Welatiyên êzidî yên rastî astengiya seytereya artêşa Iraqê hatibûn, di encama berxwedan û israra zêde de karîn xwe bigihînin, navenda bajarê Şengalê. Piştî girse gihîşt hev, di van kêliyan de meşa girseyî ya bi beşdariya hezaran kesî destpê kir.
Li gorî agahiyên ku ji Şengalê bihezaran kes bi pêşengiya rûspî, bawermend, kesayet, siyasetmedar û rêveberên Şengalê dest bi meşê kirine.
Rêjeyeke berçav jin di nava meşa dijî peymana Bexda-Hewlêrê de hene û alên Asayîşa Êzîdxanê hatine rakirin. ŞENGAL