Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şêlandina şaredariya AKP’î li e-maîlê aliqî

Derket holê ku îhaleyên ku Şaredariya Artûklû ya AKP'î bi 2 milyon û 749 hezar TL'yî çêkirine bi awayên bêusûl hatine çêkirin û teklîfên hatine kirin jî hemû ji heman maîlê hatine şandin

Derket holê ku Şaredariya Artûklû ya Mêrdînê ya AKP’î bêusûliyeke bi milyaran pere kirie. Şaredariyê di zivistana 2021’ê de 27 îhaleyên stendina amûran çêkiriye. Îhaleyên hatine çêkirin jî hemû bi rêya “rasterast temînkirinê” hatine çêkirin. Di sala 2021’ê de bi hinceta ku pêdiviya şaredariyê pê heye di bin navê amûrên spor, boyax, qirtasiye, oafîs, pergala navendî, dezgehên xalîçeyan, cam, firin, qumaş, hirî, komputer, amûrên înşeatê, lazer hwd. 27 îhale hatine çêkirin.

Hemû stendin bi awayekî dij Qanûna Îhaleyê ya Cemaweriyê hatine çêkirin. Ji lew re hemû tişt bi awayekî parçekirî hatine stendin. Ev amûr 5 caran ji aliyê Huseyîn Batûk, 6 caran ji aliyê Îbrahîm Çekîn û 16 caran jî ji aliyê şîrketên Ûgûr Guven Bûlaç ve hatine stendin. Ev stendinên ku di qeydên fermî de jî hatiye diyarkirin ku ji sê fîrmayên cuda hatine stendin, bi dorê bi 534 hezar û 363, bi 668 hezar û 877 TL û milyon û 545 hezar û 798 TL’yî hatine stendin.

Ev amûrên bi giştî bi 2 milyon û 749 hezar TL’yî hatine stendin, çendî ji sê fîrmayan hatibin stendin jî fatûreyên her sê fîrmayan, fatûreyên wan bi rêya heman e-maîlê hatine şandin. Fatûreyên her sê fîrmayan bi maîla [email protected] a Ûgûr Guven Bûlaç ji şaredariyê re hatine şandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar