Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in Îmraliyê de bi bin tecrîdekî giran de tê ragirtin û nêzî 4 sal in agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Li dijî tecrîda zêdetirî 25 sal in ser Ocalan tê sepandin, saziyên navneteweyî bêdeng in. Çalakiyên di çorçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” di 10’ê cotmeha 2023’yan de wek navneteweyî hatiye destpêkirin berdewam dikin. Komîteya Pêşî Girtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî li hemberî bêhiqûqiya li Îmraliyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê pêkanîn, bêdengiya xwe didomîne û bi vî rengî dibe hevkarê tecrîdê.
Yek ji navendên ku tecrîda Îmraliyê lê bû rojev, navenda Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bû. Tevgera Dostatiya Navbera Gelan a li Dijî Nîjadperestiyê (MRAP) ku di binesaziya Neteweyên Yekbûyî de xebat dimeşîne, di çerçoveya Rûniştinên Mafên Mirovan ên 56’emîn ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku di 18’ê hezîranê de destpê kir û wê di 12’ê Tîrmehê de bi dawî bibe, bi konferansa ku lidar xist, bal kişand ser şert û mercên tecrîdê yên li dijî Rêber Apo ne. Yek ji qisekera vê konferansê endama Meclîsa Nûneriya Spanyayê Senatora Katalan û endama Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Laura Castel Fort têkildarê tecrîda li Îmraliyê meşandin ji ANF’ê re nirxand.
Laura Castel Fort, da zanîn ku şert û mercên tecrîdê yên ku Abdullah Ocalan lê tê ragirtin ti eleqeya wê bi hiqûq û aliyê mirovî re nîne û wiha got, “Li gorî min li Îmraliyê rejîmeke tecrîdê hatiye avakirin û hikûmeta li Tirkiyeyê jî ji rejîmeke tecrîdê pêk tê. Me di xebatên xwe yên beriya niha de bi awayekî zelal dîtibû ku Birêz Ocalan bi êşkenceyeke giran re rû bi rû ye.”
Senator Laura Castel Fort destnîşan kir ku mînaka tecrîda li Îmraliyê li cîhanê nîne û wiha domand, “Salên 1970-80’î li Guatemalayê jî sîstemek û rejîmeke bi vî rengî ya tecrîdê nehate dîtin. Di wan deman de jî her tim bi girtiyan re têkilî dihat danîn. Lê belê agahî ji Birêz Ocalan nehatiye girtin û di rewşeke tecrîdê ya giran de ye. Ev yek binpêkirineke giran a mafên mirovan e û bêdengî nabe.”
Laura Castel Fort, bêdengiya rayedarên navneteweyî ya li pêşberî bêhiqûqiya li Îmraliyê jî rexne kir û got, “Bêdengiya li pêşberî binpêkirineke bi vî rengî ya mafên mirovan, di rastiyê de tê wateya parastina berpirsyarê vê êşkenceyê. Saziyên navneteweyî yên weke Konseya Ewropayê û NY dibêjin ku ew li dijî binpêkirina mafên mirovan derdikevin, lê li pêşberî mijara Abdullah Ocalan hê jî bêdeng dimînin. Ev yek standartên dualî yên sazî û dewletan bi awayekî vekirî nîşan dide.”