Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Sekreterê ANPI: Divê Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe

Sekreterê Neteweyî yê ANPI Fabrizio De Sanctis diyar kir ku Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka kurd de nebe nabe û wiha axivî: “Ji bo Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de karibe bi rola xwe bilîze, divê di aliyê fîzîkî de azad bibe.”

Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di sala duyemîn de bi hemû hêza xwe didome. Ji piştevanên pêngava azadiyê ya gerdûnî Sekreterê Neteweyî yê Yekîtiya Partîzanên Îtalyayê (ANPI) ku bi sed hezaran endamên xwe hene Fabrizio De Sanctis li ser tecrîda Îmraliyê û bûyerên dawî ji ANF’ê re axivî.

Sekreterê Neteweyî yê ANPI Fabrizio De Sanctis anî ziman ku hevdîtina li Îmraliyê gaveke erênî ye, lê belê kêm e û destnîşan kir ku dîlgirtina Rêber Apo bi temamî dîlgirtina gelê Kurd e. De Sanctis got, “Hevdîtina ku bi Abdullah Ocalan re hate kirin teqez gelekî erênî ye. Ocalan ji aliyê bi milyonan Kurdan ve weke lîderê siyasî tê dîtin. Min jî firsend dît ku serdana Amedê bikim û bi nûnerên gelek komeleyan re hevdîtinê bikim. Her carê hate gotin, mehkûmkirina Ocalan tê wateya mehkûmkirina kurdan hemûyan. Ev rewş weke astengkirina azadiya siyasî ya kurdan tê dîtin; eger lîderê wan li vê yekê rast tên, hingî difikirin ku ji bo wan jî wê encamên nebaş rû bide.”

De Sanctis destnîşan kir ku Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka kurd de nebe nabe û got, “Bi dîtina min ev hevdîtin dikare bibe ronahiyeke biçûk ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê veguhere rojeke mezin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd firsendeke mezin heye, di rewşeke bi vî rengî de ji nû ve qedexekirina hevdîtinên bi Ocalan re rewşeke gelekî cidî ye. Xuya ye li ser tedbîreke nû ya tecrîdê biryar hatiye dayin û ceza çend mehên din hatiye dirêjkirin. Dûrxistina sê şaredarên hilbijartî jî di nava vê de ye.”

Sekreterê Neteweyî yê ANPI Fabrizio De Sanctis ragihand ku Rêber Apo di peyama xwe de ya ji bo raya giştî şand, bi şênberî nîşan da ku ew alîgirê çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd e û got, “Peyama Ocalan peyamek bi dilxwaziya ji bo aştiyê ye. Divê destûr jê re bê dayin ku karibe bi roleke siyasî rabe. Ji bo nîqaşkirina şert û mercên çareseriya rêyên siyasî û aştiyane yên pirsgirêka kurd divê ji bo Meclîsa Tirkiyeyê bê vexwendin. Ji bo rû bi rû bûna siyasî ya vê rewşê û axaftina bi Birêz Ocalan re ku bi milyonan mirovî temsîl dike, pêwîstî bi wêrekiyê heye.”

De Sanctis destnîşan kir ku ji bo Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka kurd de karibe bi rola xwe bilîze, divê bi rengekî fîzîkî azad bibe û got, “Ocalan divê weke mirovekî azad karibe biaxive. Karibe bi rengekî azad biaxive, diyalogê bi hevrê, endamên partiyê û gelê xwe re dîne. Ji bo karibe pozîsyona xwe ya siyasî îfade bike û nîqaş bike, divê xwedî hemû amûran be. Ji bo karibe bi roleke rastî ya siyasî rabe divê azad bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar