Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Sendroma kuştina Olof Palme û kurd

Zextên li ser kurdan li Swêdê bi kuştina Serokwezîrê wê demê Olof Palma dest pê kir. Olof Palme di rojeke wek îro di 28’ê sibata 1986’an de hat kuştin û kurd di şexsê PKK’ê de bi vê yekê hatin tewanbarkirin. Ji wê rojê ve kurd bi “terorê” tên tewanbarkirin.

Piştî zêdetirî 34 salan, 2020’an Swêdê nû aşkera kir ku kesê Olof Palme kuştiye mirovekî swêdî û di zindanê de di sala 2000’î de jiyana xwe ji dest daye û ji ber wê ew vê dozê li vir digirin.

Lê heta aşkerakirina van encaman, PKK’ê bi vê reşkujiyê dihat sûcdarkirin, qedexe û zext li ser kurdan dihat ferzkirin.

Ew bûyer aşkera bû, lê zextên li ser kurdan bi dawî nebûn. Kurd kirin qurbana vê doza Olof Palme, li dijî kurdên ku li welatên Ewropayê koçber in û mafê penaberiyê xwestine, di bin navê “Xeteriya li ser ewlehiya welat” ku xwe dispêre vê bûyerê, biryarên dersînorkirinê tên girtin.

Herî dawî, dewleta Swêd biryara dersînorkirinê derheqê rojnameger û pêşkêşvana televizyona Aryan TV Bêrîtan Mihemed û malbata wê ya ji rojavayê Kurdistanê de girt. Rojnameger Bêrîtan endama sandîkaya Rojnamegeran a Swêd û rojnamegerên navdewletî ye lê ji bo parastina wê û karê wê wek rojnameger, van sandîkayan heta niha tu bertek nîşan nedane. Tevî ku ew zêdetirî 6 salan li Swêdê ne, ji ber ku kurd in, ji mafê penaberiyê jî bêpar hatine hiştin.

Dema rojnameger Bêrîtan ji cihê biryarê ango dewleta Swêdê dipirse ka çima biryareke wiha derheqê wan de hatiye girtin? bersiv ew e ku “hûn xetere ne li ser ewlehiya Swêdê û em nikarin sedeman aşkera bikin ji ber ew agahiyên istîxbaratî ne û nabe were parvekirin.”

Ev yek jî helwesta parlementera Swêdî ya Partiya Çep Lînda Westerlûnd a di sala 2021’an de tîne bîra me ku bi pêşnûmepirsekê mijar zextên li ser kurdan xist rojeva parlametoyê û bal kişand ser nîşanên pirsê yên têkildarî hevkariya di navbera Sapo (Îstîxbarata Siwêdî) û saziya MÎT’ê de û zexta li ser penaberên siyasî yên ji Tirkiye û Kurdistanê hatine.

Ev jî nîşaneyeke din e ku biryarên dersînorkirin û zextên li ser kurdan bi vî awayî bi hevkariya MÎT’ê tên girtin.

Paşê, dema dewleta Swêdê ji rojnameger Bêrîtan û malbata wê re biryarê dişînin, dibînin ku tê de nivîsiye; “Wan di televizyoneke kurdî de kar kiriye, ew xetere ne, nabe ji niha û şûnde kar bikin, nabe derbasî welatên din ê Ewropyê yên di peymana Schengenê bibin, ev biryara derheqê wan de li van hemû welatan hatiye belavkirin û heta pêkanîna biryara dersînorkirina wan bi cih bê, ew ê di bin çavdêriya hikûmeta Swêdê de bin û nabe bêdestûr ji Swêdê derkevin.

Dîsa cihê pirsê ye; Swêd bi demokrasiyê û parastina mafê mirovan tê pênasekirin, lê çima dema mijar kurd be, dest ji van rêgezan berdide?

Şûna xwe gunehbar bibînin ku bi neheqî kurd bi kuştina Olof Palme tewanbar kirin û bi vê tewanbariyê bi salan zirar dan doza kurdan, radibin hîne kurdan qedexe û tengav dikin.

Biryara dersînorkirina rojnameger Bêrîtan Mihemed û malbata wê bûyereke, lê di demekê de ye ku em qale rasthatina roja kuştina Olof Palme dikin de ye. Palme dostê miletên bindest bû ku kurd yek ji wan bûn û li dijî zilmê bû, lê îro Swêdê zextê li wan kurdên ku xwe spartine wê ye dike.

Divê bûyerên bi vî awayî di raya giştî ya Ewropayê de bi riya rojnameger û hiqûqnasan were ziman, da pêşî li zextên li ser kurdan û rojnamegeran bi taybet were girtin.

Nûçeyên Têkildar