Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şengal ji bo her tiştî amade be!

Yek ji civaka kurd a herî kevnar û xwedî bawerî, çandeke qedîm ku bi sedan sal in bi qirkirinê re rû bi rû ma êzidî ne. Êzidî tim ji ber ola xwe, çanda xwe û israra xwe ya weke xwe bijî, hatiye hedefkirin û qirkirin.

Di dîrokê de bi qasî hat tomarkirin û hat gotin tam 73’ê ferman bi serê vê civakê hatiye û hê jî dixwazin bidomînin. Yek ji van fermanan jî Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku weke Fermana 73’an a yek ji fermanên herî trajî-qirker di dîroka nêz de li ser rûyê erde pêk hatiye.

Bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi taybet jin û zarok bi hezaran kes hatin revandin û li Iraq, Sûriye û dîsa welatên ereban hatin firotin. Trajediyek mirovî û hemû pîvanên mirovî û exlaqî binpê dike, dîroka herî nêz hemû mirovahiyê şahidî kir.

Heman demê ev trajî-êşa mezin ji bo kurdan û taybet ji bo êzidiyan bû lêvegera xwe û bûna xwe ye. Gotin di cih de be, êzidî ji êşa xwe ji nû ve xwe xuliqand. Ev jî wisa hesan nebû, berdel da; zarok da, can da. Vê carê wê neşibiya tu carên din, ji xwe diviya bû ne wisa ba. Ji ber vê carê bi bîr, bawerî û felsefeyek ku xwedî ezmûneke zêdetirî 40 salî ya çekdarî û dîsa îdeolojî li pişt hebû. Ev hêz û îrade PKK’ê bû. PKK tevgerekî gelan û rizgariyê ji roja yekê ve li ser dika dîrokê bi têkoşîna xwe ev yek isbat kiriye û di nava civak kurd û hejaran de daye nîşandan.

Em zêde neçin kûraniya bûyerên êrîşên 3’yê Tebaxê, em ê bûyer û pêşketinên piştî wê û dîsa encam û metirsiyên heyî û yên nû bi xwe re anîn bigirin dest.

Şengal ji derveyî rêûresmên ol, cara yekem bi rêxistinkirî û îdeolojî xwe bisazî kir, rêxistin kir. Bû îradeyek rêxistinî û hêz. Hêzeke ya xwe, ji keç û xortên wê pêk tê. Ne hêzeke derve wan biparêze. Hêzeke ew bi xwe, xwîn dayî, şehîd dayî hat avakirin. Ji ber ku hemû ezmûn û pêşketinên heyî êdî ji derveyî vê tu rêyek din nemabû. A esas ev bû û pêwîstiyeke nebe nabe bû.

Dîsa saziyên civakî hatin avakirin, civakê rêxistin bike, ji bûyer û pêşketinên herêmî, plan û lîstikên li ser wan bên kirin, haydar bike; bixe tevgerê bû. Bikare bide nîşandan ku xwedî hêz e, xwedî vîn û îradeyeke ya xwebûnê ye. Pêwîstî bi hêz û aliyên din nîne ku wan di bin navê parastinê de teslîm bike. Ev xaleke girîng bû ku hat avakirin. Di warê daxwaza heq û mafê xwe de, gaveke girîng bû. Ji bo statûya Şengal û êzidî û parastina wê ketina garantiye bû.

Lê wê ev yek wisa hêsan nehata qebûlkirin û ji xwe ji bo pêk jî neyê, her alî ve êrîş dike. Tirkiye ku her kurdek li ku derê be, gefê dixwe û êrîşê dike. Şengal jî piştî bi vê bîr û baweriya Serok Apo xwe birêxistin kir, bû yek ji hedefên Tirkiyeyê.

Tirkiye di vê rewşê de nikare raste rast êrîş bike, bi zextên li PDK û aloziyên li Iraqê û neyeksaniya siyasî dike ku bi rêya hinek aliyên Iraqê gefa êrîşê û mudaxeleyê li Şengalê bike. Ji xwe ya li ser erdê dixuyê, sewqkirina leşkerî û mudaxeleyên dem bi dem, nîşan dide ku pêşerojê wê rewşê hinek din li wir aloz bibe.

Şengal û hemû êzidî divê li ber vê yekê baldar be, vegera berê; vegera qirkirin û fermanên nû ne. Vegera berê, nebûna xwedî hêz, îrade û xwerêveberinê ye. Mudaxeleyên tên kirin vê nîşan dide. Êrîş û gefên Iraqê ji bo me hinek hişyariyên dema bê didin.

Di serî de hemû ciwan, êzidî û pêkhateyên li herêmê dijîn, divê vê yekê bibînin. Jixwe vegera berê wê nebe, lê wê mudaxeleyên tund jî bibin. Ji bo vê çiqasî em ji bo vê amade bin, em ê ewqasî bikarin pêşiya vê bigirin û ji bo xwebûna Şengalê serketinên baş encam bigirin. Em xurt û bihêz bibin, em ê guherîna bidin çêkirin, na berovajî be, em ê li ber Iraqê û hêzên din bikevin.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li ser êrîşa Tirkiyeyê ya li Geliyê Şîlo ku yek jê fermandar 2 şervanên wan şehîd bû ev gotibû: “Ji bo pêkanîna xeyal û armancên şehîdan em xwe ji berdel dayînê gavekê bi paş ve navêjin û em soz didin wan şehîdên xwe yên qehreman ku dagirkirina xaka Şengalê wê tenê di xeyalên dijmin û hevkarên dijmin de bimîne. Dagirkirina axa pîroz ji bo dijmin wê ji xeyalekî vala zêdetir tiştek din nebe. Eger ku dijminê qirker û dagirker bi hevkarên xwe yên îxanetkar ve erîşên xwe yên li dijî exlaq û mirovahiyê, difikirin ku em ê dest ji doza xwe berdin, bila keliyekê ji bîr nekin ku me di nav şert û mercên herî zor û zehmet û bê derfetiyê de dest bi vê têkoşînê kiriye. Me soza li Şengalê azad jiyankirinê daye. Soza pêkanîna hêviyên gelê xwe daye. Soza pêkanîna xeyal û armancên şehîdên xwe daye. Ji bilî vê yekê em ji bo xwe tiştekî din napejirînin. Tiştekî din ji bo xwe maf nabînin. Ji ber ku em fedaiyên gelê xwe ne.”

Ev peyameke pir girîng, vekirî û zelal e ji bo her ferdekî kurd û taybet jin û ciwanên êzidî. Divê hemû li ser vê peyamê hêz û rêxistinkirina xwe xurt bike. Êrîş wê bên kirin, wê bixwazin bi her awayî vîna gel bidin şikandin û civaka êzidî teslîm bigirin, lê civaka me divê ji bo van hemûyan amade be.

Iraq wê hewl bide mudaxeleyên xwe zêdetir bike, wê PDK bixwaze sûdê ji aloziyan bigire û xwe bi rêya Iraq bicih bike. Dîsa li aliyê din wê Tirkiye ji van hemû geşedanan sûdê bigire û rojane bi balafirên bê mirov û bi çek pêşengên civaka êzidî suîkast bike. Dîsa Parastin-MÎT û Îstîxbarata Iraqê sîxuriyê li ciwanan ferz bike, bixwaze êzdiyan ji doza wan bike û ji hev bixe.

Ev plan û bi dehan planên din niha û demên pêş bi aktîftir bikevin meriyetê. Li pêşiya êzidiyan yek vebijêrk heye ew jî serketin û berxwedan e. Derveyî vê hemû rêyên din derveyî trajedî û dubarebûna ferman-qirkirinê tiştek din nîne. Ji bo wê divê civaka êzidî û hemû kurd vê yekê bibîne û li gorî vê biryara xwe bide. Şengal û êzidî ya êzidî û pêkhateyên herêmê ne, wê civak xwe bi xwe bi rêve bibe û li gorî qanûn û nîzamên welat serbixwe bijîn.

Her mudaxeleya bê kirin, dijî vê yekê ye.

Nûçeyên Têkildar