Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Sembola serhildana Cizîrê: Binevş Agal

Binevş Agal ango Berîvan li Cizîra Botanê yek ji sembola berxwedanê ye. Piştî Binevşê jinên Botanê dan ser şopa Bêrîvanê, serhildana wê ji bo xwe mînak girtin û tev li têkoşînê bûn

Binevş Agal (Berîvan) sembola berxwedana Cizîra Botan e. Çirûska serhildanê ku Binevşê pêxist heta roja îro jî Botanê ronî dike. Binevş di sala 1966 de li gundê Bazîwanê yê navçeya  Qûbînê ya Êlîhê li malbatekê Êzîdî çavên xwe li jiyanê vedike û heta 15 saliya xwe li gund dimîne. Piştî darbeya 12’ê Îlonê ya 1980’yî ligel malbata xwe ji neçarî koçî Ewropayê dike.

Binevş li Ewropayê sekna xwe ya ji bo azadiyê nîşan dide û bi awayekî aktîf di nava xebatên azadiya Kurdistanê de cihê xwe digire. Di Nîsana 1984’an de li Ewropayê nêzî 40 kes ji bo zextên derbeya 12’ê Îlonê yên li Kurdistanê bidin bihîstin û biarmanca protesto kirina qetilkirina Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn ku di 2’yê Gulana 1983’an de li çiyayên Kurdistanê bi komployekê hatin qetilkirin, tevlî meşa ku 300 km dirêj ku salekê berdewam kir bû û yekane jina ku di meşê de cih girti bû. Tevlîbûn û têkoşîna Binevşê bandora xwe li ser derdora wê jî kir. Bi taybetî jî bandora xwe li ser civaka Êzidî kir.

Ji bo bi rêxistinkirina jinan xebat meşand

Binevş di sala 1985’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê, tevlî refên  tevgera azadiyê dibe û derbasî Rojava dibe. Binevş tevlî 3’yemîn kongra PKK’ê ya di sala 1986’an de li Geliyê Bekaa yê hat pêkanîn bû. Demekê li Geliyê Bekaa ligel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan perwerde dît û piştre derbasî bakurê Kurdistanê bû. Piştî gelek xebat li vir dan meşandin derbasî herêma Botanê bû. Binevş li Botanê bi awayê rêxistinî xebat da meşandin. Binevşê bi vê xebata xwe di dilê Gelê Botanê de cihekî taybet girt. Binevş a di serî de girîngi da rêxistinkirina jinan ji bo jin tevli tevgerê bibin jî xebat da meşandin. Binevş tax bi tax, mal bi mal li dora xwe xêleka rizgariyê ava kir.

Binevş bû pêşenga jinan

Di 16’ê çilê ya 1989’an de li ser mala ku Binevş lê dima operasyonek hat kirin. Bêrîvan li kolanên Cizîrê de ji aliyê timên taybet ve dora wê tê girtin û gule berdidin çoka wê û birindar dikin. Paşê êsir dikeve destên timên taybet û wê îşkence dikin. Lê ji ber ku Bêrîvan teslîm nabe 18 gule berdidin bedena wê û infaz dikin. Bi Bêrîvan re xwedîyê mala ku lê dima bi navê Emîn Elçîtorun jî tê îşkencekirin û paşê bi 7 guleyan tê kuştin. Binevş bi bîr û baweriya xwe ya têkoşîna Kurd û Kurdîstanê dibe yek ji pêşengê jinan.

Ayşe Erten a ku Binevşê nas dike têkoşîn û berxwedana wê vegot.

Bi têkoşîna xwe bandor kir

Ayşe Erten(53) ku ji têkoşîn û berxwedana Binevşê ango Bêrîvanê bi bandor bûye piştî Bêrîvanê jiyana xwe ji dest dide navê keça xwe dike Berîvan. Ayşe, diyar kir ku Berîvan bi têkoşîna xwe bandoreke mezin li ser Cizîrê kir: “Berîvan ji aliyê hemû gelên Cizîrê ve dihat nasîn. Yên ku wê nedidîtibûn jî navê wê dibihistin. Berîvan hevaleke gelek zîrek û berxwedêr bû. Li Cizîrê kar û xebatên gelek bi qîmet kir. Li Cizîrê bû sembolek û serhildan pêk anî. Hem li çiyê hem jî li derdora Cizîrê kar û xebat kir. Bi têkoşîna Binevşê re Gelek ciwan rabûn ser piyan û tevli têkoşînê bûn.”

Jin bi hêza xwe bawer bûn

Ayşe, destnîşan kir ku sekna Berîvanê bawerî daye jinan û got: “Berîvan herî zêde ji bo jinan xebat dida meşandin.  Wêrekiya Berîvanê hêz da jinên Botanê û ji sekna Berîvanê gelek bi bandor bûn. Piştî ku Berîvan şehîd ket navê gelek zarokên keç kirin Bêrîvan. Navê keça min jî Bêrîvan e.”

Bi navê Berîvan jin azad bûn

Ayşe, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku mîrateya têkoşîna Berîvanê tu carî nayê jibîrkirin û got: “Gava Berîvan şehîd bû hêrsa gel  gelek zêde bû. Serhildana jinan dest pê kir. Bi navê Berîvan jin azad bûn. Jinan bêrîvanê ji bo xwe pêşeng didîtin. Berîvan nayê ji bîr kirin. Mirateyek mezin li dû xwe hişt.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar