Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Sembol û çavkaniya îdiayên mezin; Zîlan

Rindêxan | 

‘Li dijî polîtîkayên emperyalîzmê ku jinan dike kole, bi teqandina bombeya li ser xwe dixwazim mezinbûna kîn û hêrsa xwe nîşan bidim û bibim sembola vejîna jinên kurd. Îdiaya min a jiyanê pir mezin e. Dixwazim bibim xwediya jiyaneke bi wate û çalakiyeke mezin.’

Şehîd Zîlan ku wek di nivîsa xwe de jî aniye ziman, ji bo bibe xwedî jiyaneke bi wate di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsimê li warê Zarîfe û Besêyan bi çalakiyeke fedaî bû sembola vejîna jinên kurd.

Zîlan bi şêweya çalakiya xwe û bi cihê hilbijartina çalakiya xwe peyameke pir mezin hem da gelê kurd bi taybetî jinên kurd û hem jî da dewleta tirk a qirker. Şehîd Zîlan hema wisa eletexmînî bajarê Dêrsimê hilnebijart (Jixwe şehîd Zîlan bi eslê xwe ji Dêrsimê ye). Dêrsim di dîroka kurdan de xwedî cihekî pir taybet e. Dema Dêrsim tê gotin hem komkujiya mezin a dewletê (Dêrsim piştî Komkujiya 1938’an li Kurdistanê bûbû navenda asîmîlasyona herî mezin a dewleta tirk) hem jî jinên Dêrsimê yên wêrek ku çawa li dijî dewleta tirk a qirker li ber xwe dan û ji bo ku nekevin destê dijmin xwe ji çiyayan avêtin, tê bîra gelê kurd. Zîlan jî bi vê zanebûnê çalakiya xwe li Dêrsimê pêk anî.

Zîlan bi çalakiya xwe mejiyê dijmin û dagirkeran hejand. Zîlan bi çalakiya xwe wiha bang li jinên kurd kir: “Ey jinên kurd ên wêrek, ey jinên kurd ên pêşengtî ji berxwedanan re kirine, hişyar bibin. Axa mirî ku we ji cewhera we dûr xistiye, ji ser xwe biavêjin. Berxwedan û têkoşîneke birûmet li benda we ye. Werin bi wêrektî, bi berpirsyariya xwe ya dîrokî tev li cenga azadiyê bibin û bibin pêşengên siberoja jinan û civaka xwe.”

Şehîd Zîlan bi bedena xwe peyam da, ew bedena ku bi hezaran salan ji aliyê mêran ve wekî çavkaniya hemû xirabiyan hatibû pênasekirin û bibû sedema qirkirina bi hezaran jinên wêrek, bi Zîlan re gihişt wateya xwe ya rasteqîn. Hemû fikrên berovajî parçe bûn. Çawa ku di zanistê de dibêjin piştî Big Bangê yanî Teqîna Mezin hemû gerdûn ava bûye, piştî çalakiya mezin a Zîlan re jî jiyaneke azad a jinên kurd ava bû. Bi çalakiya Zîlan re jinan ber bi artêşbûnê ve gavên mezin û şênber avêtin, li ser şop û mîrasa wê gihiştin heqîqeta xwe.

Zîlan bû sembol û çavkaniya îdiayên mezin, jiyaneke biwate, xwedawenda nûjen, xet û manîfesto. Bi Zîlan re li Kurdistanê hafizaya xwedawendiyê ji nû ve zindî bû û Zîlan bû xwedawenda hevdem a jinên kurd.

Zîlanê li hemû Kurdistanê deng veda. Wê mîrateya berxwedanê ji azadiya qedîm ya vê axê wergirtibû. Ew newaya hemû jin û zarokên Geliyê Zîlanê bi xwe bû. Kerba wê ya li hemberî dagirkeriyê kir ku dagirker li hember berxwedana wê û ya jinên kurd biheyirin, bitirsin. Gelek kesan navê Zîlanê li zarokên xwe kirin. Piştî Zîlanê hemû jinên kurd xwe ji wê desthilatdariya mêrane daweşandin û kirasê berxwedanê li giyanê xwe kirin. Ji bo Heval Zîlan azadî û heqîqet armanc bû, lê ji bo jinên pey wê jî Zîlanbûyîn bû armanca sereke.

Niha bi hezaran şervanên fermandar Zîlan li Avaşîn, Zap û Metînayê li dijî êrîşên dagirkerî û xeta îxanetê li ber xwe didin.

‘Divê em taybetiyên jinên kurd bixin xizmeta şoreşê’

Beriya ku çalakiyê xwe pêk bîne di nameya ku nivîsand de sedama çalakiya xwe û bangawaziya xwe ya ji bo jinan wiha tîne ziman: “Rêbertiyê wek  mijaran, di mijara pirsgirêka jinan de jî nirxandinên pir kûr kir û ji bo ev pirsgirêk bê çareserkirin pêşengtiyê kir. Asta ku îro jinan xwe gihandine asteke pir pêşketî ye lê ji ber ku xistina jinan ew qas xirab û cidî ye hema ku  bi dîroka mirovahiyê re dest pê dike. Azadiya jinan û li ser piyên xwe mayîn wisa di nava demeke kurt de pêk nayê. Pêwîstî bi pêvajoyeke demdirêj heye. (…)  Rêya azadiyê ji şerkirinê derbas dibe. Ji bo şerekî baş bê dayîn jî rêxistinbûn pêwîst e. Divê em taybetiyên jinên kurd ên wek welatparêzî, girêdan, bi biryarbûn û wêrekiyê bixin xizmeta şoreşê û bibin xwedî hewldanên mezin.  Bi hezaran şehîdên me yên  ku ji bo azadiyê ked dane, pêş ketine û xwîna xwe rijandine hene. Bêrîvan, Rahîme, Besê, Ronahî, Zekiye, Mizgîn û Rahşan di nava van şehîdan de bi jiyan û şehadetên xwe gihîştine asta herî jor, hem di têkoşîna rizgariya me de hem jî di warê azadiya jinan de bûne pêşengên pêvajoyên girîng. Ev hevrêyên me moralê didin şervanên azadiyê yên jin û bi şexsî jî moral û cesareteke mezin dide min. Divê em li dijî paşvehiştina civaka Kurdistanê û bi taybetî jî li dijî kolekirina jinan hêrsa xwe bi fikr, îdeolojî û polîtikayê re bikin yek û berpirsyariyên xwe yên demê bi cih bînin, rola xwe ya di nava têkoşîna rizgariya neteweyî de bi cih bînin û hem jî gavên azadiyê bavêjin. Ev biryara şexsî ya  ku min girtiye moral û casereteke mezin dide min. Dihêle ku hestên nikarim pênase bikim bijîm. Di rêya şehîdên me yên azadiyê de meş, xwedîlêderketina mîrateya wan hesteke pir bişeref e. Ji ber  ku ez ê bibim xwedî vî peywira bişeref xwe gelek bi şans dibînim.”

Zîlan xetek e, terzê jiyanê ye

Piştî çalakiya Zîlanê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser çalakiya wê nirxandinên girîng kir.  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di axaftineke xwe de der barê Zilanê de wiha gotibû:

“Xeta serkeftinê di Zîlanan de temsîla xwe dîtiye û rê ji teqîna mezin a jinan û mîlîtaniya wê ya qehremaniyê re vekiriye. Zîlan ji bo me sembol e, bîranîna wê ji bo me ferman e, em ê berpirsyariyên wê her tim û li her derê bi cih bînin. Zîlanê bi çalakiya xwe tenê dijmin û emperyalîzma li hemberî xwe mehkûm nekir herî zêde jî jiyana ku li ser jinan tê ferzkirin, hezkirina wê ya jiyana azad tune dike  serî rakirinek bû. Bi wasiyeta xwe ve jî ev aniye ziman.  (…)

 Zîlan şexsek nîn e, xetek e, terzê jiyanê ye, terzê şer e, terzê serkeftinê ye. Zîlan a ku li dijî koletiya neteweyî, çînî û zayendî  wek sembola xeta Rêbertiyê jî dikare bê dîtin li ser esasê rastiya berxwedana şoreşgerî xwe gihand zelalbûnekê jî. Ji  ber  vê yekê jî em Zîlanê wek xetekê dinirxînin. Zîlan şexsek nîn e, xeteke îdeolojî, polîtîka, rêxistin û çalakiyê ye. Nameyên wê yên divê em wek wesiyet bibînin heye. Em va nêrînan rast dibînin û hewl didin pêk bînin,  şexsiyeta ku tevgera me  ya jinan girêdayî be û mînak bigire.  Ev di asta herî jor de tê îfadekirin.

Divê zor û zehmetî we bêzar neke, berovajî vê bila we bike wek pola. Dîsa bi awayekî rihet na bi zehmetiyan di jiyanê de  bi serkevin wê demê dê qîmeta we gelek zêde bibe.  Jiyana ku bi rihetî tê qezenckirin, ne hêjayî jiyînê ye. Jixwe ji bo me jiyana rehet jî ne pêkan e. Jiyana pêvajoyên zehmet e, jiyana hezkirinê, jiyana eşqê ye. Şexsiyetên ku ji zehmetiyên giran derbas dibin dikarin jiyaneke têr û tijî bijîn. Wek Zîlanê gotiye jiyana têr û tijî bi çalakiya mezin pêkan e. Ji bo me tekane felsefeya jiyanê û rast jî ev e.”

Zeynep Kinaci ango Zîlan

Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) di 10’ê tebaxa 1972’an de li gundê Elmaliya Meletiyê hat dinê. Zîlan piştî qedandina Lîseya Pîşeyî ya Tenduristiya Haydarpaşayê li Nexweşxaneya Bîrecîk a Rihayê dest bi peywirê dike. Di heman demê de Zîlan beşa Şewirmendiya Psîkolojiyê jî dixwîne. Zîlan hê di dema lîseyê de ye li hemberî rêxistinên çepgir bi taybetî li hemberî Tevgera Azadiyê sempatiyeke wê çê dibe. Piştî naskirina tevgerê Zîlan di sala 1995’an de tev li Tevgera Azadiyê dibe û di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsimê li dijî merasîma leşkerê tirk çalakiyeke fedaî pêk tîne û digihêje şehadetê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar