Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şemo: Armanca PDK-dewleta tirk tunekirina civaka êzidî ye

Feqîr Şemo anî ziman ku malbata Barzanî bi kuştina zarokên êzidî keyfxweş dibe û got: “Malbata Barzanî di dîroka xwe de her dem destek daye dijmin, hezar mixabin li wan kesan ku li ber vê rastiyê xwe bêdeng dikin. Barzanî dibêje ‘Êzidî koka Kurdane.’ Wê demê tu çima rê li ber vedikî ku dewleta tirk were êrîşê koka kurdan bike?”

Di 17’ê îlonê de di êrîş a hewayî ya dewleta tirk a dagirker de 3 fermandarên YBŞ’ê Dîndar Avesta, Pîran Pîr û Çiya Feqîr şehîd ketin. Civaka êzidî bi îrade û baweriyeke mezin xwedî li şehîdan derket û di hemû pêyamên xwe de helwesta xwe ya berxwedêr nîşan da. Her wiha piştî vê êrîşa dawî di pêşengiya Tevgera Ciwanên Êzîdxanê de li hemberî hevkarî û xiyanetê pêngaveke nû hate destpêkirin. Bi taybet hevkarî û xiyaneta malbata Barzanî ya bi dewleta tirk re yek ji rojevên esasî ya Şengalê ye. Hemû aliyên civakî xwedî biryar in ku têkoşîna li dijî xiyanetê bilind bikin, li dijî xiyanetê çanda berxwedanê biparêzin.

Endamê Desteya Eşayirî ya Şengalê Feqîr Şemo jî êrîşên dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê re, bi taybetî jî xiyaneta malbata Barzanî ya li dijî civaka êzidî û hemû Kurdistanê bi gotinên tund rexne kir û helwesta civaka êzidî careke din nîşan da. Feqîr Şemo di destpêka nirxandina xwe de destnîşan kir ku hin kes û alî hene ji êrîşên li ser Şengalê îstîfade dikin û wiha axivî: “Bi van êrîşan re dost û dijminên civaka êzidî zelal dibin. Dema ku dewleta tirk a dagirker êrîşê 3 fermandarên YBŞ’ê kirin, Dije Terora PDK’ê got ‘ev êrîş li dijî PKK’ê hatiye kirin.’ Malbata Barzanî di dîroka xwe de her dem destek daye dijmin, hezar mixabin li wan kesan ku li ber vê rastiyê xwe bêdeng dikin. Dema ku zarokên êzidî têne kuştin tu çawa kêfxweş dibî, çawa destekê didî wan?”

‘PDK’ê piştgiriya DAIŞ’ê kir û hêşt ku DAIŞ êrîşî Şengalê bike’

Feqîr Şemo balkêşa ser siyaseta malbata Barzanî ya li ser Şengalê jî û bêbextiya wan a li dijî civaka êzidî wiha axivî: “Piştî ku rejîma Beasê têk çû, PDK’ê xwe li vê derê kir serwer. Hikumeta Iraqê zext li mala Barzaniyan kir ku ji Şengalê vekişin, lê di sala 2007’an de wan li Sîba û Tilezêr teqînên mezin çêkirin da ku li herêmê bimînin. Ji bo karibin serweriya xwe biparêzin hezar zarokên êzidî qetil kirin. Pişt re piştgiriya DAIŞ’ê kirin, bi hevkariya wan di 2014’an de êrîşê Şengalê kirin.”

‘Armanca PDK-dewleta tirk tunekirina civaka êzidî ye’

Di dewamê de Feqîr Şemo balkişand ser armanca êrîş ên dewleta tirk ên li ser civaka êzidî û got: “Niha jî bi hinceta PKK’ê êrîşê me dikin. Qey di sala 1830’yî de PKK hebû ferman li me rakirin? Qey dema Ferîk Paşa, Serok Apo hebû ku êrîşê Şengalê kirin? Di 2007’an de qey Serok Apo li vê dere bû ku li Sîba û Tilezêr ferman bi ser me de anîn? Qey di sala 2014’an de gerîlayên PKK’ê li vê derê bûn ku bi destê DAIŞ’ê ferman bi ser me de anîn? Îro êzidî xwe kom dikin, çi xeteriya êzidiyan li ser Iraqê heye? Çima hikumeta Iraqê mafê êzidiyan nade û rê li ber dewleta tirk nagire?”

Feqîr Şemo destnîşan kir ku hêzên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê zarokên êzîdxanê ne û bi van gotinan bang li civaka êzidî kir: “Em dibêjin bila gelê me li axa xwe vegere. Werin xwedî li axa xwe derkevin, civaka xwe komî serhev bikin, zarokên xwe perwerde bikin, cihê xwe saxlem bikin. Wê demê dinya hemû jî bi ser me de were bi me nikare.”

Şerm ji xwe bikin û nebin sîxurê Osmaniyan’

Feqîr Şemo bibîrxist ku dewleta tirk a dagirker ji herêmên ku di bin serweriya PDK’ê de ne êrîşê Şengalê dike û bi van gotinan siyaseta malbata Barzanî şermezar kir: “Malbata Barzanî jî dibêje ‘Êzidî koka Kurdane.’ Wê demê tu çima rê li ber vedikî ku dewleta tirk were êrîşê koka kurdan bike? Em rojê hezar şehîd jî bidin navê malbata Barzanî li Şengalê namîne. Te 6 hezar keç û jinên me teslîmî DAIŞ’ê kir! Te li Şengalê li ber xwe neda. Lê em dibêjin, tu nikarî civaka êzidî bihelînî. Ne bi siyaseta xwe, ne bi dolarên xwe ne jî bi hevalbendiya sîxuran. Şerm ji xwe bikin û nebin sîxurê Osmaniyan.”

Feqîr Şemo di dawiya nirxandinên xwe de li hemberî êrîşan banga berxwedanê li civaka êzidî kir û got: “Îro êdî hêza civaka êzidî heye, şehadet ji bo me êzidiyan tişta herî pîroze. Ji ber çi emê xwe bê îrade bikin. Em nikarin bibin hevalê dijminan, em hevalê çand û baweriya xwe ne. Dewleta tirk endamê NATO’yê ye, ev 6 sal in bi balafiran êrîşê me dike, lê em dest danaynin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar