Navenda Nûçeyan
Ji mezintirîn sendîkayên Îngilistanê UNITE û GMB Newhamê îlanek dan rojnameya Recorderê û gotin, “Dem hatiye ku dawî li tecrîda li derveyî mirovahiyê û dîlgirtina 20 salan a Abdullah Ocalan bê anîn.”
Ji mezintirîn sendîkayên karkeran ên Îngilistanê UNITE û GMB’ê di çarçoveya kampanya “Azadî ji Abdullah Ocalan re” îlanek dan rojnameya herî girîng a herêma Newhamê, Newham Recorderê.
Sendîkayên Unite the Union (UNITE), GMB, USDAW, CWU, FBU, NEU ku bi milyonan karkerên rêxistinbûyî temsîl dikin, Meclîsa Gelê Kurd û ‘Freedom for Ocalan Campaign’ê mohra xwe danîn binê îlanê. Îlan bi sernavê “Azadî ji bo Abdullah Ocalan, aştî ji bo Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê” hat weşandin.
Di îlanê de ji bo bidawîkirina rijandina xwînê ya li Rojhilata Navîn bang li civaka navneteweyî hat kirin ku bikeve nava liv û tevgerê û wiha gotin, “Bi qasî civaka kurd kesî li vê herêmê ewqasî êş nekişand. Civaka kurd bi hewldanên lehengî li qadê şer de DAÎŞ têk bir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyaneke nû û avaniyeke civakî ava dikin. Civaka kurd gelek caran xwestiye ku çareseriyeke bi danûstandinên aştiyane bêne kirin. Li gel van leşkerên tirk û çeteyên hevalbendên wan êrişî kurdan dikin û komkujiyan dikin. Cîhan jî tenê lê temaşe dike. Di navbera salên 2013-15’an de pêvajoya aştiyê ya navbera dewleta tirk û Abdullah Ocalan de dihate meşandin. Ji bo tundî û rijandina xwînê, ev pêvajo ji aliyê Erdogan ve hat bidawîkirin. Dem hatiye ku mirov êdî li ber vê rêveçûnê rabin. Dema vegera li pêvajoyeke nû ya aştiyê hatiye.”
Di îlanê de hat ragihandin ku dem hatiye dawî li tecrîda li derveyî mirovahiyê û dîlgirtina 20 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn û hat gotin, “Dem hatiye ku Abdullah Ocalan karibe di anîna aştiyê de rola xwe ya bingehîn pêk bîne. Ji bo deriyên li aştiyê hatine girtin bên vekirin, divê di çarçoveya kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ lîderên polîtîk, civaka sivîl û raya giştî ya navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê. Bêyî ku dereng bimîne divê tevbigerin.”
Di dewama îlanê de ji her kesî hat xwestin ku li dora çar daxwazên girîng li hev bicivin.
Daxwaz wiha ne:
* Tecrîd û îzolasyona li ser Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bikin.
* Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tavilê berdin. Dawî li polîtîkaya zext û tepisandinê ya li ser muxalefetê bînin.
* Girtiyên siyasî yên li zindanên tirk berdin.
* Operasyonên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê bi dawî bînin. Bi piştgirî û hewldanên navneteweyî piştevaniya pêvajoyeke nû ya aştiyê bikin.