Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Sembola Berxwedanê Mexmûr bi ser ket

Sembola Berxwedana Gelê Kurd Mexmûr piştî 16 rojan bi serkeftinê tacîdar bû û careke din hat dîtin ku mesele ne hejmar e mesele îradeya mirov e. Bi komek mirov artêşeke bi tanq û top paşde da şandin. 

Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li quntara çiyayê Qereçox a di nava sînorên navçeya Mexmûr a girêdayî parêzgeha Musilê de ye. Pêla mezin a koçberiyê sala 1994’ê pêk hat. Li wargehê nêzî 12 hezar welatiyên ji bakûrê Kurdistanê ku di sala 1994’an de ji ber zilm û zordariya dewleta tirk neçar mane derbasî başûrê Kurdistanê bibin, dijîn. Li ser Wargeha Mexmûr li gel êrîşên dewleta tirk a dagirker, 4 salin rêgiriyek ji aliyê PDK’ê ve tê meşandin.

Dii sala 1994’ê koçberiya ji ber zilma dewleta tirk despêkir hat û beşek ji welatiyan li bejahiya navçeya Zaxo ya girêdayî Duhokê bi cih bûn, beşek jî, li Şeraniş û Bihêrê yên girêdayî herêma Heftanînê bi cih bûn. Li vê herêmê welatî nêzî 2 mehan man.

Pitşî wê di sala 1995’an penaber li herêma Etrûş hatin bicihkirin. Li heman salê beşek welatî li Geliyê Qiyametê jî hatin bicihkirin. Di sala 1995’an de PDK’ê ambargo danî li ser wargehan û nehişt ku tiştên jiyanî derbasî wargehan bibin. Her wiha hatin û çûyîn qedexe kir. Di heman salê de hêzên girêdayî PDK’ê bi destek û daxwaza dewleta tirk êrîşî her du wargehan kirin.

Sala 1997’an ji ber planên tirk ên dagirker li dijî Tevgera Azadiya Kurd û dîsa hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta tirk penaber li herêma Nînova bi cih bûn. Li ser dijwarbûna êrîşan heman salê gel derbasî wargeha Nehdaran bû. Piştî du mehên dijwar ên jiyan û êrîşên dewleta tirk û PDK’ê gel ji vir jî koç kirin.

Rojê ewil yên Mexmûr

Şêniyên wargehê piştî rêyek gelek dirêj a tije êriş, zehmetî û êşên jiyanê, li Mexmûrê bicih bûne. Ji sala 1994’an ve bi rêzê li wargehên Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaran mane. Di van wargehan de ji bilî êşên mezin ên jiyanê ku gelek zarok, pîr û jinan jiyana xwe ji dest dan, panaber bi gelek êrişan re jî rû bi rû man. Di van êrîşan de jî gelek welatî hatin qetilkirin. Her wiha li wargehên Etruş, Geliyê Qiyametê û Nînovayê bi ambargoyan re rû bi rû man.

Koçberên Bakûr di encama van rêwitiyên zor û zehmet de di sala 1998’an de li quntara çiyayê Qereçox a navçeya Mexmûrê ya ser bi Musilê bicîh bûn. Di salên destpêkê de zehmetiyên gelekî dijwar dîtin û ava vexwarin û paqijiyê jî, bi zehmetî peyda kirin. Her wiha cihekî ku xwe bispêrin nebû û tenê ji ber dupişkan bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da.

Tevî hemû zor û zehmetiyan jî, gelê koçber li vir jiyanek nû afirand, mal hatin çêkirin, saziyên rêveberî, belediye, perwerde, tenduristî, parastin û hwd. hatin avakirin. Di heman salê de (1998) ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) bi awayekî fermî wekî wargeha penaberan hat qebûlkirin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û parastina Hewlêrê!

Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Suriye û Iraqê de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, beramberî êrîşek muthemel tedbîr hatin girtin. Di çarçoveya van tedbîran de Şêniyên wargehê ji aliyê Hêzên Parastina Wargehê ve ji wargehê hatin derxistin. Di 7’ê Tebaxê de jî çeteyan êrîşî wargehê kirin. Li ser vê yekê Hêzên Parastina Wargehê û gerîlayên HPG’ê ku piştî êrîşa li ser Şengalê ji bo parastinê hatibûn herêmê, berxwedanek mezin nîşan dan. Di encama berxwedana 3 rojan de, wargeh di 10’ê Tebaxê de ji çeteyan hat paqijkirin. Bi vî rengî cara yekemîn çeteyên DAIŞ’ê hatin têkbirin û xofa wan hat şikandin. Her wiha navçeya Mexmûrê hat rizgarkirin. Di wê demê de pêşmerge jî tevlî vê berxwedanê bûn. Bi vî rengî metirsiya li ser Hewlêrê jî rabû. Serokê wê demê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çûbû Mexmûrê û spasiya gerîlayan û xelkê wargehê yên ku DAIŞ’ê şikandin, kiribû. Lê rêveberiya Barzanî vê yekê nedît û piştî sala 2014’an dest bi planên nû li ser wargehê kir.

Bersiva PDK’ê ji berxwedanê re ambargo bû!

Rêveberiya PDK’ê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de ambargo danî ser wargehê û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe Hewlêrê. Ji ber rêgiriyê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nekarîn biçin Hewlêrê. Rojek piştî wê ango di 18’ê tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta tirk, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn.

Piştî dewleta tirk û PDK’ê rê li xelkê Mexmûrê girt, kete nava hewldanên wargeh valekirinê. Bi gelek rêyên cûr be cûr xwestin wargehê vale bikin û îradeya xelkê wargehê bişkînin. Lê xelkê Mexmûrê bi berxwedanek xurt li ber xwe da û heya roja îro dijî plan û komployên PDK’ê û dewleta tirk li ber xwe dide.

Yekem hewldana têlkirinê

Di 27’ê k anuna 2021’an de Hêzên Iraqê ji nişka ve serê siharê xwestin bikevin wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Hêzên Iraqê xwestin derdora hemû wargehê têl bikin û bixin dorpêçê. Lê xelkê Mexmûrê hemberî vê rawestiya û nehêlan Iraq derdora wargehê têl bike.

Carek din hewla têlkirinê

Di 20’ê Gulana 2023’yan de carek din leşkerên Iraqê danê siharê hewl dan bikevin wargehê û li derdora wargehê xendekan bikolin, têl bikin û bircan danin. Xelkê ku bi berxwedana xwe tê nasîn, carek din rabû ser xwe û li ber hewldanên dorpêçê rawestiyan.

16 rojên berxwedanê

Di 20’ê Gulanê hêzek li ser navê Artêşa Iraqê danê siharê bi wesayîtên zirxî, polîs, leşkerên taybet, wesayîtên kar berê xwe dan wargeha penaberan. Hêza leşkerî bê ku guh bide xelkê Mexmûrê xwest bikeve nava wargehê û derdorê têl bike. Lê hêza berê xwe dayî Mexmûrê, çîroka gelê berxwedê nexwendibû, nedizanî xelkê Mexmûrê 30 salin li dijî êrîş, dorpêç, xiyanet û zilmê li ber xwe didin.

Jin, zarok, kal û pîr, bihezaran şêniyên wargehê danê siharê berê xwe dan seytereyê û rê li hêza ser bi Artêşa Iraqê girt. Dema çavên leşkeran bi girseya gel ket, matmayî man. Lê leşker li bendê bun ku dema ew bikevin nava liv û tevgerê, ewê ti berxwedanek nebînin. Leşkeran bi wesayîtên zirxî ketin nava liv û tevgerê û xwestin li dora wargehê, xendekan bikolin, bircan danin û têl bikin.

Girseya gel yekser xwe li wesayîtan kir mertal û nehêlan leşker bi pêş de biçin. Bi vê re leşkerên Iraqê xwestin çavê welatiyan bitirsîne û gule bi ser xelkê de barandin. Dema girseya gel vê helwesta Iraqê dîtin, bi hêrs bûn û bi keviran bersiva leşkerên Iraqê dan. Leşkerên ku ne li benda vê berxwedanê bûn, neçarman gavek bi paşde biçin û rawestin.

Di heman roja yekem de ango 20’ê gulanê de, leşkeran vê carê raste rast gule berda xelkê wargehê, di encama êrişê de ciwanek birîndar bû. Vê carê xelkê wargehê bi hêrstir bû. Dema hêza Iraqê hêrsa gel dît, neçarma serî li rêyên diyalogê bide.

Heman rojê şandeya ji rayedarên Iraq û Neteweyên Yekbûyî pêkdihat, bi nûnerên xelkê wargehê re civiyan. Lê Iraq di ya xwe de bi israr bû, lewma guh neda daxwazên xelkê wargehê û ew civîn bê encam ma. Ji xwe piştî bi salan cara yekem bû nûnerên Neteweyên Yekbûyî jî serdana Mexmûrê kiribûn.

Helwesta NY û durûtiya wê

Wargeha Mexmûr ku dibin sîwana Neteweyên Yekbûyî deye, tevî hemû êrîşan jî deng ji Neteweyên Yekbûyî dernakeve. NY di salên dawî de tu alîkariyek raber nake û dijî hemû êrûşên ser Mexmûrê bêdengiya xwe diparêze.

Bê helwestiya Neteweyên Yekbûyî, bêdengiya desthilata Herêma Kurdistanê, moralê xelkê wargehê nexist û gav bi paşde ne avêtin. Xelkê wargehê diyarkirin ku ew bi xwe parastina xwe nekin, xwedî li xwe dernekevin, wê kes xwedî li wan dernakeve. Ji bo wê gelek hevdîtinan ku bê encam man, biryara dewamkirina berxwedanê dan.

Ji 20’ê gulanê ve hêzên Iraqê her siharê û êvarî diketin nava liv û tevgerê, lê her carê berxwedana xelkê wargehê didîtin. Hêzên Iraqê rê li çûn û hatinê girtin, xwestin embara avê bigrin û avê jî li ser xelkê wargehê bigre. Lê xelkê wargehê rêneda û dijî vê di konên berxwedanê de li ber xwe dan.

Berxwedana Mexmûrê, li her çar parçeyên Kurdistan û dervey welat bû sedem ku kurd dakevin kolanan. Hema bêje ji her derê piştgiriya ji Mexmûrê hat ragihandin. Herwiha bi dehan saziyan jî bi daxûyanî û çalakiyan piştgirî dan berxwedanê.

16 rojên berxwedanê bû dîrok û meşala azadiyê

16 rojên berxwedanê, carek din ispatkir ku xelkê wargeha penaberan tu carî li serî li tirsandin, xiyanet, zordarî û êrûşan natewîne. Ispat bu ew ji bo bidestxistina mafê xwe têdikoşin. 16 roj ispata berxwedana 30 salan raxist ber çavê hemû kesê.

Êriş, gef û dorpêç dewamin!

Bê guman hê jî rojane balafirên bê mirov yên dewleta tirk a dagirker li ser wargeha penaberan difirin û metirsiya êrîşan heye. Iraqa ku bi hêceta parastinê dixwaze wargehê dorpêç bike, bi salane nikare rêya başûrê Kurdistanê li penaberan veke û êrîşên dewleta tirk asteng bike. Ji bo vê jî berxwedana xelkê Mexmûrê weke roja destpêkê îro û sibe jî dewam dike.

Çalakî bi dawî bû lê…

Doh di roja 16’an de ku konên berxwedanê hatin rakirin, daxûyaniyek ji aliyê Meclisa Gel ya Mexmûrê ve hate dayîn.

Di daxûyaniya Meclisa Gel dehate gotin; “Ev 16 rojin gelê me li dijî dorpêça Iraqê li ber xwe didin. Ev hewildana dorpêçkirina wargehê ne niha ketiye rojeva me, ev du salin di rojeva me de ye. Ji ber ku di sala 2021’an de jî xwestin dora me têl bikin. Ev dorpêç bi zextên dewleta tirk û hêzên herêmî wek Mala Barzanî pêktên. Ev dorpêç parçeyek a konsepta dewleta tirk e. Dewleta tirk û PDK dixwazin wargeha Mexmûrê belav bikin. Ji ber wê jî zextek zêde li Iraqê dikin. Heta niha wek wargeh, me ti zagonên Iraqê binpênekirine. Iraq jî vê dizane. Me di hevdîtinên xwe de bi caran anî ziman ku bi xwestekên dewleta tirk û PDK’ê tevnegerin û dora me dorpêç nekin. Di 20’ê vê heyvê de xwestin dora me têlbikin û xendekan bikolin, bi seyareyên zirxî û bi çek dora wargehê girtin. Li ser vê yekê gelê me wek timî berxwedana xwe nîşanî Iraqê da.

Me ji ber vê mijarê gelek hevdîtin pêkanîn û herî dawî hevdîtinek a me li Bexdayê çêbû. Di encama hevdîtinan de, bi rêya diyalogan li hevkirinek çêbû. Iraqê hêzên xwe yên zêde ku hatibûn dora wargehê dorpêçbikin, di paş de birin û me jî dawî li çalakiyên xwe yên demokratîk wek çalakiya konvedanê anîn.

Lê bila her kes bizane, kengî êrîşek li ser wargehê çêbibe û bixwazin vîna gelê Mexmûrê desteser bikin, wê li hember xwe têkoşîn û berxwedana gelê wargehê bibînin. Em dizanin ev dorpêçkirin xwesteka dewleta tirk û PDK’ê ne û dixwestin bi destê Iraqê bidin pêkanîn. Ji roja destpêkê heta niha me xwest bi diyalog ev mijar çareser bibe û wisa jî çêbû.”

Li gorî daxûyaniya doh hatî dayîn, penaberên Mexmûrê çawa doh dijî hemû êrîşan dinava berxwedanê de bûn, wê îro û sibe jî li dijî hemû gef, zext û êrîşan xwedî sekna xwe ya bi rûmet bin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar