Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Sekreterê Giştî yê PDPK-S’ê Abdulhemîd Hac Derwêş rehmet kir

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Abdulhemîd Hac Derwêş îro di danê sibehê de rehmet kir

Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd a li Sûriyeyê (PDK-S) îro bi daxuyaniyekê ragihand ku sekreterê giştî yê partiya wan têkoşer Abdulhemîd Derwêş îro saet di 02:00’an a serê sibehê de rehmet kiriye.

Komîteya Navendî ya PDK-S’ê bi bîr xist ku Hac Derwîş dê sibe li gundê wî Qurmanî yê girêdayî Dirbêsiyeyê saet di 10:00’an de bê veşartin. Dê karwana oxirkirinê ji pêş Stada 12’ê Adarê ya Qamişloyê bi rê bikeve. Komîteyê diyar kir ku dê merasîma sersaxiyê li bajarê Qamişloyê ji îro de 3 rojan bê lidarxistin.

Sekreterê Giştî yê PDK-S’ê Abdulhemîd Hac Derwêş (1930) ji gundê Qurmanî yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê ye. Hac Derwêş yek ji damezirînerên tevgera siyasî ya kurd a li Sûriyeyê ye. Gelek erkên girîng di partî û rêxistinên siyasî de hilgirt. Herî dawî jî weke Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê hatibû hilbijartin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar