Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Senatorên Spanyayê ji bo Rêber Apo name ji CPT re şandin

Li Spanyayê 27 wekîl û senatoran nameyek ji Serokê CPT re şandin û jê xwestin ku têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan demildest têkeve nava liv û tevgerê.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda mûtleq de tê ragirtin û 38 meh in agahî jê nayê girtin. Gelê kurd û dostên wan di 10’ê cotmehêa 2023’yan de 74 navendên cihanê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’dan destpêkirin. Pêngava azadiyê li seransaerê cihanê berfireh bû. Li qada navneteweyî li hemberî bêdengiya CPT siyasetmedar û navdarên cihanê ji CPT re name dişînin. Li Kongreya Nûneran a Dewleta Spanyayê gelek wekîl û senatorên ji partiyên siyasî yên cuda, her wiha parlamenterên il parlamentoyên xweser nameyek ji Serokê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) Dr. Alan Mîtchell re şandin, bal kişandin ser êşkenceya dewleta Tirk û gotin, “Girtina li hucreyê ya tecrîdê ku li gelek kesan tê ferzkirin, şêweyekî êşkenceyê ye.”

Di nameya 27 wekîl û senatoran de wiha hate gotin:

“Lîderê kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê bi milyonan kurdan ve weke nûnerê siyasî yê rewa tê dîtin, 36 mehên dawî li Girava Îmraliyê ji aliyê dewleta Tirk ve di nava rewşeke tund a qutkirina têkiliyê de tê ragirtin. Di nava vê tecrîda li derveyî mirovahiyê û li dijî qanûnan de Birêz Ocalan ji têkilî û hevdîtina bi parêzeran û endamên malbatê bêpar hatiye hiştin, ji cîhana derve hatiye qutikrin, lewma di pratîkê de ‘hatiye windakirin’ û di nava valahiyeke ‘tinebûnê’ de tê hiştin.

Di nava vê demê de Tirkiyeyê hewl da girava Îmraliyê veguherîne ‘darbesteke li ser avê’. Birêz Ocalan ku niha 75 salî ye 25 sal in bi rêya tecrîdê li êşkenceyên zalimane rast tê, lê belê di nava sê salên dawî de têkildarî rewşa wî ya tenduristiyê ti agahî nayê dayin û ev rewş jî bûye cihê tirs û fikaran. Niha nikare bê tespîtkirin bê li kuk ye, rewşa wî ya fîzîkî ji bo gelek Kurdên ku wî weke nûnerê dengê xwe yê neteweyî dibînin mijareke gelekî hesas e.”

Nameyê bi vî rengî dewam kir:

“Ji ber van sedemên zehmet û giran, weke CPT em ji we rica dikin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Tenê bi vî rengî tirs û fikarên me wê bi dawî bibin. Weke CPT hûn xwedî wî mafî ne ku serdana girtîgehên li dewletên endam bikin û Tirkiye jî di nav de ye. Ev yek erkê dide we ku hûn tîma xwe ya pispor bişînin Îmraliyê; hikumet wî mafî dide we ku hûn serdana cihê girtina Birêz Ocalan bikin û bi wî re bi rengekî taybet hevdîtinê bikin. Bi vî rengî bêyî ku bikeve bin zextekê dikare di nava nepenîtiyê de têkiliyê bi we re dîne.

Em dixwazin ku CPT li gorî xala 3’emîn a Statuya Konseya Ewropayê tevbigere: ‘Her endamekî Konseya Ewropayê qebûl dike ku di nava pîvana serweriya hiqûqê û qada xwe ya erkdar de her kes sûdê ji mafên mirovan û azadiyên bingehîn werbigire’. Birêz Ocalan welatiyê dewleteke Konseya Ewropayê ye ku bîst û pênc sal in ji mafên mirovan bêpar tê hiştin, sê salên dawî jî nikare parêzer û malbata xwe bibîne û bi vî rengî ji mafên qanûnî yên bingehîn bêpar tê hiştin.”

Di nameyê de hate gotin, “Em ji dil ji we dixwazin ku ji bo dîtina Birêz Ocalan û kontrolkirina rewşa wî ya tenduristiyê heyetekê bişînin Girava Îmraliyê û berpirsyariya xwe tavilê bi cih bînin. Li gel vê yekê eger hûn Tirkiyeyê teşwîq bikin ku li gorî berpirsyariyên xwe yên Konseya Ewropayê û CPT destûrê bide ku malbat û parêzer serdana wî bikin, em ê gelekî kêfxweş bibin. Ev yek wê ji bo nirxandina meseleya mafên mirovan bibe alîkar ku bi milyonan Kurdan eleqedar dike. Di heman demê de ji bo çareserkirina aştiyane ya meseleya Kurd a li Tirkiyeyê wê ruhê lihevhatinê yê pêwîst nû bike.”

Kesayetên ku mohra xwe danîne binê nameyê bi vî rengî ne:

“Àgueda Micó i Micó, València parlamenter, (GSUMAR),

Agustín Santos Maraver, Madrid parlamenter, (GSUMAR)

Francisco Sierra Caballero, Sevilla parlamenter (GSUMAR)

Gerardo Pisarello Prados, Barcelona parlamenter (GSUMAR )

Javier Sánchez Serna, Murcia parlamenter (GCUP-EC-GC)

Jorge Pueyo Sanz, CHA parlamenter, (GSUMAR)

Marije Fullaondo La Cruz, Bizkaia parlamenter EH Bildu (GEH Bildu)

Martina Velarde Gómez, Granada parlamenter, (GMx)

Nahuel González López, Valencia parlamenter (GSUMAR)

Néstor Rego Candamil, Coruña parlamenter, Galizia Nazional Blok BNG (GMx)

Noemí Santana Perera, Gran Canaria parlamenter, Berdevkê koma Podemos (GCUP-EC-GC)

Oskar Matute Matute García de Jalón, Bizkaia parlamenter (GEH Bildu)

Carme Da Silva Méndez, senator, BNG Galicia Nazional blok BNG (GPPLU)

Estefanía Beltrán de Heredia Arroniz, senator, EAJ-PNV Vasco Nazional Parlamenter (GPV)

Gorka Elejabarrieta Diaz, senator, EH Bildu (GPERB)

Igotz López Torre, senator, EAJ-PNV Vasco Nazional Parlamenter (GPV)

Josu Estarrona Elizondo, senator, EH Bildu (GPERB)

Laura Castel i Fort, senator ERC Catalunya Çep a Komarger (GPERB) û endama PACE

Luis Jesús Uribe Etxebarria Apalategi, senator

Nerea Ahedo Ceza, senator, EAJ-PNV Vasco Nazional Parlamenter (GPV), endama PACE

Olaia Duarte López, senator, EH Bildu (GPERB) EAJ-PNV Vasco Nazional Parlamenter (GPV)

Irati Jimenez Aragón, Navarra Parlamentosu parlamenter,

Diana Urrea, Pais Vasco parlamenter,
Parlamentera Baskê Edurne Benito Antolîn

Parlamenterê Baskê Igor Zulaika,

Oihana Etxebarrieta, Pais Vasco parlementer

Parlamenterê Ewropayê Pernando Barrena Erza.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar