Komeke mirov ku ji ber romareş a faşîzma tirk a salên 90’î di serî de ji Botan, Serhet, Colemêrgê û gelek deverên din her tişt li pey xwe hiştî, bi êş û keser ketîn ser rê. Rêwîtiyek wê roj bê bibe efsane û sembola berxwedana dozekê.
Wê bibe nasname û mîrateya ku serî dayî, sir nedayî ye. Her çendî pêvajoya dirêj çendî ku weke sifet navek xwe nebe jî, lê tim bi meşa xwe û serhildana xwe di rojevê de hebe jî, lê wê roj bihata ku bibûna yek ji civaka herî zêde bi têkoşîn û meşa xwe ya azadiyê qala wê bê kirin û dîsa bibe tirsa xofa dijminên xwînmij.
Ew gel wê sala 1998’an û şûnde êdî weke gelê Mexmûrê bihata nasîn û di dîroka azadiyê de cihê xwe di berxwedan û ragîriyê de bigirta. Êdî xwedî nav û sifeteke têkoşînê heye.
Xelkê Mexmûrê ku ji ber sîrê zilmê yê dewleta tirk a faşîz û qirker bi hezaran gund û warên kurdan şewitandin, talan, qirkirin û sirgûnî metrepolên Tirkiye û Ewropayê hatin kirin. Vê koma ku nêzî 20-30 hezarî tevî her cûre mirin, êş û zilmê dan ber çavên xwe, terka welatê xwe nekirin, berê xwe dan başûrê Kurdistanê. Di serî de li Bihêrê, Şeraniş, Bêrsivê, Geliyê Qiyamet, Etrûş, Nînowa, Nehdaran û herî dawî jî wek noqteya dawî li Mexmûrê bi cih bûn. Xwezya zimanê rê û konên ku penaber li bin cih bûyî heba da wê demê serpêhatî, êş û berxwedana vî gelî dê bihata zanîn.
Di vê meşa ji 90’î heta 1998’an hema bêje di warê êşê de tu tiştek nema ku vî gelî bi destê dewleta tirk û PDK’ê nekişand. Ji tenêtiyê bigire heta birçîbûn, sirgûn, mirin, wêranî û kembaxî dît û jiya. Roj hat ji birça zarok li ber pêsîra dayikan mir, roj hat li meş bi guleyên hevkarên dagirkeran, roj jî hat ji bo pariyek nan peyda bike, serê wan ji aliyê PDK’ê ve hatin jêkirin û bi pere li dagirkeran hatin firotin. Roj jî hat ji ber sir-seqem û roj jî ji ber pêvedana dûpişkan mirin. Jiyaneke heta dawî bi êş û heta dawî ji bo bijî berxwedan e. Ne serî li ber dijmin danî û ne jî serî li ber mercên jiyanê ku li ser hate ferzkirin danîn. Her ku êşiyan, birînên xwe kewandin û hêz girtin, her ku ji welat dûrketin, hesreta vegera walat di dilê wan de mezin bû û ji bo vegere li ber xwe dan.
Bi vê serboriyê jiyan û hemû birîn cebirandin. Bi van êşan û hesretan xwe birêxistin, perwerde û sazûmanî kirin. Gava yekem jî ya vê yekê ji bo statûya penaberiyê bigirin li Zaxo çalakiya grevê ya mehekê xwe bi Neteweyên Yekbûyî dan qebûlkirin ku ne penaberê ji ber birçîbûn û tenê şer reviya ne. Penaberên siyasî û xwedî doz in. Ji bo wê hene û ji bo wê dijîn û têdikoşin. Ev yek bi serê xwe hişt ku bala hemû cîhan û di serî de Tirkiye û derdoran bikişîne.
Ma gelo di rewşek wiha de wê ev gel bikare serî li ber zilmê deyne? Geleke xwedî serboriyeke wiha û zarokên ku ji vê çanda berxwedanê çêbûyî ji derveyî tolhilînê wê tiştek din bifikire? Kî wê bikare serî li ber geleke wiha bide tewandin?
Ev yek ne mimkûn e. Mexmûr a ji bo vî gelî bû nasname ne hema wisa hesan bû, lê bicih bibe û bijî. Berdêl da û lê jiya. Berdêla vê jî pêşeroja wê anku zarokên wan ên nû hatî dinê bûn. Şeva li Mexmûrê cih bûn, bi dehan zarok ji ber pêvedana dûpişkan jiyana xwe ji dest dan. Gelekî ku zarokên xwe dayîn ji bo bijî, wê berxwedana wê jî biqasî zarokên wan bi qedir û qîmet bin. Wê berxwedan ewqasî bi hêz û xurt be.
Niha Mexmûr tevî her cûre êrîş û zextên dijwar jî nêzî 15 hezar kesî, bi sîstema xwe, bi şêwazê xwe yê jiyanê, tevî hezaran kîlometre ji Tirkiyeyê dûr e jî, lê dîsa faşîzma neviyên ên salên 90’î wan ji mal û milkên wan derxistî, şer dike û li ber xwe dide. Gelo yên kalikên wan nekarî vî gelî wê neviyên wan çawa bikare? Gelo çi ma kalikên we nekirî hûn ê îro bikin? Serî li ber vî gelî bidin tewandin û teslîm bigirin. Hûn ê bi kuştin, bi qirkirin, talan, wêranî û bombeyan bikin? Va bi sedan carî kalikê we kir, lê tu fêde neda. Berovajî bihêz kir, bi vîn û xurtir kir.
Berxwedan û têkoşîna vî gelî ya 22 salî Erdogan îro dixe nava tirs û fikarê. Di roja îro de wê Erdogan ji ya bûyî zêdetir çi bike? Vî gelî çi maye nedîtî ku hûn bikin? Her tişt we kir, her tişt. Tişta nû hûn bikin nîne. Tişta nû ev gel jî bike nîne. Jixwe ya heta niha kirî li ber çavan e û wê dewam jî bike. Heta niha ji salên 90-2000 û heta 2010-2020’ê, îro ji her demê xurtir û bi biryardartir in. Ji bo gelek wiha tu rêbazek nîne ji ya wê bide vegerandin. Divê ev yek êdî bê famkirin.
Tu hincet nîne ku êrîşî Mexmûrê bê kirin. Hincet û armanca esasî modela modernîteya demokratîk a Rêber Apo ya li Mexmûr ji bo civaka kurd-kurdistanî û cîhanê bûyî mînak e. Armanc, têkbirina berxwedana tevî ji welat dûr û her demê li dijî dijmin bûye xwedî helwest û serî li ber nedanî ye. Vî gelî bi sekn û berxwedana xwe bi kîlometreyan ji Tirkiyeyê dûr, ew tengav kir û bû kelemek kete qirika wan. Bû bendek kete ber sînga wan.
Ji sala 2017’an bigire heta 5’ê Hezîrana 2021’ê bi dehan car bi balafiran û destê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gelê Mexmûrê hatiye kirin, bi dehan welatî şehîd û birîndar bûne. Di her êrîşê de ev gel zêdetir hev girtiye û li ber xwe daye. Ji bo wê ye ku gefên tên kirin, tu encamek nîne.
Êrîş bi çi rengî bê kirin jî, vî gelî dema ji mala xwe derketî, biryar dan û hê jî li ser wê biryarê ne. Xwedî doz in, ji bo vê dozê zarokê xwe dane û divê doza zarokên xwe bi ser bixin. Çawa dibe bila bibe, berdêl çi dibe bila bibe, hemû dane berçavan û wisa derketine rê. Tişteke ku winda bikin tune. Lê yê winda bike, wê faşîzim be, dagirkerî, hevkarî û xiyanetkar bin. Di vê warî de ezmûn û berxwedana Mexmûrê li holê ye.
Li ser gefên Erdogan a dawî peyam gelê Mexmûrê ev e: “Di encama keda pîroz a şehîdan de, bi îdeolojî, ramanên Rebertî û bi baweriya giredanbûna nirxên pîroz heta roja me ya îro gelê wargehê xwe li ser lingan girtiye. Ji sekna xwe ya berxwedêr gav şûnde neavetiye, wê neavêje jî. Heta negihêjin armancên xwe jî em ê gavê bi şûnde neavêjin.”
Ev peyam her tiştî zelal dike. Di serî de sedemê gef û êrîşan. Armanca gefên Erdogan a ji êrîşan ev e.
Erdogan bi êrîşa 5’ê Hezîranê re ne êrîşî sivîlên Mexmûrê kir, êrîşî hiqûq û serweriya Neteweyên Yekbûyî ya di bin sîwana wê de û dîsa serweriya xaka Iraqê kir. Erdogan gef li serwerî û peymanên NY’yê û Iraqê xwariye. Divê ev yek wisa bê zanîn.