Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Sendîkayên Îtalyayê jî tev li kampanyaya ‘Azadî ji Ocalan re’ bûn

Sendîkayên Îtalyayê COBAS, CUB û UNICOBAS jî tev li kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn û name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin

Sendîkayên Îtalyayê COBAS, CUB û UNICOBAS, piştgirî dan kampanyaya ‘Dem hatiye, azadî ji bo Ocalan, aştî û edalet ji bo Tirkiyeyê’ ku ji aliyê Însiyatîfa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ hatiye destpêkirin û name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin.

Di nameyê de hat bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an bi komployeke navneteweyî radestî dewleta tirk hatiye kirin û ji hingî ve di nava tecrîdeke giran de ye û wiha hat gotin: “22 sal derbas bûn û mîna mexdûriyetên hatin serê Nelson Mandela, Abdullah Ocalan di nava şert û mercên nemirovî de tê hiştin.

Ocalan rêya demokrasî û aştiya li Tirkiye, Sûriye û tevahiya Rojhilata Navîn nîşanî gelê xwe da û tu carî dest ji vê hewldana xwe berneda. Têgihiştina metna ‘Konfederalîzma demokratîk’ û pêşdîtina wî vê yekê radixe pêş çavan. Mixabin guh nadin wî, rejîma tirk û Erdogan ê dîktator, Tirkiye kirine girtîgeh û leşkergeh. Redkirina mafên mirovî û siyasî, krîza aborî-civakî û xizaniya li qadên bejahî ji aliyê rejîma tirk a dest bi xwîn ve tên veşartin.

Li gel dagirkirina xaka kurd, êzidî, ereb û xiristiyan ên li Sûriye û Iraqê, şer û şîna li Lîbya û Kafkasyayê, her wiha gefên li ser deryaya Spî û Ewropayê jî dewam dikin. Ewropa ku hîn jî li ser çekan û koçberan bazariyê bi Erdogan ê faşîst re dike, ji bo azadiya Ocalan tiliya xwe jî nalivîne, guh nade mafên mirovan ku bi xwe ragihandiye.”

Banga ‘navbeynkariyê’ li NY’yê hat kirin

COBAS, CUB û UNICOBAS di nameya xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku weke mînaka Nelson Mandela ya li Afrîkaya Başûr, ji bo aştî û edaletê bi rola ‘navbeynkariyê’ rabe û name wiha bidawî bû: “Hikûmeta Îtalyayê bi xwe jî bi têkiliyên gelekî qirêj ên di mijara têkoşîna li dijî şer û mafên mirovan re eleqedar e (firotina çekên li dijî qanûnan a ji bo welatên di nava şer de ye).

Di vê dema trajîk de ku şewbê jiyan li milyonan kesî herimandiye, birçî hiştiye, bi taybetî jî mirovên girtî yên bêparastin bandoreke giran kiriye, li tevahiya cîhanê bi deh hezaran mirov bi daxwazname û kampanyayan tev li seferberiya rizgariya Ocalan dibin.

Em sendîkayên ku ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiye, Sûriye, Rojhilata Navîn û Rojava heta niha gelekî hewl dane û timî li qadê bûn, piştgiriyê didin kar û bangên ji bo kampanyaya navneteweyî ya bi navê ‘Dem dema wê ye; azadî ji Ocalan re, aştî û edalet ji bo Tirkiyeyê’.” ROMA 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar