Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Semptomên vîrûsa koronayê û tedawiya li malê

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa koronayê ku di meha kanûnê de li Çînê der bû, li tevahiya cîhanê belav dibe. Pisporên tenduristiyê hin pêşniyarên ji bo tedawiyê kirin.

Covîd-19 mîna grîbê, zekemê tê dîtin. Bi taybetî jî dema ku canê mirovan zêde germ bû, yan jî bi rengekî ziwa û hişk kuxiyan û bêhn li mirovan çikiya, ev yek weke nîşaneyên sereke yên Covîd-19 tên dîtin.

Pispor dibêjin, ji bo kapasîteya nexweşxaneyan neyê tengavkirin û tedawiya nexweşên giran neyê astengkirin, mirovên ku canê wan disincire û dikuxin li malê bimînin. Vîrûsa koronayê li piraniya nexweşan (80 ji sedî) bandoreke giran nake û pêwîst nake ku li nexweşxaneyê bimîne. Piraniya nexweşan di nava çend rojan de rehet dibe.

Pisporên tenduristiyê van pêşniyaran li nexweşên li malê dikin.

Li malê ji bo başbûnê dikare çi bê kirin?

* Rojê herî kêm 2 caran derî û paceyên xanî bên vekirin û herî kêm 10-20 deqeyan hewayê paqij bikeve hundir.

* Ji bo derdora xwe bi nexweşiyê nexin maskeyê bidin ser rûyê xwe.

* Ji bo xizmên we bi nexweşiyê nekevin destikên deriyan paqij û dezenfekte bikin. Vê yekê jî bi sabûnê bikin.

* Dema ku canê mirovan disincire av ji bedena mirovan kêm dibe, ji bo pêşî li vê bê girtin avê vexwin.

* Xwarina bi rêk û pêk û xwedî vîtamîn wê bi kêrî têkoşîna dijî vîrûsa korona bê.

* Li dijî zekemê û enfeksiyonên mîna wê yên zivistanê, bikaranîna paracetamol û vexwarina çay, xwarin hinguv û lîmonê tê pêşniyarkirin.

Ev mirovan ji vîrûsa korona rehet nake, lê belê di serî de êşa li qirikê semptomên wê sivik dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar