Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Selma Irmak: Ger ‘bêbextî’ be nexwe bila bê vekolandin

Siyasetmedar Selma Irmak têkildarî bikaranîna ji bo bikaranîna çekên kîmyewî wiha got: “Madem tu dibêjî ‘bêbextî’ ye, nexwe bihêle bila bê lêkolînkirin.”

Êrîşên Tirkiyeyê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federe ya Kurdistanê, 7 meh li dû xwe hiştin. HPG’ê di daxuyaniya xwe ya çend roj berê de ragihand ku di van 7 mehan de 2 hezar û 837 caran kîmyasal û çekên qedexekirî hatine bikaranîn. Lê belê desthilata AKP’ê bikaranîna çekên kîmyewî red dike û bangawaziyên rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedaran ên têkildarî lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî jî ji nedîtî ve tê. Her wiha derdorên di vî warî de daxuyaniyê didin jî hedef tên girtin. Siyasetmedar Selma Irmak têkildarî mijarê de axivî û wiha bang kir: “Madem tu dibêjî ‘bêbextî’ ye, nexwe bihêle bila bê lêkolînkirin.”

Bi domdarî Irmak bilêv kir ku Tirkiye li Zap, Avaşîn û Metînayê “têkşikiyaye” û wiha domand: “Tirkiye, ji ber ku nikaribû çîroka xwe ya serkeftinê ya ku dixwest li Kurdistana Federe binivîse, serî li kîmyasalê da.” Irmak, destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li hemberî mirovahiyê ye û got ku çekên kîmyewî li gel kuştina candaran, dibin sedema texrîbatkirina xwezayê jî. Irmak, bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya ji bo bikaranîna çekên kîmyewî û gotinên Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar bibîr xist ku gotibû “me tenê gaza rondikbarîner bi kar aniye” û wiha pê de çû: “Gava em pîvanên hiqûqê esas bigirin, qedexe ye ku artêşek gazên rondikbarîner jî bi kar bîne. Ev daxuyanî jî lixwemikurhatinek e. Nexwe hin tişt hatine bikaranîn. Tenê ne rondikbarîner, hin gazên ku tesîrê li pergala sînirên mirovan dike hatine tevlihevkirin û bikaranîn.”

Heke sucdar nînbî çima destûr nadî

Di berdewamê de Irmak diyar kir ku zanyar jî dibêjin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn û got ku divê berpirs bên darizandin. Irmak, destnîşan kir ku Tirkiye ji dêvla ku destûra vekolandina bikaranîna çekên kîmyewî bide mirovên wekî Şebnem Korûr Fîncanci hedef digire û ev tişt anî ziman: “Mirovên xwestin di vî warî de daxuyaniyê bidin û meşan li dar bixin rastî mudaxileyan hatin. HDP’ê ew xist rojeva meclisê ji bo vekolandinê. Lê hikûmeta AKP-MHP’ê ev pêşniyazpirs red kir û got ‘bêbextî’ ye. Madem bêbextî ye, nexwe bila bihêlin heyetên serbixwe biçin herêmê û raporekê amade bikin. Ger bêbextî be, bila heyet rabe bibêje, ‘na, li vir çekên kîmyewî nehatine bikaranîn.’ Tu yê jî ji vê xelas bibî. Lê ger sûcek tune be, çima vekolandina wê tê astengkirin? Ev derûniya sûcdariyê ye. Artêşa tirk li ser sûc hatiye girtin. Çima destûr nayê dayîn? Ji lew re li wir sûcekî ku wekî em dibînin hatiye kirin. Dixwazin ser vî sûcî binixumînin. Lewma destûr nayê dayîn.”

Irmakê bertek nîşanî bêdengiya rêxistinên navneteweyî jî da û got: “Ev sûc li dijî mirovahiyê hatiye kirin.”

Helwesta PDK’ê kurdan diêşîne

Irmakê ji ber hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re, PDK rexne kir û got ku PDK bi vê helwesta xwe kurdan diêşîne û hêrs dike. Bi domdarî Irmak wiha derbirî: “PDK, qethiyen dê nikaribe ji vê berpirsiyariyê bireve. Kî çi dibêje bila bibêje, PDK dê nikaribe xwe ji vê berpirsiyariya dîrokî xelas bike. Li bara wijdanê gelê kurd mehkûm bûye. Ev ne sûcekî ku bê efûkirin. Helbet dê li bara raya giştî ya gelê kurd beramberiyek vê hebe li hemberî PDK’ê. Anku ev ne meseleyeke siyasî ye. Dê gelê kurd ji hesabê vî sûcî bipirse û ji hevkarên vî sûcî hesab bipirse. Bila gumanên tu kesî ji vê tune be.”

‘Şer ne çare ye’

Siyasetmedar Irmak di dawiya axaftina xwe de de ev tişt gotin: “Çi dibe bila bibe, dê serketiyê vî şerî gelê berxwedêr bi xwe be. Ev şerê bi salan e bi her rêbazî tê kirin bi ser neketiye û dê nekeve jî. Ji lew re dozeke mafdar a gel heye. Têkoşîneke gel heye û nehatiye dîtin ku têkoşînên gel têkşikiyane. Dê gelê kurd jî bi ser bikeve. Lê em naxwazin êdî mirov bimirin û em dixwazin rêbazek bê dîtin. Naveroka meseleya kurdî siyasî ye û dê bi rêyên siyasî bê çareserkirin. Şer, ne çare ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar