Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Sekretera SACP: Divê gelê kurd ji bo azadiya Ocalan bêhtir têbikoşe

Sekretera Navneteweyî ya SACP’ê Molly Dhalamînî diyar kir ku ew dixwazin Rêber Apo azad bibe û ev doz were çareserkirin û ev bang li gelê kurd kir.: “Divê gelê kurd hêviya xwe winda nekin, ji bo mafên mirovan têkoşîna xwe bidomînin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hîn xurtir bikin.”

Endama Komîteya Navendî û Sekretera Navneteweyî ya Kongreya 15’emîn a Partiya Komunist a Başûrê Efrîqayê (SACP) Molly Dhlamini tev li 32’yemîn Mihrîcana Çanda Kurdî ya Navneteweyî ya li Frankfurtê bû. Dhalamînî di mihrîcanê ji ANF’ê re axivî û got ku ew li gel doza gelê kurd in û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daxwaz dikin.

Dhlamini diyar kir ku ji bo piştgiriyê beşdarî mihrîcanê bûye û wiha got: “Bi ya min hatina me ya li vir gelek girîng e. Ji ber ku em û gelê kurd ji bo çarenûsa xwe têdikoşin. Em piştgiriyê didin gelê kurd ê ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan, çand û zimanê xwe têdikoşe.”

Dhlamini bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û ev tişt anî ziman: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di girtîgehê de ye. Tecrîda 25 salan demek dirêj e. Weke tê zanîn, Nelson Mandela jî ewqas sal di girtîgehê de hat girtin. Lê ne weke Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de bû. Bi kêmanî hin kes bi wî re hebûn. Abdullah Ocalan li girtîgeheke giravê di bin tecrîdê de tê ragirtin. Ev binpêkirina mafê mirovan e. Gelê Efrîqaya Başûr bi xurtî piştgiriyê dide mafên mirovan. Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û ev doz were çareserkirin.”

Di berdewama axaftina xwe de Dhlamînî bal kişand bi ser têkoşîna ziman û çandê ya gelê Efrîqaya Başûr û gelê kurd û wiha pê de çû: “Li gorî min mafê her welatek an jî her gelekê heye ku li gorî çand û zimanê xwe bijî. Înkarkirina çand û ziman binpêkirina mafên mirovan e. Li Efrîqayê em ji bo çand û zimanê xwe têkoşiyan. Ji ber vê yekê em piştgiriyê didin têkoşîna gelê kurd, em piştgiriyê didin mihrîcanên wiha yên ku dixwazin çand û kevneşopiya xwe zindî bihêlin û çanda xwe jî bînin bîra ciwanên kurd. Em bang li hemû aştîxwazan û parêzvanên mafên mirovan dikin ku piştgiriya doza kurdan bikin da ku karibin çanda xwe, ola xwe, kevneşopiyên xwe, zimanê xwe, cil û bergên xwe bi azad bijîn.”

Dhlamini bi bîr xist ku di meha îlonê de li Efrîqaya Başûr meha mîrasê ye û destnîşan kir ku ew girîngiya mîras, çand, ziman fêm dikin û axaftina xwe weiha qedand: “Em 30 sal in azadiyê û demokrasiyê pîroz dikin. Di pîrozbahiyê de em zext û zordariya li ser çand û zimanê xwe jî bi bîr tînin. Li Efrîqaya Başûr dema ku zimanê me li dibistanê hatibû qedexekirin, em li dijî wê têkoşiyan. Divê mirov zimanê xwe biparêz e. Ji ber ku ziman nasnameya mirovan e. Peyama min ji gelê kurd re ew e ku hêviya xwe winda nekin. Dema ku me li Efrîqaya Başûr li dijî cudakariyê û mêtîngeriyê şer dikir, me hêviya xwe winda nekir. Digotin qey bi encam nabe lê dawiyê bi encam bû. Ji ber vê yekê em bang li gelê kurd dikin ku hêviya xwe winda nekin, ji bo mafên mirovan têkoşîna xwe bidomînin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hîn xurtir bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar