Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Sendroma dewleta tirk ya li Qada Çemço

Li Girê Keleha Çemço, tu dar û zinarek ku parçeyên bombeyê lê neketibe, nemaye. Gerîlayan li vir, ji bo ku dijmin çekên kîmyewî li dijî hevrêyên wan yên li qadên din bi kar neyne, di bin êrîşên dijwar ên balafiran de çalakî pêk tînin

Ji 14’ê Nîsana 2022’an û vir ve ku artêşa Tirk a faşîst li herêma Zapê dest bi operasyona dagirkeriyê kir, em her roj li benda daxuyaniyên şer a gerîla guhdarî dikin. Ev daxuyaniyên ku di nûçeyên ajansê de jî cih digirin, balê dikişîne ser çalakiyên gerîla û êrîşên dijmin bi taybetî yên di sê mehên dawî de li dijî qada berxwedanê yên Çemçoyê. Girê Keleha Çemço yê girêdayî qadên berxwedanê yên Çemço ku her roj bi tank, obus, çekên giran û balafirên şer tê hedefgirtin, berxwedana xwe didomîne.

Çemço herêmek di nava eyaletên sereke yên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medya de ye. Keleha Çemço girekî girîng e ku di nava girên stratejîk ên weke Werxelê, Şehîd Adil, Karker, Şehîd Şahîn de cih digire. Ji ber vê yekê dema ku artêşa Tirk a faşîst bi taybet li Girên Werxelê, Karker û Şehîd Şahîn dest bi operasyona dagirkeriyê kir, Keleha Çemço di parastina pişta van giran de roleke gelekî girîng lîst. Ji roja yekem ya şer û vir ve gerîlayên ku li ser vî girî bi cih bûne, bi kontrolkirina leşkerên Tirk ên hewl didin xwe li bejahiyê bi cih bikin, heta niha bi dehan çalakî li dar xistine. Performansa leşkerî ya gerîlayan a li çepera Keleha Çemço, bi taybetî di berxwedanên li herêmên Werxelê û Zapê de derketiye holê, bûye xwedî kedeke mezin. Gerîlayên ku li vir bi cih bûne, hem berxwedana li girên nêzî xwe koordîne kirine û hem jî bi çalakiyên xwe piştgirî dane hevrêyên xwe. Di heman demê de li hemberî operasyoneke bejayî ya muhtemel a dijmin a li dijî çeperên wan amadekariyên xwe kirin

Di bin êrîşên dijwar de berxwedan

Heta meha sêyemîn ya operasyona dagirkeriyê, artêşa Tirk li vir operasyona bejahî pêk neanî. Lê herêma Çemço ji ber ji roja destpêkê ya operasyonê ve destekek mezin da berxwedana li qadên Werxelê û Şehîd Şahîn, bûye hedefa êrîşên hewayî û lêdanên giran ên qereqolên sînor. Girê Keleha Çemço ku ji roja destpêkê ya operasyonê heta niha bi hezaran caran bi obus, çekên giran û balafirên şer hatiye hedefgirtin, ji lûtkeyê heta quntaran yek dar û kevirek jî ji bombe û obusê bêpar nemaye. Gerîlayan li vir, ji bo ku dijmin çekên kîmyewî li dijî hevrêyên wan yên li qadên din bi kar neyne, di bin êrîşên dijwar ên balafiran de çalakî pêk tînin.

Tekoşîna serbilind

Di meha Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker di bin êrîşên balafirên şer û dijwariya balafirên keşfê de bi tankan derbasî qadên berxwedanê yên Çemço bû. Artêşa Tirk a dagirker ku ber bi tunelên şer ên Şehîd Ûmît û Şehîd Arjîn ên girêdayî herêma berxwedanê ya Çemço ve bi rê ket, weke herêmên din êrîşên bêexlaqî li vir jî nîşan da. Li Tunelên Şehîd Ûmît tenê tîmekî gerîlayan 2 mehan li dijî tank, gazên kîmyewî û bangên teslîmbûnê yên artêşa Tirk li ber xwe da. Çeteyên artêşa Tirk hema her roj bang li gerîlayên ku di tunelan de li ber xwe didin, banga teslîmbûnê ya bêexlaq kirin û gotin, “Em dizanin ku hûn hindik in, li ber xwe nedin, ger teslîm bibin, em ê we weke qiralan bidin jiyîn. Lê belê gerîlayên ku li vir di şert û mercên gelekî dijwar de li ber xwe didin, dizanibûn ku her carê bi çalakiyên xwe tif li rûyê van çeteyan bikin. 2 mehan bêyî kêliyekê dudilî bijîn û bêyî ku serî li ber êrîşan bitewînin, berxwedana xwe domandin. Leşkerên Tirk ên ku bi tankan hatin pêşiya tunelan, li vir bi dehan leşkerên wan mirin.

Tolhildan teqez tê girtin

Çepereke din ya berxwedanê ya li herêma Çemço jî Tunelên Şer ên Şehîd Arjîn bû. Gerîlayan li vir jî di berxwedana 2 mehan de hem li bejahî hem jî li tunelên şer li dijî artêşa Tirk çalakiyên gelekî bi bandor li dar xistin. Ji gerîlayên YJA Starê Çiya Rubar (Duçem Çelîk) ku li vir pêşengiya berxwedanê kir, di encama teqemeniyên qedexe û gazên kimyewî yên artêşa Tirk de şehîd bû. Hevrêyên Şehîd Çiya Rûbar ên ku ji bo tolhildana wê li vir çalakiyeke berfireh li dar xistin, çeka hevrêya xwe li erdê nehiştin. Di vê çalakiya ku di meha Tebaxê de pêk hat de, gerîla çûn ser cenazeyên leşkeran û dest danîn ser çek û gelek alavên leşkerî.

Sendroma çemço

Artêşa Tirk ya ku plan dikir girê keleha Çemço bi dest bixe û qadên berxwedanê yên Çemço bi temamî tasfiye bike, hema bêje li ser zinarên bêserûber ên vî girî asê ma. Girê Keleha Çemço bi zozan û zinarên xwe ji gerîla re bû mertal. Artêşa Tirk a ku bi mehan e her carê hewl dide li vî girî leşkeran bi cih bike, di meha 9’an ya şer de jî di encama destwerdanên bi bandor ên gerîlayan de hê jî nekariye leşkeran li vî girî bi cih bike. Di 9 mehan de li vir gelek helîkopterên Skorsky û Kobra hatin derbkirin. Fermandarên artêşa Tirk ên ku nekarîn leşkeran li herêmê bi cih bikin, bi fermanên wekî ku dîn bûne ev der 24 saetan di bin bomberdûmanê de hiştin. Di êrîşên li vir de artêşa Tirk qetlîama xwezayê pêk anî. Lê komek gerîlayên ku li vir li dijî van hemû êrîşên hovane li ber xwe dan, 9 meh in li hemberî dijmin serî netewandin û parastina çeperên xwe didomînin. Gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê ku hema her roj li dijî hêzên dagirker ên li quntara girê bi cih bûne çalakiyên sekvaniyê li dar dixin, leşker û çeteyên artêşa Tirk ber bi sendroma Zapê yve birine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar