Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Sembola berxwedêriya jina kurd: Leyla Qasim

Navenda Nûçeyan |

Di 1974’an de rejîma Baasê li dijî gelê kurd şerê xwe mezintir kir. Malbatên kurd ji Bexdayê derxistin. Rejîma Baas bajarê Qeladizê bombebaran kir. Gelek kurd di encama bombebaranê de hatin qetilkirin. Leyla Qasim ji bo balê bikişîne ser komkujiya li dijî gelê kurd, balafirek revand û di 24’ê nîsana 1974’an de hate girtin. Dema li girtîgehê bû bi îşkenceyên mezin û dijmirovî re rû bi rû hate hiştin. Bi biryara Sedam Hisên Leyla û 4 hevalên xwe di 12’ê gulana 1974’an de hatin bidarvekirin.

46 sal bi ser bidarvekirina Leyla Qasim re derbas dibe. Jina kurd a têkoşer Leyla Qasim di sala 1952’yan de li gundê Bamîlî yê Xaneqînê ji dayik bû. Ew di nava malbatê de keça bi tenê bû. Serhildêr û ji dil bû. Bavê Leyla cotkarî dikir. Dibistana navîn li dibistana bi navê Wend xwend û serkeftî bû. Leyla di zarokatiya xwe de gelek zindî bû. Tevî ku malbateke xizan bûn jî bavê Leyla dixwest ew bixwîne. Piştî dibistana seretayî wê tevî malbata xwe ji ber xizaniyê di sala 1958’an de koçî Bexdayê kir. Wê her dem parastina doz û têkoşîna gelê kurd ji bo xwe peywirek gelek girîng û mezin di dît. Leylayê dibistana amadeyî li Bexdayê qedand. Piştre beşa Civaknasiyê ya Zanîngehê qezenç kir. Leyla dema 20 salî bû, Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê nas kir û gotarek nivîsand. Gotara xwe li ser dijminatiya Sedam Husên a li dijî gelê kurd nivîsand û ji ber vê hedef hate girtin.

Di sala 1972’yan de di nava bajarê Bexdayê de liv û tevger û têkoşîna Yekitiya Xwendevanên Kurdistanê tevî zextên îstixbarata Baasê ya Iraqê jî her ku diçû zêdetir dibû. Wan salan piraniya hêz û şoreşa kurdan di bin rêbertiya PDKI de li çiyayên başûrê Kurdistanê û herêmên azadkirî de civiyabû. Ji bo wê jî dema Leyla Qasim dît ku herkes dibêje; kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin tevî karê mêran û xebata şoreşgerî bibin û xebatên jinan ji yên mêran cuda ne, Leylayê biryar da ku tevî xwendevanên ciwan bi awayekî çalaktir û berfirehtir xebata xwe ya kurdayetiyê li bajarên Iraqê û bi taybetî jî li Bexdayê zêdetir bike.

Tevî 4 hevalên xwe hate girtin

Di 24’ê nîsana 1974’an de Leyla Qasim li gel çar hevalên xwe yên bi navên; Cewad Hemewendî, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman Mîran di encama operasyoneke berfireh a hêzên rejima Baasê de li Bexdayê hatin girtin. Dema li girtîgehê bû bi îşkenceyên mezin û dijmirovî re rû bi rû hate hiştin lê nekarîn tu gotinekê ji devê wê bigirin.

‘Ez serbilindim ku giyanê xwe fedayî rizgariya Kurdistanê dikim’

Leyla Qasim jineke têkoşer û bi cesaret bû. Dema ku îstixbarata rejima Baas Leyla Qasim dabûn ber lêpirsînê, Leyla Qasim ji wan re wiha gotibû; “Min bikujin, lê vê rastiyê jî zanibin ku bi kuştina min dê bi hezaran kurd ji xewa giran şiyar bibin. Ez gelek kêfxweş û serbilindim ku ez ê giyanê xwe fedayê rizgariya Kurdistanê bikim.”

Rejima Baas ji bo çavtirsandina gelê kurd bi taybetî jî ciwanan, tevî ku du hefte di ser girtina Leyla Qasim û hevalên wêre derbas nebibû jî, di dadgeheke nedadperwerde biryara bidarvekirinê li Leyla Qasim û hevalê wê birî. Di saet 07:00’ê sibeha 12’ê gulana sala 1974’an de Leyla Qasim tevî çar hevalên xwe hate bidarvekirin.

Piştî bi darvekirina Leyla Qasim û hevalên wê demek zêde derbas nebû ku birayê Leyla Qasim yê bi navê Selamî li Bexdayê bi hinceta ku wêneyên xwîşka xwe Leyla Qasim belav kiriye, ji aliyê Baasiyan ve hate qetilkirin.

‘Cilên min ên kurdî ji bo roja ku ez dibim bûka Kurdistanê ye’

Rojek ji beriya Leyla Qasim were bidarvekirin, rejima Baas destûr dide dayik û xwişka wê ku li girtîgehê Leylayê bibînin. Di hevdîtina bi dayik û xwişka xwe re Leyla ji xwişka xwe re dibêje; “Meqes û desta cilên min yên kurdî ji bîr nekin, xwişka wê bi şaşmayî jêre dibêje meqes ji bo çiye? Leyla dibêje; ‘Qeftek ji pora min bibirin bi kêla min ve girê bidin. Dema Kurdistan azad bû hunê pora min bi hewayê azad ê Kurdistanê de berdin, cilên min yên kurdî jî ji bo wê rojê ye dema ku ez bibim bûka Kurdistanê.’

Piştî bidarvekirina Leyla Qasim li seranserî Kurdistanê bi hezaran malbatên kurd navê Leyla li zarokên xwe kirin. Leyla Qasim bû çîrok û destan di helbestên helbestvanên mezin ên wek Cegerxwîn, Hêmin û gelek helbestvanên din de.

Nivîskar Rêzan Ezîz der barê zîrektî û fikrê netewî yê jina Kurd Leyla Qasim de dibêje: “Leyla Qasim ji bo kurdan miroveka mezine. Leyla yekem jine ku di wê demê de li ser fikir û baweriya xwe ya siyasî, tê bidarvekirin. Di zindanê de gelek îşkence li Leylayê kirin. Leyla ji endamên saziya îstîxbaratê re dibêje; ‘Bi kuştina min dê bi hezaran kurd ji xewa nezanînê hişyar bibin. Ez gelek serbilind û kêfxweşim ji ber ku canê xwe li ber rizgariya Kurdistanê feda dikim.”

Helbesta helbestvan Hêmin a li ser Leyla Qasim wiha ye:

“Ke to toray le çawim wek xewî min

Le biskit reştire mangeşewî min

Biro Mecnûn be Leylay xot menaze

Ke nawbangî pitir derkird ewî min

Bizey hatê, witî celadî xiwêrî!

Be keyfî xot petit bawêje estom

Ewe pet niye mîdalî îftixare

Ke bûme qaremanî mîlletî xom

Darvekirin ezê li xwe bikim”

Nêrîna jinên çalakvan a li ser Leyla Qasim

Endama Komelgeha Jinên Azad ya Kurdistanê Narîn Zana wiha qala Leyla Qasim kir: “Leyla Qasim bûye sembolek ciwan ku hezaran keç û xortên vî welatî ji bo xwe kirine mînak. Ji bo helbestvanan bûye çavkaniya îlhamê. Leyla bûye bûka Kurdistan û serbilindiya azadiyê.”

Endama Desteya Rêveber ya KJK’ê Besê Erzincan, Leyla Qasim weke mînakek girîng a têkoşîna jinan bi nav kir. Erzîncan got: “Li başûrê Kurdistanê zanist û têkoşîna azadiya jinan, roj bi roj pêş dikeve. Di dîroka başûrê Kurdistanê de jinên kurd li dijî rejîma Sedam bi welatparêzî û fedekariyê li ber xwedan. Leyla Qasim bi heskirin û dilsoziyê, xwe fedayê welat kir. Ji bo hemû jinan bûye mînak. Bi sedan jin weke Leyla Qasim di raperîn, jiyan û şer de li ber xwe dan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar