirkeriyê de tirsek ava kiriye û wiha got: “Zîlan Pepûle di 30’ê Hezîrana 2006’an de ji aliyê rejîma dagirker a Îranê ve hate şehîdkirin. Li dijî vê jî bersiva herî bi wate jinên kurd bi tevlibûna nava refên azadiyê dan.”

Her wiha di daxuyaniyê de bang li gelê Rojhilat hate kirin ku li dijî dagirkeriyê tu carî serî netewînin, têkoşînê zêdetir bilin bikin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Gelê kurd ê berxwedêr wekî her demî dê xwedî li mîrateya şehîdên xwe derbikeve û dijî dagirkeriyê bi yek dengî tevbigere. Em wekî Koordînasyona KJAR’ê soza xwe ya li hember Rêber Apo, şehîdan û gelê kurd careke din dûbare dikin, em ê her tim bibin şopdarên şehîdên azadiya Kurdistanê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar