Dewleta tirk a dagirker û PDK’ê xwestin tişta ku DAIŞ’ê nekarî bike ew temam bikin. Lê peyama aştîxwaz a êzidiyan vê plana qirêj vala derxist.
Nûçeyên medya PDK’ê yên ku gotin êzidiyan li Şengalê mizgeft şewitandin ji bo derxistina fitnê bû. Ev nûçe derew derketin.
Êvara 27’ê nîsanê bêy ku belge yan jî wêne û dîmenên wê hebin nûçeyek li ser medya dijîtal hat parvekirin û di nûçeyê de hat gotin li Şengalê xwepêşanderan mizgeft şewitandin. Vê nûçeyê li ser medya dijîtal dengvedanek mezin li pey xwe anî.
PDK wekî ku ji berê de ji bo vê mijarê plan kiribe, bi rêya medya xwe û piştre jî bi rêya Wezareta Ewqafê Rêveberiya Xweser a Şengalê hedef nîşandan û ji êrîşê berpirsyar nîşandan.
Di daxûyaniya Wezareta Ewqafê de hat gotin; “Hemû ew aliyên ku nahêlin rewşa Şengalê asayî bibe, berpirsên yekem ên vê bûyerê ne. Rola wan di derxistina aloziyên li deverê de hene.”
Belavkirina nûçeya êrîşkirin û şewitandina mizgefta li Şengalê hemwextê xwepêşandana welatiyên Şengalê ya li dijî vegerandina hin malbatên ku di dema DAIŞ’ê de destê wan di qetilkirina êzidiyan a li Şengalê de hebû.
Gelê êzidî bi israrin ku ew ê rê nedin kesên ku di dema DAIŞ’ê de hevkariya çeteyan kirin û destê wan di xwîna êzidiyan de hene, vegerin Şengalê. Lê dewleta tirk û PDK’ê xwestina bala raya giştî ji ser xwepêşandanên li Şengalê bidin ser tiştek din. Bêy ku agahiya wan aliyan ji binkeftina wan hebe. Belku bû sedem daxwaza rewa ya êzidiyan hîn zêdetir û baştire bigihe raya giştî.
Rojnamevan Şivan Herkî hîn zû dîmen û wêneyên şewitandina mizgefa li Şengalê ku hat îdiakirin ji aliyê êzidiyan ve pêkhatiye, derewand. Şivan Herkî diyarkir ew dîmenên şewitandina mizgeftê yên sala 2016’an e ku wê demê ji aliyê DAIŞ’ê ve pêkhatibû. Wan dîmenan li ser hesabê xwe yê medya dijîtal parve kir.
PDK’ê bi belavkirina dîmen û wêneyên kevin ên şewitandina mizgeftê xwest raya giştî bixe nava tevgerê. Ji bo vê çendê jî Wezareta Ewqaf û Yekitiya Zanayan a herêma başûrê Kurdistanê daxûyani dan. Hinek mamostayên olî ketin bin bandora nûçeyên derew û sixte yên PDK’ê û medya wê.
Rojek piştî belavkirina nûçeyên şewitandina mizgeftê, rêveberê polîsên Musil û çend kesayetek êzidî çûn nava Mizgefta Rehman a li Şengalê û diyarkirin ku tu ziyanek negihiştiya mizgeftê. Diyarkirin ku nûçeyên li ser şewitandina mizgeftê dûrî rastiyê ne.
Her wiha doh jî nûnerên olî yên pêkhateyên Şengalê li ber mizgefta ku dihat îdiakirin hatiye şewitandin kombûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya çapemeniyê de nûnerên olî yên êzidî, sine û şieyan axivîn. Di axaftinan de hat gotin, mizgeft wekî xwe maye û tu kesek nêzî mizgeftê nebûye. Hemû nûçeyên ku îdia dikin mizgeft hatiye şewitandin dûrin ji rastiyê.
Ev hewildana PDK’ê ya ji bo reşkirina êzidiyan û hedef nîşandana Rêveberiya Xweser a Şengalê, rastî bertekek mezin a gel û kesayetan hat. Gelek kesan di daxûyanî û peyamên xwe ên li ser medya dijîtal û ragihandinê de gotin, di sala 2018’an de dema dewleta tirk êrîşê Efrînê kir û dagirkir, gelek mizgeftan wêran kir. Lê PDK’ê û medya wê qet behs nekirin û di ser de jî rewatiyê bi dagirkirina wî bajarê kurdan didan.
PDK’ê ji bûyerê re amadekarî kiribû û li ser gelek torên medya civakî vê nûçeya derew ku dixwestin êzidiyan xirab nîşandin belav kirin. Her wiha li Hewlêr û Dihokê jî hinek melayên girêdayî xwe erkdar kir daku di xutbeya roja înê de behsa bûyerê bikin û êzidiyan bi şewitandina mizgeftê tometbar bikin. Lê ev plan û derewên wan hemû vala derketin.