Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sembola berxwedan û fedayîtiyê: Arîn Mîrkan

Wek navê xwe mezin dibe

Arîn Mîrkan bi navê rast Dîlara Kinc di sala 1992’an de li gundê Mîrkan ê navçeya Mabetaya kantona Efrînê ji dayik dibe. Arîn Mîrkan ku navê xwe yê malê ji têkoşereke Tevgera Azadiya Kurdistanê girtiye, li ser heman prensîb, çand û zanebûnê mezin dibe.

Di 2007’an de bi têgihîştina rastiya jinan û gelê Kurd berê xwe dide têkoşîna azadiyê ku bi dildariyeke mezin hemû taybetmendiyên fermandarî û pêşengiyê di kesayet û hişmendiya xwe de bi pêş dixe. Dîlara Kinc bi vê zanebûnê tevli nava şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê dibe û di xebatên damezrandina YPJ’ê di 4’ê Nîsana 2013’an de cih digre û weke fermandar di rêxistinkirin û pêşxistina şervanan de rola xwe dilîze.

Di Hezîrana 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê bajarê Mûsil ê Iraqê û Reqa ya Sûriyê kontrol kirin û Reqa ji xelafeta xwe re wek paytext ragihand. Kantona Kobanê ji sê aliyan ve dorpêç kirin û dest bi êrişên cuda kirin. Ev êriş heta 15`ê Îlonê dom kirin. Piştre bi sê aliyan dest bi êrişeke mezin bi dirêjahiya bi sedan kîlometreyan ji aliyê başûr, rojhilat û rojavayê Kobanê û başûr Tirkiyê ve kirin.

Êrişên li ser Kobanê 15’ê Îlonê destpê kir. Çeteyan êrişî herêmê kirin û hovanetirîn binpêkirin pêk anîn ji kuştin, koçberkirin û şewitandina herêmeke fireh ku zêdetirî 4 hezar û 350 kîlometre çargoşe ye. Zêdetirî salek û nîv derdora 360 gund dorpêç kirin. DAIŞ`ê di êrişên xwe de çekên giran mîna tank û topavêjên cuda ku hikmê avêtina wan digihîje 30 km’yan, bi kar anîn. Li hemberî vê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) tenê bi çekên takekesî û bi hejmarên kêm şer dikirin.

Li gel hebûna zêdetirî 400 hezar sivîlan YPG, YPJ û Odeya Operasyonan a Volkanê Firatê hewl dida sivîlan ji pencên DAIŞ`ê xilas bikin. Ji ber wê DAIŞ`ê bi lez gihişt ber deriyên Kobanê û girê wê Miştenûr a ku bedewtirîn destanên lehengiyê û fedayîtiyê lê hatin nivîsandin.

Di berxwendana Kobanê de fermandar û pêşengên ku lehengiya wan bû sembola serkeftina berxwendan û tinekirina DAIŞ’ê hebûn. Yek ji wan jî Arîn Mîrkan bû ku bi ruhê xwe û çalakiya xwe ya fedayî ji bo parastina Kobanê bû mertal û pêşî li pêşveçûna DAIŞ’ê girt.

Newroza 2015’an bi bedena xwe pîroz kir

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku ji bo gelê Kurd û yên herêmê vejîneke nû bû, bê navber rû bi rû yê êrişan komên çete hat. Çeteyên DAIŞ’ê ku yek ji komên herî teror bû, di 15’ê Îlona 2014’an de ji sê eniyan êrişî warê şoreşa jinan Kobanê kir. Çeteyên bi hişmendiya qirkirin, talan û wêranê berê xwe dan Kobanê, rastî berxwedaneke bêhempa ya şervanan a bi pêşengiya jinan hatin.

Çeteyên ku tenê hîn bûbûn kîjan deverê dagir bikirana jinan weke xenîmet digirtin li Kobanê bi rewşeke dijberî vê re rû bi rû man. Ji aliyê jinên ku pêşengiya şer dikirin re dihatin têkbirin. Lewre DAIŞ’ê hemû hêza xwe bikar anî ku di 5’ê Cotmehê de êrişeke dijwar bir ser girê Miştenûr ku yek ji cihên herî stratejîk ên şer bû.

Koma ku bi fermandariya Arîn Mîrkan şer dikir, dizanibûn ku ew gir çiqas girînge loma berxwedaneke mezin nîşan didan. Arîn mîrkan ku berpirsyariya eniya Miştenûr û şervanên pê re girtibû ser xwe, bi wêrekî û cesareteke mezin çalakiya fedayî pêk anî.

‘Hîna jinan gotina dawî nekirine’

Fermandar Arîn Mîrkan ji berî şahadetê ji hevalên xwe re gotibû: “Hîn jinan gotina xwe ya dawî derbarê berxwedana Kobanê de nekirine. Em ê bi fedayî heta dawî li dijî çeteyan şer bikin û xwe radest nakîn.” Ev gotina Arîn Mîrkan bû sembola serkeftin û îradeya berxwedana jinê û şervanên Kurd.

Çalakiya fedaî ya ku Arîn Mîrkan pêk aniye bi lez di herêmê de deng veda, êdî hemû behsa wê dikin. Piştî çalakiyê berxwedan derbasî qonaxeke din bû û êdî berxwedan li Kobanê li hember çeteyên DAIŞ`ê gihaşt guhên cîhanê. Lewra çavên hemû cîhanî veguherîn Kobanê û xetereya DAIŞ`ê a li ser Rojhilata Navîn û cîhanê.

Arîn Mîrkan bi çalakiya xwe ya destanî karî bala tevahiya cîhanê bikişîne ser berxwedana Kobanê û gel ji xetereya qirkirinê biparêze.

Piştî çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan ku li girê Miştenûr ê başûrê rojhilatê Kobanê pêk aniye, her wiha berxwedana lehengiya fermandarên YPJ`ê mînakên Ozgur, Zehra Penaber, Hebûn Dêrik û Evîndar, şervanên YPJ`ê îspat kir ku hêza jinên şerker dikare DAIŞ`ê derxe û ji nav bibe. Jinan li Kobanê pêşengiya şerên serkeftina li dijî DAIŞ`ê kir. Li vir nuqteya destpêka bidawîkirina DAIŞ`ê destpê kir. Pê re jî bi pêşengiya jinên Sûriyê yên Bakur û Rojhilata Sûriyê pêşengiya şerên serkeftinê di rizgarkirina Reqayê û Baxozê kirin.

Arîn li pey Zîlan, Avesta li pey Arîn…

Di berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de ku bi navê Berxwedana Serdemê hate naskirin, di 28`ê Çileyê de şervan Avesta Xabûr li ser şopa azadiyê wekî Arîn Mîrkan, li dijî artêşa dagirker çalakiya fedayî pêk anî û bi vê çalakiyê tirs kire nava dilê artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê.

Arîn Mîrkan ku beriya wê jî Rêvan Kobanê, bi pêşxistina rêbazên çalakiyên fedayî ku gelek jinên Kurd li dijî dagirkerî, faşîzm û îxanetê bi kar anîbûn, berxwedana Kobanê û piştgiriya pê re derbasî qonaxeke nû dibe ku mirov dikare teqez bike bi vê yekê re cenga Kobanê bi misogeriya serekftina di 26’ê Çileya 2015’an de hat ragihandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar