Di dîroka mirovahî û roja îro de em dibînin dayikê çawa malovanî ji şaristanî û civakbûnê re kiriye, di rewşa niha de jî pêşengtiyê ji raperînên gelan re dikin.
Di pêvajoyên herî dijwar de, dayik hem di rêzê pêş ên serhildanê û hem jî yên cengê de cihê xwe digirin. Di dema êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava de, bi taybet di berxwedana Kobanê de dayikan çek hildan û ji bo berevaniya bajar û axa xwe bikin cih li gel zarokên xwe girtin. Dîsa li xeta sînorê bakurê Kurdistanê û Rojava de bi mehan li Pirsûsê dîsa dayikan çalakî pêk anîn. Ev dîmenê mirov nikare zû bi zû li her derê bibîne. Ev nasname û çandeke ya berxwedanê ya wî gelî û welatê tê. Bi taybet di rêzê pêş de dîtina dayikan û zarokên li milên wan, bûye çandeke serhildanê ya gelê kurd. Ev dîmen di têkoşîna li dijî zilmê û dagirkeriyê de li ku dera Kurdistanê be, derdikeve pêşiya me. Ev jî yekan nîşaneya serketinê li wir tîne.
Her wiha di dema xweseriyê de dayik û zarok bi taybet ji bo kolan û bajarên xwe biparêzin, li gel ciwan û zarokên xwe bend çêdikirin û li dijî dagirkeriyê her roj di nava çalakiyan de bûn. Ew dîmen hêz û morala serketinê dida çêkirin. Her kes nikare vê bike ku ne xwedî hêvêneke yê raperîn û azadîxwaziyê be. Li Şirnex, Sûr, Cizîr, Gever, Colemêrgê dayik bi her rengê xwe li qadan û refên pêş cihên xwe digirin. Dîsa bi taybet rojên serfiraziyê û dîsa berxwedana li zilmê li pêş in. Ji bo wê em dibînin dayikên kurd tim hedefa dagirkeriyê ne.
Dîsa ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û parlementera Colemêrgê Leyla Guven pêngaveke ya têkoşînê ya bê eman hate destpêkirin. Di berxwedana grevên birçîbûnê ya 200 rojan dom kir de, çalakiya wan bi encam bû û hevdîtin bi Ocalan re hate kirin. Em dibînin ku rol û mîsyona dayikê bê ka çiqasî diyarker û encamgir e. Her wiha di roja me ya îro de li dijî dagikeriya qeyûman em dibînin dayik dîsa li pêş in û bûne sembola raperînên li dijî qeyûman. Nimûneya vê ya herî ber biçav dayika Aklîme Hanas e. Dayika Aklîme Hanas ji bo şaredarî û vîna xwe her roj li kolanan e, li dijî zilmê dengê xwe bilind dike. Her wiha ne tenê dayika Aklîme Hanas bi sedan dayik li Wanê, Amed û Mêrdînê li gel parlementerên jin cihê xwe di rêzên pêş de digirin.
Niha metirsî hene ku şaredariyên din jî bên desteserkirin, ji bo vê ye divê bi taybet ciwan û gelê kurd bi pêşengtiya ciwan û dayikên serhildêr de dakevin qadan û helwesteke hê cidîtir raber bike. Di çalakiyê de dayika Aklîme Hanas gotibû: “Îro em bêdeng bibin dê sibe ji bo malên me jî qeyûman tayîn bikin.” Di rewşa niha de em dibînin metirsiya tayînkirina qeyûman ên ji bo şaredariyên din ên HDP’ê jî hene. Ji bo vê çalakiyên ku tên kirin, divê hê xurttir li her qadê bê belavkirin.
Dagirkerî yek armanca wê heye, talan û mêtingerkirine. Mayîna bendê ku wê dewlet tiştek bike, ji vê saetê û şûnde ne mimkûn e. Ev siyaseta wan jixwe derketiye holê, ji bo vê ye divê ji niha û şûnde helwesta gel û ciwanan a li dijî dagikeriya qeyûm û êrîşên li ser gelê kurd cudatir be.
Ne tenê welatiyên van bajaran, dîsa partî û hêzên kurd ên li her devera cîhanê ne tenê bi daxuyanî bi rêbazên çalakiyên cihêreng ên li welatên lê ne bikin ku ew welat dengê xwe li rejîma Erdogan bilind bikin û zextê lê bikin ku dawî li van kiryarên xwe bînin. Ji ber vê yekê ye divê dayik li qadan tenê nemînin û dengên wan bê bilindkirin.