Navenda Nûçeyan |
Bi pêşengtiya serokê Komîteya Karên Derva ya Senatoya Amerîkayê Bob Menendez bi destnîşana 40 senatoran nameyek nivîsandin û ji serokê Amerîkayê re şandin. Senatoyan di nameye de xwestin ku Biden bila bibe serokê yekem ê amerîkî ku komkujiya ermenan nas kirî.
Di nameya ji aliyê 40 senatoran ve hat destnîşankirin de wiha hat gotin: “Osmaniyan ji bo ku qira ermeniyan bînin bi awayekî pergalî wan qetil kirine. Di êrîşan de 1.5 milyon ermen hatine qetilkirin û bi hezaran ermen ji warên xwe hatine derxistin.”
Senetoran sozên Biden ên ku di dema hilbijartinên de gotibû ‘Ez ê piştgirî bidim biryarên li ser komkujiya ermenan’ bi bîrxistin û gotin ku bila Biden roja înê komkujiya ku osmaniyan li hember ermenan kiriye qebûl bike.