Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...
Çarşamba - 27 Kasım 2024

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Selahedîn Demîrtaş û çend pirsên hewce

Piştî ku Selahedîn Demîrtaş hat girtin heta îro, di qada siyasî ya Kurdistan û Tirkiyeyê de ji rojevê neketiye. Hêmana ku ew derxist pêş û li ser bêjinga siyasetê girt ew bû ku di Rojhilata Navîn de gelê kurd bê statû, bê maf, bê perwerde, bê siyaset û bê azadî nêzî çil-pêncî milyonan girseyeke mezin, li ser erdnîgariyeke çarparçebûyî bi qeyd û bendên mêtingeriyê mehkûmî jiyanê hatibû mecbûrkirin û têkoşîna tevgera azadiyê ya li dijî van kambaxiyan.

Helbet ev hêman bi sere xwe namzetê girîngbûnê ne. Jixwe Selahedîn Demîrtaş jî weke pêşevanên xwe Hatîp Dîcle, Ahmet Turk, Mûrat Bozlak, Aysel Tûglûk, Tûncer Bakirhan û yên din bi vê pêlê re herikî û derkete pêş. Ev robar gelek bi bereket û berhemdêr bû. Her pêşengekî li gorî pêciriya xwe reng û dengê xwe da vê pêlê û bandora xwe lê kir; Selahedîn Demîrtaş jî wisa. Em baş dizanin ku Selahedîn Demîrtaş di nav siyaseta kurdan a legal de fîgurekî gelek girîng bû. Bi qabîliyeta xwe ya siyasî, civakî, hunerî û mirovî derkete pêş, xwe da hezkirin û di rojevê de ma, her çû bilind bû. Serokê HDP’ê bû, di hilbijartina serokkkomariyê de ji sedî deh deng girtibûn. Gava kete girtîgehê di barxaneya wî de ev rastî hebûn.

Girtîbûna Selahedîn Demîrtaş û neheqiya lê hatibû kirin ew tim di rojevê de girt. Hem bi darizandinên derhiqûqî, hem dozên ji DMME’yê bi mafdariya wî vegeriyan jixwe ew di rojevê de hişt. Salên borî ku ber bi îro ve hatin ew êdî ne tenê weke fîgurekî, di heman demê de weke aktorekî siyasî di hundirê girtîgehê de her tim li ser bêjingê bû. Vê yeke dest da ku Selahedîn Demîrtaş ji hundir ber bi der ve der barê her mijarên siyasî, aktuel, hiqûqî û hwd. de rojane dîtin û nêrînên xwe derpêş bike. Êdî raya giştî bi vê rewşê re haydar, guhpêketî û hînbûyî bû.

Her roja hat ji roja beriya xwe zêdetir bi daxuyanî û ragihandinên nû dagirtî bû, carinan bi agahiyên germ û lez jî rojeva wî berpê bû. Heta vê derê her tişt asayî ye û belkî detay bên vegotin lê mijara nîqaşan nîne. Lê belê ji vê şûndetir êdî nîqaşa pirs û fikaran e û ev pirs û fikar qewimînên ku em asayî dîbinin jî dikin ber pirs, fikar û lêpirsînan. Di hişê her kesî de gelek pirs û fikar derbas dibin û mîsoger bersivên wan jî hene. Gelek caran pirs ji kê bên pirsîn bersivên wan der barê nasname û kesayeta wan de gelek fikren zelal diyar dikin. Ji ber vê yeke pirs girîng in. Ez di vê nivîsê de dixwazim ne bi bersivan, bi pirsan bikaribim bikim ku dîmenekî Demîrtaş nîşanî xwîneran bidim. Ji ber wê, ev nivîs wê nebe qada bersivên van pirsan, eger hewce bibe em ê bi nivîseke din cih bidine bersivên van pirsan jî. Pirsen girîng ev in:

Du serokên siyaseta kurdan di girtîgehê de ne. Gelo salek-du sal berê Erdogan ji nişkê ve çima ev her du serokên kurd li dijî hev bêjinga bêndera xwe xistin û çiqas projeksiyona îro em tê de dijîn re eleqedar e?

Ji nişkê ve ji ber çi qala poşmaniya daçikandina peykerê Ocalan kete rojeva Demirtaş? Çi da gotin ku “divê em peykerê Ocalan daçikînin”, çi da gotin ku poşmaniyê bîne ziman?

Têkiliyên bi CHP’ê re hatine danîn û ji nişkê ve guherîna nêrîn û belagata Demîrtaş çiqas bi hev re girêdayî ne û peymanên veşartî hene? Di hawira CHP’ê de piştgirî, pesn û heyranîbûna Demîrtaş çima ewqas zêde ye?

Çi guherî ku demokratîkbûna Tirkiyeyê derkete pêş çareseriya pirsgirêka kurd û di vê projeyê de rol û mîsyona kurdan çawa tê pênasekirin?

Demîrtaş ji ber çi nêrîn û boçûnên xwe li ser HDP’ê ferz dike? Ji ber çi HDP’ê rihet nahêle ku ew di mijarên bingehîn de siyaseta xwe ya xweser pêk bînin? Gelo hê jî xwe serokê HDP’ê dibîne? Gelo bi rastî xwe serokê kurdan ê stratejîk dibîne ku hemû kurd li pey wî biherikin? Wisa be bi çi maf î?

Ji ber çi Selahedîn Demîrtaş hewce dibîne ku ewqas berfireh di rojeva Tirkiyeyê ya rojane de cih bigire? Ew hewldana çi ye? Populîzm an xwenedan jibîrkirin?

Ser traşkirina ji bo Jîna Emîniyê hewldaneke populîzmê ye yan tiştekî din? Ev kiryar ji kîjan hest û ramanî diqewime; protestokirina helwesta Îranê yan di bin sîwana vê yekê de xwe derxistin pêş? Gelo sertiraş li ser lîderekî rûdinê yan karê mîlîtan û sempatîzanan e? Gelo kevir di cihê xwe de giran be ne baştir e?

Selahedîn Demirtaş heta niha dagirkirina axa kurdan, bi bombeyên kîmyayî bombebarana ser şervanên kurdan şermezar kiriye ku berî her kesî û partiyan çalakiya Mêrsînê şermezar dike? Çi peyamê dide gelê kurd û dewleta tirk?

Bi rastî hesabekî wî yê veşartî heye yan na? Heke hebe nizane ku siyaseta kurdan şefaf e û di pişt deriyên nepen de ancax siyaseta qirêj û lewitî dibe û gelê kurd vê yeke qebûl nake?

Du serokên kurdan ên di girtîgehê de hene. Gelo Demîrtaş muhasebeya wê dike ku deriyê yekî bi salan e, bi heft kilîtên hesin hatiye kilîtkirin, nahêlin ba jî ji ber re derbas bibe û ewqas bi tecrîteke giran re rû bir û ye û yê din yanî ew bixwe, her roj her saet weke kesekî azad her û her boçûnên xwe dişîne derve û ji derve agahiyan digire? Gelo ew di vê têgihiştinê de ye yan na? Ev dezgehekî çawa ye ku her roj cenazeyên girtiyan ji ber bêderfetiyan, hovîtî û tundiya li ser girtiyan derdikevin derve, lê ji odexaneya Demîrtaş vizir vizir peyamên şermezarî û arastekirina siyaseta kurd diherikin? Gelo Demîrtaş nizane gele kurd her dişopîne û lêpirsînê dike, wê fatûreyekê ji Demîrtaş re derxe?

Gelo Demîrtaş nabîne ku bi salan e dijminên kurdan ji bo parçekirina kurdan dixebitin, niha bi deste wî dixwazin kurdan parçe û lawaz bikin û bi ser ketin şûnde ku lê anîn sêdara Hesen Xeyrî wê li dar bixin?

Gelo motîvasyona Demîrtaş ji helwest û pozîsyona Nêçîrvan û Mensûr Barzanî ilhama xwe digire?

Gelo daxwaza bûyîna Selahedînê duduyan çiqas îlhama motîvasyona wî ye?

Ez bawer dikim ku niha Selahedîn Demîrtaş di odexaneya xwe de li sazê naxe û nabêje “ez ji xeynî lêdana sazê nikarim tiştekî bijenim.” Di dil mêjiyê xwe de çi dijene em nizanin. Lê em tecrubeyên di şeş salên wî yên borî yên di girtîgehê de dizanin ku ew vala nasekine, wê her bijene. Ji bo gele kurd baş an xirab êdî ew û tene ew dizane.

 

 

 

 

Nûçeyên Têkildar