23’yê çileyê balafirên dewleta tirk, herêma Şêladizê û Delalûkê bombebaran kir. Di encama vê bombebaranê de 4 kurdên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Bêguman ev ne cara yekem bû ku wiha dibe. Tenê di navbera salek de li derdor Amediyeyê nêzî 20 kes ji ber erîşên dewleta tirk jiyana xwe ji dest daye. Bi sedan caran dewleta tirk erîşên bi vî rengî kiriye û gelê başûrê Kirdistanê qetil kiriye, mal û milkê wî şewitandine.
Li hemberî vê yekê gelê başûrê Kurdistanê carcaran deng derdixist, helwest nîşan didan û nerazîbûnên xwe dianîn ziman. Lê ev cara yekem bû ku gelê başûrê Kurdistanê helwestek ewqas tund nîşanî dewleta tirk da. 2008’an di operasyona Zapê de gelê Bamernê li hemberî operasyonên dewleta tirk xwe li pêşiya tangan kiribû mertal. Lê cara yekem e ku bi girseyî êrîşê dewleta tirk dikin. Ev êrîşa li ser baregehên dewleta tirk, dilê hemû kurdan xweş û geş kir. Hemû kes bi baldarî, matmayî û bi kêf û coşek mezin, helwesta gelê Şeladizê pêşwazî kir. Bi rastî jî seknek bi rûmet, pîroz û dîrokî bû. Hêvî û daxwazên hemû kurdistaniyan ew ê ku li hemberî dagirkeriya dewleta tirk bibe seknek giştî û berfireh.
Helwest û sekna gelê Şêladizê gelek peyaman bi xwe re dan. A yekemîn helwestek xurt û wêrek bû. Komek gelê birêxistin çawa baregeha leşkerî belavela kir? Ev bi xwe nîşaneya hêza gel derdixe holê. Li hemberî tang, top û balafirên şer, ew sekin bi rastî jî pîroz bû.
Bi daxuyanî û dirûşmên xwe li hemberî dewleta tirk kîn û nefretek hebû. Ji ber ku dewleta tirk neyarê gelê kurd ê herî mezin e. Ên ku li her çar perçayan jî êrîşî kurdan dike, dewleta tirk e. Çawa ku ji bo dewleta tirk li Amed, Efrîn û zindanan kêr gihîştbe hestî, ji bo şêladiziyan jî kêr gihîşt hestî. Bi vê bîr û baweriyê bi ser baregeha leşkerî ve meşiyan. Dîsa seknek niştimanperwer û ji bo yekitiya neteweyî peyamên girîng dan. Hemû gotin û daxuyanî girîngiya yekitiya neteweyî û welatek yek parçe didan.
Piştî serhildana Şêladizê dewleta tirk, bi derûniyeke serdest, zordest û dagirker daxuyanî da û got balafirên me ew bela kirin. Li hemberî daxuyaniyên dewleta tirk û sekna gelê Şêladizê, daxuyaniya hikûmeta herêma Kurdistanê, daxuyaniyek ecêb û sosret bû. Dewleta tirk êrîş dike, hemwelatiyên wî dikuje, mal û milkê wî dişewitîne, gef û şantajan dike, gelê Şêladizê helwestek neteweyî û niştimanî nîşan dide. Lê rêveberiya başûrê Kurdistanê, vê yekê wek provakasyon bi nav dike û dibêje em ê hesabê ji wan bipirsin. Hin ji wan jî bêdeng dimînin û tu gotin nakin, wekî ku bûyerek bi vî rengî neqewimîbe.
Di nav gel û desthilatdaran de her tim cudahî û nakokî hene. Gel û desthilatdar ji hev cuda ne û wekhev nafikirin. Lê ewqas jî dijberiya gelê xwe, mirov ji dîn û îman derdixe.